Bi Mîndy yê wek prototîpê hezar sal bi şûn de yê mirov tê xeyalkirin bal bi ser 6 hemanên guherbar de tê kişandin. Prototîpê bi 3D’yê hatiye çêkirin tiştekê xeyalî ye. Pêkhatin û nehatin wê bi demê re diyar bibe.
- Teşeyekê xûz, stû û girmilên bi qews. Tê eşkerekirin ku ev ji ber aktîvîteyên bi hêsanî tên kirin lê hewceyê sekinandina rast nakin, çêdibe.
Xebata bi kompîturê û bikaranîna telefonên biaqil wek sedemên êşa piştê tên dîtin.
Mirov sere xwe xwar bike û telefonê bi kar bîne, zor digihîje stûyê mirov. Bi salan bi şûn de, ji ber vê sedemê, dibe ku berê stûyê mirov tim li xwarê be.
- Tê pêşbînîkirin ku hêdî bi hêdî teknolojî û jîriya çêkirî şûna xebat û kirinên bi destan bigirin. Bi vî awayî wê dest û mil bi tenê li gor girtina telefonê teşe bigirin.
- Jixwe bi lêkolînê hat çespandin ku ekran ji çavên mirov re ne baş in. Ekran dibin sedema êşa ser, westan û nedîtinê.
- Bi ya pisporên bi rêya FreeForwardê hatin ba hev, wê laşê mirov bi roniya şîn a jê re zerar e hêdî bi hêdî li hev bikin.
Du hîpotez hene; ya wê çav bixwe xurt bibe û lenseke berxwedêr li dijî roniya şîn çêbike ya jî wê pelikekê çav ê duduyan çêbibe û wê bi tenê ji bo parastina vê roniyê be.
- Qafikekê ser ê zexmtir.
Pêlên ji telefonên biaqil belav dibin, ji mêjiyê mirov re ne baş in û dibe ku wicûd ji bo parastinê li derdora mêjî komikekê ji hestiyan çêbike ku bikare bertek bide.
- Mêjiyekê piçûktir.
Xebat zêde teorîk e û li gor xebatê bi rêya rehetî û sûda ji pêşketineke piçûk a teknolojîk çêdibe, kapasîteya mêjî tune dibe.
- Mirov kintir dibe
Êdî sax mayîna mirov, wê ne li gorê mezinahî, hêz û wd. be. Ên ku teknolojiyê herî baş bi kar bînin û bi rê ve bibin wê sax bimînin û ji wê boneyê navê ku mirov mezin be.