Barudoxî komelgey Kurdî le Qazaxistan(1)
Witwêj legel Dr. Sîvan Se’îd, pirofêsorî hawkar le zankoy Şanşî Normal Çîn sebaret be barudoxî Kurdan le wilatî Qazaxistan. Em bernameye danî beyanî Dûşeme 24-June aste kirawe û êwarey Pêncşeme 27-June i 2024 le têlêvîzyonî Stêrk bilaw kirawetewe
Qazî: Bîneranî xoşewîst bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le bernamey emcarey rawêj da mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se’îd pirofêsorî hawkar le departimanî lêkolînewekanî rojhelatî nêwerast û nawçey deryay reş le zankoy Şanşî Normal le wilatî Çîn. Diyare brrêzyan zor car le bernamey Rawêj da êmey be ser kirdûwetewe û zor xoşhalîn em carîş le wilatêkî dûrî wekû Çînewe hatûwe û legel berêzyan çawpêkewtinêkman debê. Zor zor bexêr bêy Dr.Se’îd.
Sîvan Se’îd: Zor sipas rojtan baş!
Qazî: Zor sipastan dekem. Wa bizanim yekem qonaxit berew hatnewe bo Urûpa le Çînewe wIlatî Qazaxistan bûwe waye?
Sîvan Se’îd: Belê.
Qazî: Başe monasebetî çûnit bo Qazaxistan emcare çi bû?
Sîvan Se’îd: Pêşekî zor sipas, zor xoşhalim ke geyiştûmete Urûpa û dîsan le xizmet êwe da emro le bernamey Rawêj beşdarim. Ewey ke minî bird bo Qazaxistan le rastîda konfiransêk bû, beder lewey ke çend zankoyek hen le Qazaxistan ke wekû partner yan wekû hawbeş karî hawbeşyan heye legel zankokanî Çîn, min le layen yekêkyanewe lewê le konfiransêk bûm, le duwanî dîkeşyan da wekû mamostay zaîr, mamostay mîwan lewê çend babetêkim pêşkêş kirdûwe le ser rewşî Rojhelatî Nawîn û ew rewşe tazeyey ke lewê deguzerê be taybetî duway şerî Xeze. Leber ewe min maweyek le Qazaxistan mam. Ewey rastî bê ewe yekem carim nebû lewê, belam ewcar tozêk ciyawaztir bû.
Qazî: Başe babetî serekî konfiranseke çi bû?
Sîvan Se’îd: Ziyatir be hoy ew mede dirêjey ke le Çînewe dê bo dunya, konfiranseke le ser Çîn û Asyay Nawîn bû, ew wilataney Asyay Nawîn yan ew wilataney ke pêyan dewitrê stan, Pakistan, Efganistan, Qazaxistan, Uzbekistan, Qîrqîzistan legel Turkemenistan ewane pêwendîyekî ciyawaz û taybetîyan heye legel dewletî Çîn û le rûy abûrîyewe girîngî xoyanyan heye çunke derwazeyekin berew rûy dunya, le Rojawa û Başûrî Çînewe eger hîsabî bikeyn, leber ewe konfiransekan ziyatir pêwendîyan be Çînewe heye, minîş leber ewey le Çîn karî akadêmîk dekem beşêk bûm lew çalakî û pirogramaney ke lemer konfiransî Çîn û Asyay Nawîn heye. Ew konfiranse konfiransêkî gewreye, salane nizîkey 80, 90 babet û lêkolînewe têyda beşdarî pê dekirdrêt. Min lewê le rastîyda beşdarîm kird le babetêk da ke ziyatir pêwendî hebû be Rojhelatî Nawînewe, belam demwîst qise le ser hêzî Çîn bikem ke detuwanê çî bika le Rojhellatî Nawîn û heman numûne bo Asyay Nawînîş debêt yanî bilêm bo Central Asia, ew wilatane, be taybetî Qazaxistan lew bawere dam gewretirînyane û lew bawere dam dewlemendtirînyane, be newit dewlemende û be mewadî tebî’î zêde, îdî corêk bû le têhelkêş kirdinî ew dû herême, herêmî Rojhelatî Nawîn legel Asyay Nawîn û dewrî Çîn lew nawe da. Lewê hêndêk nîqaş û ew şitane kira. Belam beder lewe emin lewê şitî dîkem bînî ziyatir bo min întirêsant bû nek her konfirans.
