Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û heyeta pê re serdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin. Piştî vê serdana ku di salvegera operasyonên 4’ê Mijdara 2016’an a li hemberî HDP’ê hate kirin, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, nûnerên partiya çep-sosyalîst û welatî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di serî de Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag divê hemû girtiyên ji doza Kobanê bi lez bêne berdan û xwest, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bêne anîn.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku piştî 4’ê Mijdara 2016’an kiryarên qeyûm li seranserê welêt belav bû û nerazîbûn nîşanî girtina şaredarên hilbijartî û tayînkirina qeyûman da.
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku Demîrtaş di nava mercên girtîgehê jî de be wê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk dewam bike û got, “Heta ku girtiyên siyasî hemû azad bibin têkoşîn wê dewam bike. Hevalên me yên girtî têkoşîna xwe dewam dikin. Em jî li derve ji bo avakirina demokratîk têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku girtiyekî bi tenê yê siyasî nemîne em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî ji bo berdana girtiyên siyasî, bidawîanîna li kiryarên qeyûm û derxistina efûya giştî ya siyasî bang kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê û Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû jî destnîşan kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê divê zemînên têkoşîna hevpar bê xurtkirin.

