Barudoxî komelgey Kurdî le Qazaxistan(2)
Ca ewe bo min girînge basî ewe bikem ke le salî 1937we heta ewro le nizîkî ew newed sale da ew dû çemkey ke min deyhênim le encamî ewey ke xelik dislocate debê le encamî ewey ke le cêy xoy namênê, hem nostaljiyayekî heye bo wilatî xoy, hem integrationêkî pêwîste le wilatî xanexwê.
Qazî: Êsta bêyne ser barudoxî community Kurd ke lewê heye. Diyare emin babetêkim lew bareyewe xwêndewe wa bizanim statsitîk, amarêkî resmî ewto bedestewe nîye, be pêy ew meqaleye layenêk delên 40.000 û layenêkî dî wate Kurdekan xoyan ke lewê hen delên jimareyan 200.000 e belam wa bûwe le zemanêk da ke xelik hatûne Qazaxistan neyanwîstûwe be nawî xoyan belam renge wek Azerî nawî xoyan nûsîbê. Diyare wekû xelkî bûmî Kurd lewê nebûwe pêştir wanîye?
Sîvan Se’îd: Belê ewe wilamekey nexêre, lew şwêne da ke pêy degutrê Qazaxistan meger be rêkewt wekû êsta le Çîn. Le Çîn êsta community Kurd nîye belam takutera hen deçin lewê dexwênin. Êsta emin lewê kar dekem natuwanîn bilêyn Kurdekan le Çîn dejîn. Bew şêweye belam ewey ke rûdawêkî mêjûyî rûy dawe xelik xirawnete naw qîtarewe û nardrawin bo ewê û teb’îd kirawin, şitêkî awa le Qazaxistanê le pêş 1937 da nebûwe. Le sê merhele da Kurd hêndirawin bo ewê. Le salî 1937 yanî duway ewey ke ew êntîtîye nafermîyey ke pêy degutrê Kurdistana Sor ewe derûxêt, le salî 1931 derûxêt belam hêndêk kes delên le salî 1929. Ew çend sale lewê Kurdan lewê le beynî berdaşêkî kêşey nêwan Azerîyekan û Ermenîyekanin, lewêda nasêney Kurdî teqrîben be şêweyek m’ameley legel dekrê ke nîweyan delên emane êzîdîn, nîweyan delên emane Kurdin, Kurdekan delên ême êzdîn bes Kurdîn, nîweyan delên nexêr ême bes êzîdîn Kurd nîn lewêda ciyakarîyekî quh, xirap rû deda lew nawe da. Ewaneyan ke êzîdîn ziyatir be cê dekrên le cêgay wek Ermenistan û Gurcistan da belam ewaneyan ke Kurdî Sunîn teqrîben le seda sed ewane geyiştûnete Qazaxistan.
Qazî: Yanî ewe be anqest kirawe le layen karbedistanî dewletewe?
Sîvan Se’îd: Le Sovyet belê. Ewane leser sinûrekanî Turkiya bûn, le ser sinûrekanî ew şwênaney ke le jêr deselatî Sovyet dan belam pêyan waye ewane xerîkî xiyanetin le dewletî xoyan. Bûyerêkî zor naxoş heye ke emin lêre hez dekem basî bikem. Eweye ke rojêk le rojan beyanîyek zû ordûy Sovyet dêt bo ew şwênaney ke Kurdî lê dejîn le ser sinûrî Qars û le ser sinûrî Azerbaycan û Nexcewan û ew şwênaney ke le rûy mêjûyiyewe êsta car car Nagorno Qerebax yan Artsaxî pê delên dên bo xanewadeyek ke bo wêne daykêk û bawkêk û şeş hewt mindalin delên gewretirîn nêr lew male da kêye eger serûy çuwarde sal bû bê îtir bawk bû yan bira gewre hênawyane birdûyane kuştûyane. Birdûyanin nazanîn kûjrawin yan na duwayî le dakîwmêntekanda derdekewê. Min detuwanim bilêm nizîkî çil xanewade ewaney ke kem ta zor qisem legel kirdûn, hêndêkyan basî ewe deken, legel çend kesêkyan qisem kirdûwe çil xanewade beyanî ke heldestin le xew deyanben.
