Pêncşem, 23 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî ji bo ‘Mafê Hêviyê’ pêşnûmeqanûn pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 520 kesî daxwaza rawestandina cezayê darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li rojnamevan Oznûr Deger cezayê girtîgehê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    8 ciwan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îfadeya sûcdarê sêyemîn ê doza kuştina Hakan Tosûn weke şahid hatiye girtin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û PDK’ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên DYE’yê li Panamayê tatbîqat kirin, gelo hedef Venezuela ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan: Em ji bo Rêber Apo li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwişka girtiya 30 salan: Divê dawî li dîlgirtinê bê anîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed: Em ê bi piştevaniya jinan Sûriyeya demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvanan bang li Nasim Gulamî kirin ku dawî li greva birçîbûnê bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Jin nebe Sûriyeyeke demokratîk ava nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştgirî da jinên ji Ekvadorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Bahoz Zerdeşt fermandarekî fedayî yê Apoyî bû
Kurdistan

HPG-NRÇ: Bahoz Zerdeşt fermandarekî fedayî yê Apoyî bû

HPG-NRÇ’ê nasnameya Bahoz Zerdeşt ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, eşkere kir û got, “Fermandarekî me yê fedayî yê Apoyî bû ku ji bo gelê me bi rola dîrokî rabû û di asta pêşengiyê û mînak de beşdar bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Ewladê bi wêrek ê gelê me yê Serhedê, milîtanê pêşeng ê partiya me PKK’ê û fermandarê me yê fedayî yê Apoyî hevrê Bahoz Zerdeşt Serhed 8’ê Adara 2024’an di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Gelê me yê Serhedê mexdûrê komkujiyên Agirî û Zîlanê ye. Ewladê bi wêrek ê gelê me yê Serhedê hevrê Bahoz bi eşqek mezin, biryardarî û hesta tolhildana dîrokî tevlî PKK’ê bû. Bi baweriya xwe ya li hemberî Rêber Apo, xwe bi temamî fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Bi fedayîtiyeke ewqasê mezin tevlî doza azadiyê bû ku; bû sedem du xwişk-birayên wî, hevjîna wî, xizmên wî û gelek mirovên wî yên din jî beşdarî têkoşîna azadiyê bibin. Hevrêyê me Bahoz bi tevlîbûn, sekin, pratîk, milîtaniya fedayî ya Apoyî ya di şexsê xwe de şênber kirî, fermandarî û hevrêtiya xwe ya heqîqî bala her kesê dikişand. Ji bo doza azadiyê bêteredut û bêtirs şer kir. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê çi bike, kêm dît. Timî hîs dikir ku deyndarê gelê xwe ye û hewl da hîn bi bandortir têbikoşe. Hevrêyê me Bahoz fermandarekî me yê fedayî yê Apoyî bû ku siberoja wî ronî bû, ji bo gelê me bi rola dîrokî rabû, di asta pêşeng û mînak beşdar bû.

Çîroka têkoşînê ya hevrêyê me Bahoz û malbata wî, di heman demê de bi cewherî dîroka gelê Kurd û Kurdistanê jî nîşan dide. Di şexsê fermandarê bi wêrek hevrê Bahoz de yê ku Kurdistan jiyan kir û da jiyankirin, em hemû şehîdên leheng ên malbata Atsak bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata me ya welatparêz a hêja û gelê Serhedê, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê bibin şopdarê soza ku me daye şehîdan.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Bahoz Zerdeşt Serhed bi vî rengî ne:

Nasnav: Bahoz Zerdeşt Serhed
Nav û Paşnav: Avnî Atsak
Cihê Jidayikbûnê: Ebex
Navê Dayik – Bav: Pakîze – Medenî
Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Adara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Bahoz weke fermandarekî fedayî yê Apoyî yê ku xwe, gelê xwe û welatê xwe baş nas dike û dizane, di raporeke ji Tevgera Apoyî re nivîsandî de xwe daye naskirin. Hevrê Bahoz bi pênûsa xwe biyografî û heqîqeta xwe bi van gotinan aniye ziman:

