Maden gefê li jiyana li navçeya Gexî ya Çewlîgê dixwe. Qadên ku ji ber gelî û bedewiya xwe ya xwezayî divê weke parka neteweyî bêne ragihandin, bi destê sermayeyê qulqulî bûne; li herêmê karê çêkirina bendav, maden, tunel û lêgerîna bi siyanurê tê kirin. Madena li geliyê Perî ya ku bandorê li 5 gundan dike û ji aliyê Madenkariya Metal a Çewlîgê ve tê bikaranîn, li nava gundiyan bûye cihê nerazîbûnê. Madena ku çiyê qul dike û kanê vedike, her wiha bi gola ku ji ber ava xwe ya qirêj Çemê Perî gemarî dike, li herêmê gefê li jiyana zindiyan dixwe. Ava li golê hem ji aliyê heywanan ve tê vexwarin hem jî ava gundiyan a avdana bexçeyan qirêj dike.
AVA GOLA QIRÊJ A MADENÊ DIHERIKE NAVA ÇEMÊ PERÎ
Li qadeke ji 500 hektarî ya li navçeya Gexî ya Çewlîgê ku gundên Eskîkavak, Îlbey, Maltepe, Aysakli û gelek gundikên van gundan lê ne, madena ji bo peydakirina çînko û zîv hate vekirin, di sala 2022’an de piştî ku biryara ‘ÇED Erênî’ wergirt, dest bi kar kir. Li gel nerazîbûna gundiyan jî şîrketê li qadê dest bi kar kir û di demeke kurt de li çiyayê ku kan lê daniye dest bi kar kir. Li herêmê ku rîska ezazê heye, şîrketa ku kolandinê dike piştî astengiya walîtiyê karê xwe rawestand. Şêniyên gundê Arikê yê ser bi gundê Eskîkavakê anîn ziman ku kan hem avê hem jî hewayê gemarî dike û gefê li çavkaniyên wan ên debarê û jiyanê dixwe. Gundiyên ku sala 1993’an ji ber zextên siyasî carekê ji gundên xwe koç kirin, diyar kirin ku ew naxwazin careke din koç bikin û dixwazin karê madenê bêyî ku zerarê bidin hawirdorê bê meşandin.
JEHRÊ DIDIN ME, EM NAXWAZIN CAREKE DIN KOÇ BIKIN
Gulşen Yaray anî ziman ku ji dema bendav ava bûye û vir ve hewa guherî ye, ji dema madenê dest bi kar kiriye û vir ve jî zerar zêde bûye û got, “Av diçike, bexçeyên me hişk dibe, zeviyên me bê av dimînin. Piştî çiyê dest pê kirin ku li pişt gund jî madenê vekin, dest bi kolandinê kirin, lê sekinandin. Bê navber madenê vedikin, piştre jî erdhej rû dide. Em êdî madenê naxwazin.” Yaray ragihand ku ji ber karên bi jehri heywan, giha û mirov bi bandor dibin û got, “Me carekê koç kir, em naxwazin careke din ko bikin. Şensê me nîne ku li cihekî din bijîn. Mala me nîne, çavkaniya me ya debarê nîne. Sê zarokên min ên astengdar hene, nikarin li cihekî din bijîn. Gundê me li vê derê ye, xaka me li vir e, debara me li vir e. Ji bilî vê derê em nikarin li cihekî din bijîn.”
AVA PAQIJ NAMÎNE
Ji gundiyan Îsmaîl Yaray jî ragihand ku li binê Geliyê Perî karê madenê dewam dike, li kêleka madenê jî golek ji ava qirêj çêbûye û ev av jî yekser diherike nava Geliyê Perî. Îsmaîl Yaray got, “Heywanên me vê avê vedixwin, em vedixwin, zebzeyên me pê têne avdan. Maden tevlî avê dibe, her tiştî gemarî dike. Ava paqij namîne.” Yaray destnîşan kir ku zerar hem li xwezayê hem jî li mirovan dibe. Yaray diyar kir ku rîska heyelanê zêde bûye, çavkaniyên debarê tine dibin û got, “Şîrket tenê li xwe difikirin, bi kêrî mirovên li vê derê nayên. Dibêjin ku ew li gorî ûsûlê dikin, lê belê kulîlk, dar tine bûn, gef li ser mêşvaniyê ye.” Yaray nerazîbûn nîşanî karên madenkariyê da.