Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren: Ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîstî bi reformên demokratîk û garantiyan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
Rojane

Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel

Komîteya Kevana Zêrîn şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anî û got, “Hozan Mizgîn hem bi huner hem bi têkoşîna xwe bû dengê gel, şoreşger û hunermendeke nemir.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê hunermend û gerîla Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) a ku 11’ê Gulana 1992’yan li Tetwanê şehîd bû, bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bibîranîn helwesteke hişmendiyê ye û di cewherê xwe de nîşan dide bê havêneke çawa di rêveçûnên dîrokî de hatiye meyandin. Bibîranîna şehîdan havênê herî bi nirx, herî pîroz û herî watedare ku me gihandine heta roja me ya îro û xwedî wê hêzê ne ku bigihînin dahatuyên bi hêviyê dagirtî. Ji ber vê em di 33. salvegera şehadeta Rêheval, hozan, têkoşer û jina çeleng Hozan Mîzgîna tevgera azadiyê bi rêz, bi eşq û bi hezkirineke bê dawî bibîr tînin. Di semboliya kesayeta wê de ku roja 11’ê Gulanê weke roja tevahî şehîdên çand û hunerê ya tevgera azadiyê pênase û wateya xwe girtiye bi rêz, bi hezkirin, bi eşq û bi moraleke mezin bibîr tînin, bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin û ji bo armancên wan ên jiyaneke bi rûmet weke hewrêyên wan hevsoziya xwe her nûjen dikin.

Serdema ku Hozan Mizgîn têkoşîna xwe ya bêhempa li dar xist him weke dem û him jî weke erdnîgarî di nav êşeke gelekî dijwar de bû. 1962’yan li Gundê Bilêdera Êlihê hate dinê. Malbat navê Gurbetê lê kir. Gurbeta ku tevahî gurbetiya malbatê lê hatibû barkirin, di heman demê de êşa civakeke girtî, êşa jinên jêrdest û jana gelekî tevahî di nav hev de jiyan kir. Lêgerîna ku Gurbet dabû pey, weke ferzkirineke çarenûsê be, bi Şehîd Mazlûm re dîdarekê pêk anî. Ev dîdar kirasê navê Gurbetê guherand û bi hilbijardina xwe wateya ku dixwast di kesayeta xwe de pêk bîne navê xwe kir Mizgîn. Û bû yekemîn ew jina ku ji herêma xwe beşdarî refên têkoşînê bû. Li kampa Bekaa perwerdeya xwe niqût bi niqût dawervan hinavê xwe. Beşdarî kongreya sêyem bû û di encama kongreyê de vesaziya wê bi Şehîd Hozan Sefkan re, ji bo birêxistinkirina xebatên hunerî ji Ewrûpa re çêbû. Lê di heman deme de pêşengtî ji xebatên jinê re jî dikir û yekemîn konferansa YJWK li dar xist û axaftina vekirinê pêk anî. Di avakirina Huner-Kom û binesaziya Koma Berxwedanê bi Hozan Sefkan re pêk anî. Ew jina kar û helwestên yekeman bû. Stranên wê ji Kurdistaniyan re hêvî, hêz û moral lê ji dijmin re xeteriya herî mezin bû. ‘Lo hevalno’ hesreta hevalan, ‘Gundîno hewar’ banga şaneya herî zelal a civakê, bi strana ‘Newroz’ vejîna qadên Newrozê, bi ‘Çemê Hêzil’ êşa ji destdana hevalan olan li nav welêt anî.

Lê ew di heman demê de şoreşger bû û ji her erkeke şoreşê re amade bû. Li Eyaleta Mêrdîn weke endama fermandariya eyalete lê li eyaleta Xerza jî berpirsiyariya tevahî eyaletê bicîh anî. Herî dawî dema ku ji bo erkekê li Tetwanê bû bi dorpêçkirina mala ku lê dimîne, heta dawiyê şer dike û herî dawî bi fedaîyane bersiva xwe ya dawî dide dijmin.

Hozan Mizgîn hozana şer û huner û jiyana civaka xwe ye. Jineke, şoreşgereke û hunermendeke nemir e. Tevgera Azadiyê ku ji destpêkê ve ji hêla Rêber Apo ve hunermendane hatiye honandin, ji hêla Hozan Mîzgîn ve jî şopdariya vê ya herî bêdew pêk hatiye. Bi hezkirina rast a civaka xwe, erkê xwe yê dîrokî di ber civaka xwe de bêyî dudilî pêk aniye. Di 33. Salvegera şehadeta xwe de weke tevgera çand û hunerê ya Kevana Zêrîn û di heman demê de li ser tevahî hunermendên ku rêwiyên li ser rêya hunerê ne vî erkî dîsa bibîr tîne da ku em di ber hêvî, êş û derdên civaka xwe re rabin. Ji ber ku hunermendî berpirsiyariye, helwêst, hilbijarde û xîrete. Ku me vê helwêst, hilbijarde û xîretê bi rênîşaneriya grava Îmrali, di serî de li lutkeyên çiyayan, li tevahî qadên têkoşînê û herî dawî li Bendava Tişrînê di asta herî bilind de bi awayê herî serberzane û serkeftî dît. Tevahî şehîdên me yên çand û hunerê îro di kesayeta Şehîd Mizgîn de vê heqîqetê li ser me ferz dikin.

Em di 33. Salvegera şehadeta Hozan û Heval Mizgîn de, careke din tevahî şehîdên hunermend ên li ser rêya heqîqet û azadiyê bibîr tînin, tacîdarkirina hêvî û daxwazên wan ji bo xwe dikin rênîşaner. Bi hunermendane honandina azadî û serkeftinê soz û peymana me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pervîn Bûldan: Divê êdî hemû kes ji bo aştiyê bixebitin
Nûçeya Pişt re Rageşiya Pakistan-Hindistanê: Pakistan lijneya nukleerê kom dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên girtiyan banga berdana girtiyên nexweş kir

Parêzvanên mafên mirovan ji bo mafên jiyanê yên girtiyên nexweş Hanîfe Aslan, Mehmet Emîn Çam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber erdheja li Efganistanê herî kêm 1.400 kes mirin

Bîlançoya erdheja bi 6 pileyî ya li rojhilatê Efganistanê ku şeva Yekşemê rû da, giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren: Ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîstî bi reformên demokratîk û garantiyan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?