Şaredariya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya têgihiştina şaredariya pirzimanî de gaveke girîng avêt û Meclîsa Ziman ava kir. Şaredarî, bi armanca ku hemû zimanên li bajêr tên axaftin di jiyana gelemperî de bi rengekî wekhev, gihîştbar û xuya cih bigirin, wê ji bo parastin û zindîkirina zimanên dayikê di her qada jiyanê de xebatan bimeşîne.
Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, têkildarî mijarê ji ANF’ê re nirxandin kir û bi bîr xist ku têkoşîna zimanê dayikê xwedî rabirduyeke nîv sedsalî ye û wiha got: Mijara zimanê dayikê yek ji sernavên bingehîn ên têkoşîneke 50-60 salî ye. Ev têkoşîn, li dora daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û azadiya xwe îfadekirinê mezin bû. Di xala ku em îro hatine de, hewldanên ku zimanê dayikê bibe xwedî statuyeke zagonî û di qada gelemperî de were bikaranîn berdewam dikin.
EM LI DIJÎ YEKPERESTIYÊ NE
Fatma Gulan Onkol, bal kişand ser berpirsyariya rêveberiyên herêmî ya di vê xalê de û diyar kir ku wergirtina xizmetê ya welatiyan bi zimanê wan ê dayikê girîngiyeke jiyanî ye. Onkol, destnîşan kir ku şaredarî saziyên wusa ne ku gel rasterast pê re têkilî deyne û wiha dewam kir: Îro di saziyên gelemperî û şaredariyan de rewakirina xizmeta pirzimanî û dabînkirina derfeta ku welatî bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bike, ji bo me gelekî bi qîmet e. Ji ber ku dema mirov bi zimanê xwe diaxive, xwe rehettir, ewletir û fêmkartir hîs dike. Lê dema neçar bimîne ku zimanekî din bikar bîne, ev ragihandin qels dibe, heta carna bi tevahî diqete.
Onkol, anî ziman ku şaredariya pirzimanî ne tercîhek lê mecbûriyetek e û got: Di nav jiyanê de yekperestî tune ye. Her tişt pir e, her tişt piralî ye. Li cihê ku pêkhateyeke wisa pirçandî û pirzimanî hebe, divê şaredarî jî li gorî vê be. Em li dijî yekperestiyê ne. Ji ber vê yekê parastina pirzimanî û pirçandiyê ji bo me nêzîkatiyeke bingehîn e.
POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ BÛN SEDEMA QELSBÛNA ZIMAN
Fatma Gulan Onkol, behsa bandora polîtîkayên ku berê li ser zimanê dayikê hatine sepandin kir û diyar kir ku ev pêvajoyê di bîra civakî de şopên kûr hiştiye. Onkol, anî ziman ku bi salan zimanê dayikê ji qada gelemperî hatiye derdexistin û wiha got: Em bi salan rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin. Me zimanê xwe ji bîr kir, heta me bi zimanê xwe dîtina xewnan jî ji bîr kir. Dema mirov diçûn saziyên gelemperî, nedikarîbûn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Rastiyeke wisa hebû ku nexweş nedikarî li nexweşxaneyê derdê xwe bibêje, welatî nedikarî li şaredariyê daxwaza xwe bîne ziman. Ev rewş ne tenê meseleya ziman bû, di heman demê de meseleyeke wisa bû ku rasterast bandorê li mafê jiyanê yê mirovan dikir.
Onkol, behsa dema qeyûman jî kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de sepanên pirzimanî hatine rakirin: Di demên qeyûman de hebûna zimanê dayikê ya di qada gelemperî de bi awayekî cidî hat paşvebirin. Lê belê di demên ku me bi rêve dibir de, her çend ne fermî be jî, di pratîkê de têgihiştineke xizmetê ya pirzimanî hebû. Niha em dixwazin vê yekê bixin ser zemînekî saziyên xurtir.
SÛR XWEDÎ PÊKHATEYEK E PIRÇANDÎ YE
Fatma Gulan Onkol, bal kişand ser avahiya dîrokî û civakî ya Sûrê û destnîşan kir ku navçe xwedî pêkhateyeke pirçandî û pirbawerî ye. Onkol, diyar kir ku divê ev dewlemendî di xizmetên şaredariyê de jî xuya bibe: “Sûr ne tenê ji Kurdî û Tirkî pêk tê. Zazakî heye, Suryanî heye, Ermenî heye û Erebî heye. Ev ax xwedî rabirduyeke pirzimanî û pirçandî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin modeleke xizmetê ya ku hemû van zimanan dihewîne ava bikin.”
ATOLYEYÊN PERWERDEHIYÊ Û PROJEYÊN ZAROKÎSTANÊ
Fatma Gulan Onkol, behsa gavên pratîkî yên xebatên pirzimanî kir û anî ziman ku ew ê berî her tiştî ji bo hînbûn û fêrkirina zimanê dayikê xebatên teşwîqkar bikin.
Onkol, destnîşan kir ku wê atolyeyên xwendin-nivîsandina bi zimanê dayikê yên ji bo jin, zarok û ciwanan dewlemend bikin; her wiha diyar kir ku ew ê ji bo zêdekirina kreşên bi zimanê dayikê (Zarokîstan), bernameyên perwerdehiyê yên ku esnaf û welatiyan li xwe digire, û ji bo veguhertina zimanê xizmetê ji qadên dîjîtal heta qadên civakî bixebitin.

