Huner karekî xuliqdar ê bi taybetmendiya xwedayî ye ku heta roja me ya îro hatiye, weke kok di tevahî pêvajoyên mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Helbet ev xuliqdarî bi çandê re bi awayekî helezonîk ava bûye. Ferqa me ya herî mezin ku mirovahî li ser hevbeşiyekê daye avakirin û me ji ruhberên din cuda kiriye çêbûna çandê ye. Ziman, amûr, hesta kombûna li derdora hev yanî civakbûyîn bi xwe re û di xwezaya xwe de çandekê avakiriye. Çandê guhertinê di me de çêkiriye û ev guhertin jî çandê bêtir berfireh û kur kiriye. Peywendiyeke sîmbîyotîk a rasterast ku li ser hev bandor dike derketiye holê. Her wiha çêbûna wateyê ku bi çandê re di nav zikê hev de pêş ketiye, weke pêwistiyeke ku tenê girêdayî mirove, weke huner jî bi xwe re aniye. Huner bûye ruhê çandê û çandê jî bi huner xwe bi ruh kiriye. Xwedî bîrmendî û felsefeyeke kure çand û huner. Lêkolînên li ser hebûnê xwestineke ku vê yekê fahm bikin. Ji xwe ew dîroka ku heta roja me ya îro tê jî li ser vî esasi ye. Çanda jin dayikê ya kok û her wiha di her pêvajoyekê de guhertin û veguhertina çand û hunerê mijareke jiyaniye. Ferqa mirovahiyê dide avakirin. Ewqas binyadî û ewqas hebûniye. Lê ev jiyana hevpar a li derdora ziman, amûr, naskirina hest, pîroziya jiyan û lêgerîna wateyê tê dîtin ku li derdora jinê danehevekê daye çêkirin. Hebûna jinê ya ku jiyan û avakariyê di xwe de dihewîne ji ber vê dikare bê gotin ku çandê bi hunerê re honandiye û aqlekî harmonîk ê bedewiyê daye çêkirin.
Dema ku bi vî hawî lê tê temaşekirin em dibînin ku gelek car em ji felsefe û wateya çand û hunerê dûr dikevin. Ev mijar weke mijareke sereke divê di nav ponijandinên me yên hebûnê de cihê xwe bigre û ev yek di asta entellektuelî de xwe şênber bike. Pêwistiyeke me ya di hizra jiyanî de bi vê yekê heye. Heke na xeterî heye ku emê weke çalakiyên çand û hunerê yên dîtbarî û rojane ne de asê bimînin û bi awayê binyadî di rastiya me de çand û huner weke rehendeke civaka me ya demokratik û azadîxwaz li gorî tê xwestin pêşnekeve. Di nav karên rojane yên bazdanê de, ji xala kok a xebatê di hêla fikrî, hestî û şênberiyê de durketin wê pêş bikeve. Piraniya xwe di nav kar û çalakiyên rojane yên hunerê de tengavbûneke hunera kurdî heye. Ev tengav bûn bi xwe re sînordarkirinekê tîne. Ji ber vê ye em encax dikarin xwe bigihînin rojên me yên pîrozbahî û bîranînan. Ev xebatên pir grîng û hêja ne lê di hêla bersivbûyîna hişmendiya ku hêviya mezin li xwe barkiriye de têr nake. Hêza me ya ku heta roja me ya îro me aniye di cewherê xwe de hêza pêkanîna çand û hunerê ya dijwar ve pir girêdayî ye. Hunera ku ji têkoşînê re bû havên di roja me ya îro de ji bo ku bêtir bigihîje wateya xwe û naverokê li xwe bar bike, hişmendiyeke rengîn û nerm dixwaze. Ev jî herî zêde karê qada hunerê ye. Huner li pey felsefeya xwe ye.