Girtiyê bi navê Mehmet Kûrt ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin di 18’ê Sibatê de bi telefonê ji malbata xwe re axivî. Kûrt, derbarê pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê agahî parve kirin. Kurt da zanîn ku sewqên nexweşxaneyê dereng tên kirin û ji ber ku di çûn û hatina nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev li wan tê ferz kirin, ew naçin nexweşxaneyê.
Kurt her wiha diyar kir ku hucreya wan li rex hucreya girtiyên edlî û FETO ye û ev pirsgirêka wan hê nehatiyê çareser kirin. Kurt, anî ziman ku bi guhertina midûrê girtîgehê re dermanên divê bi paket bê dayin roje hebek tê dayin û ev jî ji ber vê yekê rewşê protesto dikin û derman nagirin.