Dayikên Aştiyê ku di şer de berdêla herî giran dane û bi salan e ji bo afirandina aştiyê hewl didin, ji ANF’ê re axivîn.
‘AŞTÎ YEK ALÎ NÎNE, BI DU ALIYAN DIBE!’
Ji Dayikên Aştiyê Zeynep Çalihan anî ziman ku banga Rêber Apo bi taybetî ji bo gelan xwedî wateyeke dîrokî ye û bi bîr xist ku li gel vê yekê jî dewletê gavek neavêtiye Zeynep Çalihan got, “Rebertî bang kir, lê belê divê ji aliyê dewletê ve jî dengek bê. Dibêjin ‘Bila dest ji çekan berdin’, lê belê destberdana ji çekan bi yek alî nabe. Divê her du alî dest ji çekan berdin; aştî bi yek alî nabe.”
‘DIVÊ GAVA ŞÊNBER BÊ AVÊTIN’
Zeynep Çalihan bi bîr xist ku hêviyên wan du caran nîvco man, lewma weke Dayikên Aştiyê bi hesasiyet û baldariyeke mezin nêzî vê pêvajoyê dibin û got, desthilatdariya ku ji aliyekî ve qala aştiya navxweyî û derve dike ji aliyê ve jî qeyûman datîne ser şaredariyên DEM Partiyê, Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) a ku bi salan e ji bo aştiyê hewl dide krîmînalîze dike, hewl dide muxalefeta civakî bêdeng bike û bigire.
Zeynep Çalihan anî ziman ku ev karên cotstandartî baweriyê nade gel û got, “Em ji samîmiyeta Birêz Ocalan piştrast in, lê belê ji desthilatdariyê bawer nakin. Ji ber ku berê jî heman pêvajo hat serê me. Bi taybetî ev kiryarên antî demokratîk baweriya me hîn bêhtir dişikîne. Niha Birêz Ocalan destê xwe dirêj kiriye, ne tenê carekê, gelek caran. Vê carê divê dewlet destê xwe dirêj bike, destpêkê tecrîda li ser Birêz Ocalan rake, wî berde. Divê êdî dawî li mijûlkirinê bîne. Ji ber ku bi dîlgirtina aliyekî aştî ji xwe pêk nayê. Em daxawza gaveke şênber dikin. Em aştiyeke du alî dixwazin, ne yek alî.”
BANGA LI DAYIKÊN LEŞKERAN: WERIN EM BIBIN YEK, AŞTIYÊ AVA BIKIN
Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan destnîşan kir ku ev pêvajo gelekî hêja ye ku nabe ji desthilatdariyê re bê hiştin, divê civak xwedî li vê daxwaza aştiyê derkeve û ev bang li dayikên leşkeran kir: “Werin em bibin yek, aştiyê ava bikin. Eger dayik hemû bi hev re tevbigerin bawer bikin wê çend bêdeng bibin. Eger ez vê bangê li dayikên gerîla bikim wê yekser bên. Zarokên wan dimirin, lê belê timî di aştiyê de israr dikin. Divê dayikên leşkeran jî di aştiyê de israr bikin. Ez dayikek im û weke dayik em aştiyê dixwazin, edaletê dixwazin. Rondikên çavan ên dayikan hemûyan weke hev e, dilê wan bi heman rengî dişewite. Êşa me bi heman rengî ye. Eger dayik li hev kom bibin wê aştî pêk were.”
‘DI BIN NAVÊ AŞTIYÊ DE EM NAXWAZIN BI STRATEJIYEKE JI BO HILBIJARTINÊ BIXAPIN’
Ji Dayikên Aştiyê Katîbe Gungor fikarên xwe yên li ser pêvajoyê anî ziman û got, ji ber ku ji desthilatdariyê tê ku careke din ji bo berjewendiyên xwe maseyê biqelibîne, weke dayik ew nikarin bi hêvî bibin. Katîbe Gungor got, “Em dayik amade ne, lê belê me gaveke erênî hîn ji desthilatdariyê nedîtine. Bi salan e em bi hêvî ne ku aştî pêk were, lê belê desthilatdarî ne cihê baweriyê ye. Lewma em naxwazin careke din bêne mijûlkirin. Di bin navê aştiyê de em naxwazin careke din bi stratejiyeke hilbijartinê bixapin. Em dixwazin êdî aştî bê cîhanê û Tirkiyeyê, bêhn bê ber dayikan.”
‘EGER QALA AŞTIYÊ DIKIN, WEKE GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN!’
Katîbe Gungor bi bîr xist ku girtiyên nexweş li girtîgehan li ber mirinê ne û got, “Eger qala aştiyê dikin, weke gava destpêkê bila girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne berdin. Lê belê di vê der barê de jî gavek nayê avêtin. Em çawa karin bi nêteke baş li vê yekê binihêrin? Ji ber vê yekê devê me bibêje aştî jî dilê me ditirse. Ti dayik şer naxwaze. Em naxwazin kesek bimire lê divê desthilatdarî jî gavê biavêje. Dem girîng e, binihêrin Sirri Sureyya Onder dema ku ji bo aştiyê hewl da, nexweş ket. Eger gav wê bê avêtin divê di dema xwe de bê avêtin. Em dixwazin Sirri Sureyya Onder zû rehet bibe û aştiyê bibîne. Bila Xwedê şîfayê bide wî, weke dayik em jê re dua dikin.”
‘ME JI ŞER GELEKÎ KIŞAND’
Ji Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan bi bîr xist ku ji bo aştiyeke bi rûmet bi salan e ew hewl didin û got, “40 sal in ji bo kesek nemire û aştî pêk were em li qadan e, lê belê ji aliyê hemberî xwe me tiştek nedît. Her dayik dixwaze ji bo aştiyê bi hêvî bibe. Dayikek Tirk çawa zarok tîne dinyayê, dayikên Kurd jî bi heman rengî tîne dinyayê. Zarokê her kesî hêja ye û ji ber vê yekê em dixwazin ev aştî bibe aştiyeke rasteqîn. Em westiyan û êdî dixwazin aştiyê bibînin. Me ji şer gelekî kişand. Leşkeran em bi zorê ji gundê me derxistin, me her tim êş kişand, carekê jî me dest ji daxwaza aştiyê bernedan. Em aştiyê dixwazin. Desthilatdarî divê vê banga girîng a Birêz Ocalan ji bo aştiyê têk nebe û ji dil nêzî pêvajoyê bibe. Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, girtiyên nexweş bêne berdan.”
‘EM HÊVÎ DIKIN KU HÊVIYA ME CAREKE DIN NEŞIKÊ, AŞTÎ BI RASTÎ JÎ BÊ’
Ji Dayikên Aştiyê Cemîl Karakaş destnîşan kir ku banga Rêber Apo hêvî da wan, lê belê ji ber pratîkên derbasbûyî ew ji desthilatdariyê bawer nakin. Cemîl Karakaş diyar kir ku eger wê gaveke erênî bê avêtin divê ji girtîgehan destpê bike û got, “Zarokên me her roj têne binçavkirin, têne girtin. Li derve ciwanekî me nema. Em dixwazazin Birêz Ocalan tavilê azad bibe. Kurê min bi salan e girtî ye, ez dixwazim ew bigihînim xwî. Em hêvî dikin ku hêviya me vê carê jî neşikê û aştiyeke rasteqîn pêk were.”