Xwendekarên li bajarê Girkê Legê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta demkî ya têkildarî perwerdeya bi zimanê Kurdî xwepêşandan li dar xist. Xwendekaran di xwepêşandanê de daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî û misogerkirina mafê xwe yê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê kir. Xwendekaran got, biryar ne li gorî mafê perwerdeya bi zimanê wan ê dayikê ye û ziman beşeke sereke ya nasname û çandê ye. Xwendekar li kolana sereke ya li bajar meşiyan û slogan berz kirin. Xwendekarên li bajarê Çilaxa jî xwepêşandan lidar xist û daxwaz kir ku li hemberî banga wan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê rêzgirtin hebe û diyar kir ku mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye.
LI AMÛDÊ ÇALAKIYA HEVPAR A MALBATAN Û XWENDEKARAN
Xwendekar û malbatên wan li Qada Şehîd Cîhad a li bajarê Amûdê ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê dayikê û misogerkirina mafê nifşê heyî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, çalakiyek protestokirinê lidar xist. Çalakvanan pankartên der barê girêdana wan a bi zimanê dayikê û redkirina wan ji biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya têkildarî zimanê kurdî rakiribûn. Di çalakiyê de mamosteyê wêjeya Kurdî Beşîr Mele Newaf axivî û diyar kir ku ji ber dayîna berdêlên mezin ji bo parastina zimanê Kurdî niha daxwaz tên kirin, divê zimanê Kurdî bê naskirin û di destûrê de wekî zimaneke fermî were bicihkirin. Çalakiya protestokirinê bi berzkirina sloganên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
ÎNÎSIYATÎFA GEL NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ÊRIŞÊN LI HESEKÊ DA
Însiyatîfa Gel a Girkê Legê daxuyaniyek da û gef û êrişên li dijî xwendekaran ên li Hesekê şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya meclisa bajêr ji hêla hevserokê ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajêr Îdrîs Mela Şerîf ve hate xwendin. Di daxuyniyê de hat gotin: “Em bi tundî gef û êrişên li dijî xwendekaran ji ber ku mafê xwe yê rewa yê perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin şermezar dikin. Em van pêkanînan wekî binpêkirina mafên wan û hewldanek ji bo tirsandina wan û dûrxistina wan ji daxwaza mafên xwe dibînin.” Di daxuyaniyê de ji hikumeta veguhêz, parêzgarê Hesekê û rayedarên ewlehiyê hat xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dawî li van gef û êrişan bînin, berpirsyaran bidarizînin û xwendekaran û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê biparêzin.

