Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Saziyên maf û hiqûqê têkildarî Îmraliyê serî li CPT dan
Rojane

Saziyên maf û hiqûqê têkildarî Îmraliyê serî li CPT dan

Saziyên maf û hiqûqê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li ser Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nêzî sê sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê wergirtin.

Rêxistinên maf û hiqûqê diyar kirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re li dijî sozên Tirkiyeyê yên li qada navneteweyî ye û têkildarî mijarê serî li CPT dan.

Serlêdan ji aliyê baroyên Amed, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wanê, Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de, Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û Weqfa Lêkolînên Hiqûqê ve hate kirin.

Di serlêdanê de wiha hate gotin:

“Tê zanîn ku komîteya we ji sala 1999’an û vir ve 11 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye. Komîteya we yekane saziya navneteweyî ye ku heta niha kariye li Girtîgeha Îmralilyê hevdîtinê bike, di heman demê de şahida herî nêz a rêveçûna nebaş a şert û mercên înfazê yên 24 salan e. Li gel vê yekê, ji ber ku têkildarî serdana xwe ya sala 2022’an ti daxuyanî nedane raya giştî, tevî ku binpêkirinên di raporên we de hatin tespîtkirin nehatine çareserkirin jî ti prosedur li ser Tirkiyeyê nehatiye ferzkirin, em di wê baweriyê de ne ku ev yek hêzê dide dewleta Tirk ku kiryarên xwe yên binpêkirina sozên navneteweyî dewam bike.

Ji ber ku kiryarên Tirkiyeyê yên li Girtîgeha Îmraliyê daîmî bûne, rewşa ‘încommunîcado’ her roj giran dibe, ji 5’ê Tebaxa 2020’î dema eşkerekirina rapora xwe û vir ve di şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê de ti guhertin nehatiye kirin, ji Tebaxa 2019’an û vir ve destûr ji serdana parêzeran re nayê dayin, ji axaftina bi telefonê ya 3 deqeyan a Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Girtîgeha Îmraliyê nayê wergirtin, bi dîtina me divê prosedura Xala 10/2 a Peymana Ewropayê ya Têkildarî Pêşîgirtina li Kiryar an jî Cezayê Biçûkxistinê, yan jî nemirovî û êşkenceyê, bikeve meriyetê.

Ji ber vê yekê, di çarçoveya erk û berpirsyariya we de ku hûn ji Peymanê werdigirin, ji we dixwazin;

1- Bi rengekî ‘lezgîn’ serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin, tespît û raporên xwe bi raya giştî re parve bikin.

2- Parêzer karibin tavilê biçin serdanê, serdan dewam bikin û dawî li astengkirina hevdîtinan a bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bê anîn.

3- Hevdîtina malbatê û wasiyan pêk bîne, dewam bike û dawî li astengkirina cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bînin.

4- Li gel bicihanîna mafên serdanê yên ji bo girtiyan, her wiha mafê bikaranîna telefonê ya malbat û xizman bi rêk û pêk bi cih bînin.

5- Hemû astengiyên li pêşiya têkiliya girtiyan a bi derve û parêzeran re ya name, telgraf û faksê rakin.

6- Kiryarên nehiqûqî û astengkirina wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bikin.

7- Komîteya we, rapora xwe ya têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê û tespîtên xwe ji raya giştî re eşkere bike.

8- Ji bo bidawîkirina êşkence, kiryarên nebaş û li dijî mirovahiyê û bidawîkirina rewşa încommunîcado, tedbîrên pêwîst werbigirin, prosedurên xala 10/2 a Peymanê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şakranê piştî çalakiyên grevê zext zêde bûn
Nûçeya Pişt re ‘Divê hêzên Kurd li hemberî dagirkeran xwedî siyaseteke zelal bin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana 223 karkerên ji aliyê qeyûmê Wanê ve ji kar hatine avêtin didome  

Berxwedana 223 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku ji aliyê qeyûm ve ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

Dûran Kalkan diyar kir ku tevî gelek kêmasiyan jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê li du bajaran çalakî kirin

Milîsên Zeynep Kinaci (Şehîd Zîlan) ên KBDH’ê ragihand ku wan ji bo silavkirina çalakiya fedayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?