‘Ez li navçeya Ebex a Wanê hatim dinê. Malbata min giştî welatparêz e. Ji malbatê tevlîbûn, şehadet û yên girtiyên siyasî hene. Malbata min çêkera xwe ya eşîrê diparêze. Weke eşîra Sipkî ji ber ku me komkujiyên Agirî û Zîlan jiyan kir, me koçî Ebexê kiriye. Kêliyên dramatik ên ji vê demê, bûye sedem ku di malbatê de hestên welatparêziyê zêde bibin. Ji malbata xwedî 10 zarok, ez zarokê duyemîn im. Ji ber ku rewşa ekonomîk a malbata min lewaz e, min tenê heya dibistana seretayî xwend. Ji ber ku malbat di destpêka salên 1990’î de bi aktîf tevlî têkoşîna welatparêz bû, di salên 1994-95’î de ji ber zextên dewletê bavê min, mamê min û xalê min û gelek kesên din ji malbatê hatin girtin, beşekî malbatê neçar ma ku koçî Stenbolê bike. Piştî demek kurt, di sala 1999’an de min di baskê ciwanan a partiya siyasî de bi aktîf dest bi xebatê kir, qasî 3 salan min di asta berdevkiyê de wezîfe meşand. Lê belê min dît ku bi têkoşîna partiyê ya siyasî encamek têrker nayê girtin û min biryar da ku weke şoreşgerekî profesyonel tevlî têkoşînê bibim û di sala 2004’an de ez beşdarî Tevgera Apoyî bûm. Li qadên cuda min wezîfeyên cur be cur meşand. Di encama israra min de, sala 2007’an ez hatim çiyê û derbasî HPG’ê bûm. Piştî min perwerdeya şervanên nû li Xakurkê dît, ez derbasî Zagrosê bûm. Qasî 4 salan ez li Zagrosê mam. Di sala 2011’an de ji bo perwerdekirina hevalên nû beşdarî gerîla bûne û ji bo beşdarbûna xebatên rêveberiyê, ez derbasî qada Zagrosê bûm. Heta Bihara 2013’an, ez di vê xebatê de mam. Li ser esasê hem pêdiviya min a perwerdeyê, hem jî xwesteka min a derbasbûna qada pratîkê, min pêşniyar kir ku perwerde bibînim û ez tevlî perwerdeya li Akademiya Hakî Karer bûm. Armanca min a esas a di perwerdeyê de; ew bû ku parêznameyên Rêbertî hîn baştir fêm bikim û kûr bibim û li ser vî bingehî kesayeta xwe fêm bikim, xwe ji pratîkê re amade bikim û di heman demê de pêvajoya pratîkê bi rastî û kêmasiyên wê re lêpirsîn bikim, pêvajoyeke hesab dayînê ya rast jiyan bikim û pêşketineke xurt pêk bînim. Li ser vî bingehî ji bo derbaskirina nebesiyên xwe, di xisûsa pêşxistina tarz û rêbazê rast de ez bi biryar im. Li aliyê din dersa dîroka jinê ya ku min cara ewilî dîtî, lêpirsînek bi min da jiyankirin. Li ser xeta azadiya jinê, ez di nava lêhêrbûnê de me. Lê belê li pêşberî xeta fedaî ya bilind a hevrêyên Zîlan û Bêrîtan, her wiha li pêşberî bîranînên hevrê Şehîd Rojîn Gewda û Şehîd Rûken ku dema li Zagrosan bûm, min jiyan û hevrêtiya wan ji nêz ve dît, ji bo sekna xwe sererast bikim dixwazim hewl bidim’.

Hevrêyê me Bahoz bi rengekî gelekî zelal, sade û kûr xwe bi hevrêyên xwe da naskirin. Lê belê mîna her şoreşgerekî Apoyî bi dilnizmî tevgeriya ye, serketin û pratîkên ku bi dest xistine weke nirxên tevgerê dîtiye. Bi tenê kêmahiyên di pratîkê de aîdê xwe dîtiye, rexnedayîna wê daye û bi vê seknê tevkariyek mezin li doza azadiyê ya gelê me kiriye. Di heman demê de meşeke şoreşgerî ya lehengî ya hevrêyê me Bahoz heye ku hevrêyên wî jê re şahidî kirine.

