Lêkolîna ku ji hêla tîmek lêkolînê ya navneteweyî ve hatî kirin, di kovara pispor a “Nature Geoscience” de hate weşandin.
Ki gorş pêşbîniya tîma lêkolînê di 250 mîlyon salan de hemû parzemîn dê di yek parzemîna super de bibin yek.
Li gorî modelên avhewayê yên ku ji aliyê lêkolînerên Brîtanî, Emerîkî, Çînî û Swîsreyî ve hatine çêkirin, wê hingê rûyê erdê ew qas germ bibe ku êdî jiyan ji bo mamikan namîne û ew ê bigihêje sînorên xwe yên fîzyolojîk.
Li gorî nivîskarên lêkolînê, germahiya ji 40 pileyî ji bo demeke dirêj dikare bibe sedema mirina gelek cureyên mamikan. Her wiha tê têxmînkirin ku nem jî wê bandorê li stresa germê bike.
Li gorî Jonathan Buzan ji zanîngeha Bernê ku yek ji nivîskarên lêkolînê ye, heta niha dihat texmînkirin ku şert û mercên avhewayê yên bi vî rengî dê di nav çend milyar salan de li ser rûyê erdê pêk werin.
Lekolînvan diyar dikin ku guherîna gav bi gav avhewa ya ku niha tê dîtin dibe ku hin deverên cîhanê bê asta jiyan lê nemîne.
Bi vê re di destpêkê de hate fikirîn ku mamik dikarin li perçeyek gerstêrkê di dema germbûna zêde de jî jiyana xwe bidomînin.
Lêbelê di demeke dirêj de, roj wekî hemû stêrkan biriqandina wê bidome û dinya herî dawî were asta ku jiyan lê nemîne. Jonathan Buzan dibêje: “Di çend mîlyar salan de, tîrêjên rojê dê ewqasî xurt bibin ku dinya pir germ bibe.”
Lêkolîner bikaranîna modela avhewayê, germahiyên ku dê li parzemîna super ku dê 250 mîlyon sal şûnde çêbibe.
Jonathan Buzan diyar dike ku di dema çêbûna parzemîba super de, wek Pangea, bi qasî 175 mîlyon sal berê, her carê bi awayekî germahî pir zêde dibe.
Tîma lêkolînê diyar kir ku şert û mercên jeolojîk û erdnîgarî yên parzemîna super ku dê çêbibe dê bibe sedema zêdebûna asta karbondîoksîtê ya li atmosferê û ew jî rê li ber zêdebûna germahiyê veke.
Dîsa, ji ber ku perav ji hev dûr in, ne mimkûn e ku baran li hundirê wê bibare.
Bi giştî, lêkolîner texmîn dikin ku li ser parzemîba super tenê ji sedî 8 mamik wê bijîn. Kêmbûn û cudabûna gelan dê bibe sedema zêdebûna metirsiya tunebûnê.
Ji bo amatoran 250 mîlyon sal dibe ku wekî heta hetayê xuya bike. Lêbelê, Jonathan Buzan destnîşan dike ku mamikên pêşîn tenê 300 mîlyon sal berê li ser rûyê erdê hatine dîtin. Ger pêşbîniyên lêkolîneran rast derkevin, heyama ku mamik li ser rûyê erdê dijîn, tenê beşeke piçûk a 4,6 mîlyar salên dîroka gerstêrkê temsîl dike.
Jonathan Buzan diyar dike ku ev encam ji bo gerstêrkan jî derbasdar in û ji ber vê yekê ji bo lêkolînên li ser jiyana derveyî erdê jî bandorê dike: gerstêrkên din jî, heke jiyan di demek kurttir de ji ya ku tê texmîn kirin, ango di nav çend mîlyon salan de pêş bikeve îhtîmala dîtina şopên jiyanê kêm e.