În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Forûma Civakî ya Cîhanê de fikrên Rêberê Gelê Kurd hatin nîqaşkirin
Rojane

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de fikrên Rêberê Gelê Kurd hatin nîqaşkirin

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li Nepalê hate lidarxistin, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Forûma Civakî ya Cîhanî li paytexta Katmandû ya Nepalê 15-19’ê Sibatê de bi beşdariya zêdeyî 1000 rêxistin, sendîka, tevger, zanîngeh û akademiyên alternatîf, navend, kom û kesên ji zêdetirî 98 welatan hate lidarxistin.

 

Roja yekemîn bi gotara vekirinê ji aliyê meclîsa navnteweyî ya forûmê ve destpê kir û piştre meşek hate lidarxistin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser krîza cîhanê û beşdar dirûşmeyên li dijî nîjadperestî, zayendperestî û kapîtalîzmê qîriyan. Her rêxistin, tevger û komekê diruşm û pankarta xwe û li ser krîza welatê xwe rakirin. Dirûşma hevpar jî ‘Cîhaneke din pêkane’ bû.

Di meşê de jî wêneyên kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” hate bilindkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Di 16, 17 û 18’ê Sibatê de rojane 300 panelên cuda li ser mijarên aborî, jîngeh, ewlekariya xurek, mafên kar, pirsgirêkên jinan, pevçûn û tundî, ewlehî, destpêşxeriya herêmî û lêgerîna çareseriya pirsgirêkan û gelek pirsgirêkan hatin lidarxistin.

Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Kongreya Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl çar panel û ya pêncemîn jî bi dostên gelê Kurd re pêk anîn.

Di roja 16 mehê de du panel bi beşdariya Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Tora Cîhanî ya Alternatîf, Kongreya Star, RedWeb û Zanîngeha Cîhanê li ser Demokrasiya Radîkal û Xweseriyê, Pratîka Niha û Perspektîfên Paşerojê hate lidarxistin.

Panela ji du beşan li ser aliyên teorîk û pratîk ên demokrasiya radîkal hat liderxistin. Di panelan de rêgezên konfederalîzma demokratîk, demokrasiya radîkal û rasterast, ekolojî û azadiya jinê hatin nîqaşkirin, Jineolojî weke zanista modernîteya demokratîk û pêwîstiya pêşengiya jinê û rêxistinbûna xweser a di pêşxistina demokrasiya radîkal de hate destnîşankirin. Di vê beşê de behsa ezmûnên Kurdistanê bi taybetî Rojava, Chiapas û tevgerên Adivasî yên li Hindistanê hat kirin. Di rûniştina duyemîn gavên şênber ên çawaniya pêşxistin û xurtkirina demokrasiya radîkal hate nîqaşkirin.

Di roja duyemîn de Akademiya Modernîteya Demokratîk panelek bi taybet li ser modernîteya demokratîk û modela konfederalîzma demokratîk pêşkêş kir. Di panelê de demokrasiya radîkal, ekolojî û azadiya jinê hate nîqaşkirin. Nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ne tenê berxwedan, di heman demê de encama şoreşa ku bingeha wê azadiya jinê ye, ji bo gelên bindest û hemû kesên ku dixwazin pergalek demokratîk a alternatîf ava bike, hêviyek nû da ye.

Di panelê de beşdaran li ser têgînên netewe, dewlet, demokrasiya radîkal û civak çawa beşdarî avakirinê dibe, gengeşe kirin. Yên ji welatên Asyayê, bi taybetî welatên Başurê Asyayê, têgeha neteweya demokratîk weke alternatîfa feraseta netewe û konfederalîzma demokratîk weke sîstema xwerêveberiya civakê pirsîn.

 

Di roja sêyemîn a Foruma Civakî ya Cîhanê de, Akademiya Jineoloji panelek li dar xist û li ser pirsên “Di sedsala 21’an de çima pêwîstiya me bi şoreşa jinê heye? Çavkaniyên me çi ne û em ê çawa ava bikin?” Di panelê de geşedana teorîk û pratîk a tevgera jinên Kurd ku çavkaniya bingehîn a zanista jineolojiyê ye, hat nîqaşkirin.

Hate destnîşankirin ku jineolojî li ser esasê hişmendiya ku pirsgirêka azadiya jinê weke cewhera azadiya civakê pêş dikeve, heta piştî şoreşê nikare were paşxistin. 

Di heman rojê de Kongreya Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl panelek li ser Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê di pêvajoya ya 11 salên derbasbûyî li dar xist.

Di panelê de destketî, êrîş û xeterî û nirxên ku di encama êş, fedekarî û têkoşînê de hatine bidestxistin, hatin nîqaşkirin.

Di panelê de modela xweseriya demokratîk, jiyana hevbeş a çandî û cihêrengiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li cîhanê bi Rojava tê naskirin û bûye hêvî û îlham ji bo tevgerên civakî yên cîhanê ye û niha li bin êrişên dewleta dagîrker a tirk de ye, bala beşdaran kişand.

Her wiha li ser xwe birêxistinkirina civakê bi şêwazên komîn û meclîsên herêmî, avakirina akademiyan û yekîneyên parastina jinan agahî hat dayin.

Bi taybet bal li ser Modelên hevserokatiyê, pergala konfederal a jinan û destketiyên li Rojava hat kişandin.

Di roja dawî ya Forûma Civakî ya Cîhanê de li qada sereke de 51 stand hatin vekirin û saziyên beşdarî forumê bûn, hatin ziyaretkirin.

Yek ji van standan jî ji bo agahdarkirina raya giştî ya li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Hejmarek zêde ji beşdaran serdana standa Kurdistanê kirin û piştgiriya xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan anîn ziman û li ser rewşa Kurdistanê û êrîşên dewletên dagirker bi taybet êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Bakur û Başûr agahî wergirtin.

Roja piştî forumê, di 20’ê sibatê de, civîneke nirxandinê hat lidarxistin û li ser gavên paşerojê yên Foruma Civakî ya Cîhanê hatin nîqaşkirin û plansaziyên pêşerojê hatin danîn.

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Bi tevlîbûna bi 10 milyon kesî Newroz dikare bê pîrozkirin – NÛ BÛ
Nûçeya Pişt re Derman ji girtiyan re nayê dayin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

4’ê Nîsanê li Rûsyayê hat pîrozkirin

Kurdên ku li deverên cuda ya Federesyona Rûsyayê dijîn 75 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Divê azadiya Birêz Ocalan misoger bibe. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Berlînê şeva piştgiriya bi Can TV re

Can TV wê li paytexta Elmanya Berlînê di 28'ê Sibatê de şeveke piştgiriyê lidar bixe.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?