Belê mîna ku hevrê Bahoz jî anî ziman, ew ji malbateke welatparêz tê. Lê belê yê ku di nava malbatê de pêşketineke mezin pêk anî hevrê Bahoz bi xwe ye. Ji bo xwişk û birayên xwe, hevser û xizmên xwe yên nêz tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bike propagandayên gelekî bi bandor kiriye. Ji bo tevlîbûna nava refên gerîla rê li ber malbat, xizm û gundê xwe vekiriye û bûye wesîle ku gelek tevlîbûn çêbibin. Hin ji xizmên wî yên nêz ên tevlî gerîla bûn di dem û cihên cuda de gihîştin şehadetê, hevrêyên me yên din ên milîtan ên Apoyî jî li qadên cuda yên Tevgera me bi lehengî têdikoş in. Hevrê Bahoz di sala 2005’an de ji bo tevlîbûna xwişk û birayê xwe nava gerîla, rol lîstiye. Birayê wî hevrê Hakî- Yasîn Atsak ê tevlî nava gerîla bû di 17’ê Hezîrana 2017’an de li qada Şenkaya ya Erzîromê di dema pevçûna bi dijmin re gihîşt şehadetê. Hevrêya me Delîla- Eylem Atsak, ku di heman demê de hevser û keç mamê wî ye 24’ê Îlona 2015’an di Operasyona Şoreşgerî ya li Beytûşebabê şehîd bû. Hevrêyê me Dogan-Cafer Atsak ku kurê mamê wî ye di sala 2009’an de li Ûrmiyeyê şehîd bû. Keç mamê wî Ronahî- Ozlem Atsak 6’ê Îlona 2020’an li herêma Şêx Cûma ya Garzanê di şerê li dijî dijmin de heta guleya xwe dawî li ber xwe daye, ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bombeyê xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê. Kur mamê wî Mahîr- Ferhat Atsak di 17’ê Tîrmeha 2022’yan de li navçeya Licê ya Amedê heta guleya dawî li hember dijmin şer kir û gihîşt şehadetê. Li vê derê hevrêyê me Bahoz weke ewladekî pêşeng ê malbateke hêja ku ewladên ewçend leheng, hêja û qehreman ji bo têkoşîna azadiyê feda kiriye, weke şoreşgerekî tevgeriyaye. Hevrêyê me Bahoz di çalakiya li dijî karakola Bezelê de rolek bi bandor lîstiye, ji ber vê ji aliyê hevrêyên xwe ve hatiye xelatkirin. Hevrêyê me ji Zagrosan heta Avaşîn û Garê pratîk meşandiye û fermandarî kiriye.

Hevrêyê me Bahoz piştî ku li Akademiya Hakî Karer perwerde dît, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku paya xwe ji mirovbûnê negirtine û êrîşê gelê me kirin, pêşî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û piştre jî li Şengalê şer kiriye. Hevrê Bahoz bi lehengiyeke mezin pêşengî ji vî şerî re kir û di sala 2015’an de birîndar bû. Di vî şerî de ji herdu ling û milê xwe birîndar bû. Hevrê Bahoz bi fedakirina tevahiya malbata xwe û xwe bi têkoşîna azadiyê re roleke dîrokî lîst. Sekn, wêrekî, hevrêtî, dilsoziya bi têkoşînê re, meşa bê dudilî di xeta şehîdan de û hevaltiya wî ya jidil ew kiriye fermandarekî mînak.

Piştî ku wezîfeyên xwe yên dîrokî yên ji bo gelê me yê Êzidî bi cih anî, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tecrubeya mezin a bi dest xistî ya bi salan, li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlum Dogan di pêvajoya perwerdeyê de bi hevrêyên xwe re parve kir, bi perwerdeyên dîtî armanc kir ku xwe bike fermandarê serketina demê nû. Piştî perwerdeyê car din derbasî qada pratîkê bû, têkoşîna xwe bilind kir û hewl da ji bendewariyên Rêbertî, şehîdên me û gelê me re bibe bersiv.

Hevrêyê me Bahoz bi eşqek mezin bû dilsozê gelê Kurd, welatê me Kurdistan, şehîdên me yên ezîz û Rêberê me Apo ku em deyndarê wî ne. 8’ê Adara 2024’an dema li ser wezîfeya xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû. Çîroka têkoşînê ya hevrêyê me Bahoz û malbata wî, di heman demê de bi cewherî dîroka gelê Kurd û Kurdistanê jî nîşan dide. Em fermandarê leheng Bahoz ê ku di şexsê xwe de Kurdan jiyan kir û da jiyankirin, bi rêzdarî bi bîr tînin, em soz didin heta ku em armanc û xeyalên wî pêk tînin, em ê têbikoşin û bîranîna wî timî bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê şehîdên Pirsûsê bi bîr anî
Nûçeya Pişt re DYE’yê ji bo rawestandina êrîşên li ser Durziyan bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘HRE li gorî hemû yasayên navneteweyî rewa ye’

Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku HRE bi hemû operasyonên xwe, dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnex û Colemêrgê operasyon

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê û Colemêrgê dest bi operasyonekê…

Ji aliyê Stêrk TV

KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), ragihand ku di nava 6 mehên pêşîn ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YNK û PDK’ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Leşkerên DYE’yê li Panamayê tatbîqat kirin, gelo hedef Venezuela ye?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?