Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Kubra Bulbul têkildarî bûyerên tundiyê yên li dibistanan û êrişên li Riha û Mereşê ji ANF’ê re axivî.
Kubra Bulbul anî ziman ku bûyerên tundiyê yên li dibistanan ji nişka ve derneketin holê, bûyerên qewimîn encamek ji pirsgirêkên avanî yên bi salan e. Anî ziman ku dema ew ji perspektîfa mafên zarokan li bûyeran dinihêrin, dibînin ku pêwendiya vê rewşê bi newekheviya civakî û neparastina mafên bingehîn ên zarokan ve heye.
Kubra Bulbul diyar kir ku dibistan divê ji bo zarokan bibe qadên ewle û piştevaniya pêşketinê û got, krîza aboriyê, stresa li nava malbatê, rageşiya civakî, cihêkarî, zordariya hevtemenan û kêmaniya piştevaniya psîkocivakî dibin sedem ku zarok xwe di bin zextê de hîs bikin.
Bulbul ragihand ku bersivnedayina pêwîstiyên hestewarî yên zarokan û kêmaniya xizmetên piştevaniya psîkolojîk û rêbertî ya ji bo zarokan li pêşiya dîtina pirsgirêkan a bi pêşwextî dibe asteng û got, hêrs, fikar û hesta dervemayinê bi demê re vediguherin nêzîkatiay tundiyê. Her wiha anî ziman ku zordarî û gefên li qada dîjîtal destpê dikin, li nava jiyana dibistanê tundiyê zêde dike.
Bulbul destnîşan kir ku zarok ne tenê ew mirov in ku divê bêne parastin, lê belê xwedî maf in ku nêrînên wan divê li ber çavan bêne girtin û got, çareserî jî cezayên dîsîplînê nîne; divê polîtîkayên welê bêne meşandin ku mafê tevlîbûnê yê zarokan xurt bike, piştgiriyê bide mamosteyan, bi malbatan re hevkariyê bike û newekheviyê kêm bike.
‘EWLEHIYA RASTEQÎN BI ATMOSFEREKE DIBISTANÊ DIBE’
Kubra Bulbul destnîşan kir ku ewlekarî tenê bi tedbîrên fîzîkî nayê pêkanîn û got, zêdekirina hejmara kamerayan, bicihkirina wezîfedarên ewlekariyê, kontrolkirina ketin û derketinê dibe ku ji bo demeke kurt bandorê bike, lê belê nikare bingeha pirsgirêkê çareser bike.
Her wiha hişyarî da ku dibistanek timî di bin kontrolê de be wê ji bo xwendekarên ku xwe di bin zextê de hîs dike nebe cihekî ewle û ragihand ku çareseriya rasteqîn xurtkirina xizmetên piştevaniya psîkolojîk û rêbertiyê, astengkirina zordariya hevtemenan, piştgiriya bi mamosteyan, tevlîkirina xwendekaran li pêvajoya biryardanê û avakirina hevkariya bi malbatan re ye.
Kubra Bulbul got, “Ewlehiya rasteqîn tenê bi wezîfedarên li ber derî nabe; lê bi atmosferke dibistanê dibe ku zarok lê dibe cihê hurmetê, dengê zarokan tê bihîstin û xwe jê dibîne.”
‘BÊHÊVÎTIYA LI NAVA CIWANAN Û NEWEKHEVÎ BANDORÊ DIKE’
Bulbul destnîşan kir ku bêhêvîtiya li nava ciwanan zêde dibe û newekheviya li dibistanan jî faktorên girîng ên zêdekirina tundiyê ye û bal kişand ser pirsgirêkên avanî yên weke zimanê asayîkirinan tundiyê, kêmasiya li xizmetên rêbertiyê, krîza aboriyê û polîtîkayên perwerdeyê. Lewma jî destnîşan kir ku divê rûbirûbûn bi van sedemên avanî re bê kirin.
Bulbul axatina xwe bi van gotinên Rakel Dînk bi dawî kir: “Heta ku li wê tarîtiyê neyê pirsîn ku ji pitikekî kujerekî diafirîne, tiştek nabe.”