Qazî: Degeyne meseleyekî girîng, dezanîn le wilatanî Asyay Nawîn û be taybetî le Qazaxistan xoşî ke wilatêkî muhacîr wergire, yanî zorbey ewaney ke lewên yanî gelanî be kemayetî kiraw ke le Qazaxistan dejîn back- ground û reçelekêkî dîkeyan heye, yanî le binawane le wilatêkî dîke ra hatûne ewê û ewe konsêpt û çemkêk legel xoy dênê ke cenabit nawit nawe ” naşwên ” dislocated. Pêm xoş bû lew çemke ra dest pê bikeyn. Ew çemke wate ” naşwên” le barî tîorîyewe çon şirove dekrê?
Sîvan Se’îd: Wişey ” naşwên” zor guncawe, kesêk ke le cêy xoy nemawe, helkendirawe le cêy xoy belam le şwênêkî tir ejî dû bûyerî esasî dête pêşewe. Yekemyan nostaljiyayek bo jiyanî pêşûy ewey ke be Englîsî pêy delên historical land ke le warî mêjûy xoy ke bab û baprî lêy jiyawin, le layekî dîkewe integre’ş legel ew wilatey ke lêy heye. Ca Qazaxistan numûneyekî girînge bo ewe; nizîkî sed cor êtnîkî têdaye. Goranî ew sed sale, ew sed sale ke Sovyet lewê hakim bûwe û Qazaxistan beşêk bûwe le Sovyet, Qazaxistan be kar hatûwe wekû cêyekî zor be pît, cêyekî zor mezin, gewre ke cêgey ewey hebûwe ke xelkî bo bnêrdirê le her şwênêkî dinyawe le jêr deselatî Sovyet da. Leber ewey zorîney ew êtnîkaney lewên be şêweyek le şêwekan ewanen ke nexwazraw bûn le şwênî xoyan da le layen dewletewe û be hoy kêşe û hoy ciyawaz ciyawazewe. Be hoy hokarî ciyawaz ciyawaz nêrdirawn bo ewê. Lew êtnîkaney ke min lewê ziyatir temaşayan dekem siyanin; Kurdekan, Tatarekan legel Çeçenîyekan.
Qazî: Bûnî Çeçenekan lewê pêwendî heye be dû şerî nawxoyiyewe le Çeçenistan û le fêdrasyonî Rûsya rûy dawe, ewane kengê geyiştûne ewê pêt wabê?
Sîvan Se’îd: Ew êtnîkane her yekeyan leber hoy ciyawaz hatûn bo ewê. Bo wêne ewey ke êsta pêy degutrê Çeçenistan şwênêke ke hîç şerî têda nîye, beşêke le naw Rûsyay fêderal daye û diyare ewe çone. Kêşeke le naw xoy bûwe û pêwîstî bewe nebûwe xelkî lê der bikrê bew şêweyey ke heye. Belam be hoy kêşey nawxoyiyewe, be hoy şerewe hêndêk le xelkekey neyanwîstûwe le naw nawçey şer da bin çûnete Qazaxistan dewletîş temaşay kirdûwe û hîç rêgrîyekî lewe nekirdûwe.Meseley Çeçenekan eweye. Belam meseley Tatarekan meseleyekî ciyawaztire ke ewane nîweyan tawanbar kirawin be xeyanet le dewletî Sovyet. Ew hîkayetane hemû î zemanî Stalin e û ew kêşaney ke ew serubendî rûyan dawe. Ziyatir min le ser ew çend sale cextim kirdûwe ke Stalîn îdî hêz degrête dest û temaşa deka komelêk kêşe heye debê be rêgay tundî û qewetewe cêbecê bikrê û be şêweyekî zor qehrî û qesrî û xirap, hêndêk lew êtnîkane be taybetî Kurdekan û Tatarekan denêrête şwênî dûr, patrawyan deka be zimanî Kurdî zor petî. Deyanêrête şwênî dûr û lewê hezar core meynet û eşkence debînin heta degene emro ke ême basî dekeyn.
Dirêjey heye…