Qazî: Başe ewey ke gutûyane be şêwey zarekîye îdî. Le weçeyek ra hatûwe geyiştûwete weçeyekî dî, çunkû ewaney ke ew base degêrnewe bo xoyan ew demî legel nebûn. Wa nîye?
Sîvan Se’îd: Ewaney ke basî deken bo wêne yekî wekû pirofêsor Nadirov ew boxoy pênc sal temenî bûwe ke bira gewrekey birawe win bûwe, duwayî ke teb’îd kirawin xirawne naw tireynewe em legel daykî û çend mindal nîweyan mirdûn. Degêrnewe ke le naw ew tireyne da rêge nebûwe xelik hîç xuwardin bixwa ya her hîç şitêkyan pê bê, her ke xuwardinêk ke xoyan pêyan bûwe xuwardûyane, rêge nebûwe biçne tuwalêt, ewe î zemanî salî 1937 e. Ew sale le hemû narehettire, duwaye ke dêne her stationêk her kes mird bê lenaw tireyneke firêyan dawete xuwar yanî le xanewadeyekî de kesî renge dû ta sê kes tuwanîbêtî bergey ewe bigrê û bijî û bimênê. Duway ewe her kesêkyan heldabête xuwarewe le stationêk da
Qazî: Başe bo ewe belgey mêjûyî heye yan her rîwayete?
Sîvan Se’îd: Ca êste qise le ser belgey mêjûyî dekem. Ewe rîwayete ewey emin deylêm belam duway çend salêk le Soviyet ke Kurd debête neslî dûwem ke wirde wirde xwêndewaryan têda durust debê, degene Mosko dexwênin debin be pirofêsor, degene naw dewlet, le naw dewlet da ew dakîwmêntane derdênin denûsrêt ca êsta emin wîstim eme wekû dakîwmêntêk bilêm. Biray gewrey pirofêsor Nadir Kerîmovîç Nadirov, apê Nadirî pê delên le Qazaxistan, kesêkî be naw u deng bûwe, çuwar sal lemewpêş wefatî kirdûwe, ‘almêkî kîmya bûwe. Ew kate ew mewalîdî 1932 ye ewe 1937 rûy dawe. Yanî 5 sal temenî bûwe 1932 bo 1937. Bîst sal duway ewe ke dakîwmênt dête derewe ‘Ebdulay biray ke bira gewreyan bûwe le katêk da xwêndewarî nebûwe belam tawanbar kirawe bewey ke eme endamî muxaberatî Iran û Turkiyaş bûwe, le ser ewe ê’dam kirawe. Teb’en ew beyanîyey ke delêm hestan birdinyan mindalekanyan xistûwete tireynewe û ewanîdîyan kuştûwe, ew beyanîye kes ewe nazanê ke kê bûwe û çon bûwe eme be rîwayet gêrdirawetewe belam duwayî le dakîwmênt da nûsrawe ke emane muxaberatî Iran û Turkiya bûn û djî dewletî Sovyet xebatyan kirdûwe le ber ewe be xiyanet tawanbar kirawin û ê’dam kirawin. Ewe dakîwmêntin hen, belam ewey ke wekû min deylêm rîwayete eweye girîngîyekey lewe daye emin hawterîb ke qise le ser ewe dekem, bîr lew bûyerane dekemewe, bîr lew dû çemke dekemewe ke nostaljiyay ewan bo wilatî xoyane û întêgre bûnî le wilatî xanexwê da.
Qazî: Wecbey yekem ke hatûn le kwêyan damezrandûn? Birdûyanne dêhat yan le şar dayanmezrandûn?
Sîvan Se’îd: Wek ‘erzim kirdî dû şit zor girînge lêre da bîlêm, le her sitasyonêk da kê mird bê firêyan dawete xuwarewe. Ewaney ke hatûn le çend şwênêk damezrêndirawin bo wêne xanewade hebûwe kurêkyan heldawete xuwarewe heşt sed kîlomîtir lewîdîkeyan dûrtire duwaye be hezar narehetî yektiryan dozîwetewe.
dirêjey heye…