Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî û qanûnî çi ji dest kê tê divê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê xwîn çû ser mejiyê wî, car din birin girtîgehê: Rewşa wî xirab e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Modela Swîsreyê: Ji şer ber bi lihevkirinê ve, avakirina sazîtî ya piralîbûnê-2

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê navçeya Sîlîvrî ya CHP’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 15 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê: Em ê bi gel re li dijî narkotîkê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şehîd Arîn û Cîger li Şengalê hatin bîranîn
Kurdistan

Şehîd Arîn û Cîger li Şengalê hatin bîranîn

Şehîd Arîn Ararat û Cîger Qîranî li Şengalê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gerîlayên HPG’ê Arîn Ararat û Cîger Qîranî yên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de endamên Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel amade bûn. Şehîd Arîn Ararat di Kanûna 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de, Viyan Hebabî li ser navê Fermandariya YBŞ-YJŞ axivî. Wê di şexsê şehîd Arîn Ararat û Cîger Qîranî de, tevahiya şehîdên xeta azadiyê û şehîdên 74 fermanan bi bîr anî û sersaxî ji her du malbatan û civaka Şengalê re xwest.

Hebabî li ser tekoşîna herdu cangoriyan got: “Her kes dizane ku sedema rakirina çekan ji aliyê van hevalan ve çi bû û çawa bû. Herdu hevalan li ber zilmê tu carî serî netewandin û xwe ji bo civaka xwe heya kêliya dawî kirin feda. Em ê bibin minetdarên van hevalan.”

Fermandar Viyan Hebabî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger sekinîn û mayîna me li ser axa me hebe, ew jî bi saya van şehîdan e. Em weke rêhevalên wan, weke şopdarên rêya wan, weke civaka Êzidî bi şehadeta wan serbilind in û rêya wan a tekoşînê heya dawî didomînin. Em dubare sersaxiyê ji tevahiya civaka Êzidî, malbat û hezkiriyên wan re dixwazin. Bila serê Rêber Apo sax be û şehîd namirin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, dayîka Şehîd Tîrêj, Berfê Eliyas axivî. Berfê di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji tevahiya civaka Êzidî û malbatên cangoriyan re xwest û got: “Ger hevalan di wan şert û mercan de berê xwe dan çiyayên azad, sedem ew bû ku dixwestin tol û heyfa 74 fermanan hilînin. Ev herdu heval bûn ku ji taliya fermanan filitî bûn. Wan navê xwe li dîrokê nivîsand. Xeta wan a hilbijartî, xeta şehîdan bû ku di fermana sala 2014’an de bi dayîk û xwîşkên wan ve hatibûn.”

Eliyas anî ziman: “Em ne poşman in ku zarokên me yên weke Tîrêj, Arîn û Cîgeran li çiyayên azad şehîd bûne û li dû heyfa qîrîna dayîk û xwîşkên xwe ketibûn û heya kêliya jiyana xwe li ber xwe dan û şehîd ketin. Em dubare sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe û dost û hevalên wan re dixwazin û dibêjin ‘Şehîd namirin, Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Gerîla’.”

Li ser navê Malbata Şehîd Arîn, bavê wê Qehtan Elî jî axivî û xêrhatina her kesê amadebûyî kir. Wî dest bi axaftina xwe kir û got: “Di nava van salên derbasbûyî de me gelek bedelên giranbiha yên mîna Mam Zekî, Zerdeşt, Dijwar û Egîdan dan. Helbet bi şehadeta wan hevalan em pê serbilind in.”

Qehtan Elî behsa kesayetiya keça xwe kir: “Arîn di sala 2015’an de beşdarî nava refên leşkerî bû. Bi dehên yên mîna Arîn berê xwe dan xeta herî pêş û li hemberî êrîşên li ser civaka xwe şer kirin û li ber xwe dan û şehîd ketin. Em bi şehadeta wan serbilind in.”
Elî diyar kir: “Raste şehadet bi êş e, lê êşeke xweş e. Êşa şehadetê ji hemû êşan xweştir e, ji ber ku bi saya wê şehadetê bi hezaran gel hatin rizgarkirin û ji wê mirina bi êş hatin rizgarkirin. Ji ber wê em dibêjin êşa şehadetê xweş û bi wate ye.”

Elî herwiha anî ziman: “Hêzeke ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ava bibe, bila her kes wê hêzê nas bike. Em bi şehîdekî û diduyan xilas nabin, keç û xortên Êzidiyan pir in. YBŞ û YJŞ pir in û xwe li ser fikra Rêber Apo roj bi roj bihêztir dike. Ev hêz heya niha civaka me ji her cure xeterî diparêze û wê biparêze jî, ji ber em hêza xwe ji civak û gelê xwe digirin. Van canê xwe li ber welatê xwe dane, van rûmeta gelê xwe parastiye, ev in Şehîd.”

Bavê Şehîd Arîn di dawiyê de got: “Em ji her dera Kurdistanê û her parçeyê Kurdistanê re amade ne ku canê xwe bidin, ji ber ku ev exlaqê Rêbertiya me ye û em xwe li ser perwerde dikin û dubare silavên xwe ji tevahiya Malbatên Şehîdan re rêdikin û ji wan re dibêjin serê we sax be û serê Rêber Apo sax be.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê jî bi nameyekê sersaxî ji malbata Arîn Ararat û civaka Êzidî re xwest.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin a aramiya çiyê: Şehît Ararat Bawer
Nûçeya Pişt re Li navendeke bazarê ya li Iraqê şewat: Bi dehan kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Metîna û Xakurkê 3 leşkerên Tirk ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dibe ku Îsraîl û Hamas di nava hefteyek-du hefteyan de li hev bikin

Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku di şerê Xezeyê de agirbest dibe ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Sala 2024 ji bo xebatkarên alîkariya mirovî yên herêmî salek tirsnak bû

Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) ragihand ku xebatkarên alîkariyên mirovî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî û qanûnî çi ji dest kê tê divê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê xwîn çû ser mejiyê wî, car din birin girtîgehê: Rewşa wî xirab e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê şehadeta şervaneke xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?