Geliyê Qiyametê ya girêdayî Şengalê jî yek ji wan cihan e ku navê xwe ji hawar û qêrîna jinên Êzidî ku ji ber fermanan direvin û bi hawara xwe dar û kevirên geliyê dihejînin, digire. Li gorî vegotinan di dema Osmaniyan de Êzidî ji bo xwe ji fermanan biparêzin berê xwe dane geliyek û li wê geliyê jin kirine hawar û qiyametê rakirine. Ji wê rojê heta niha gelî bi navê Geliyê Qiyametê tê binavkirin.
Şêx Murad (74) ku şahidî ji fermanan re kiriye û xizmetkarê Quba Pîrê Ewra ye, beriya behsa fermana 74’an ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat bike, bi van hevokan qala çîroka Geliyê Qiyametê dike: “Di dema osmaniyan de Êzidî ji bo xwe ji fermanan xilas bikin xwe li sînor didin û berê xwe didin geliyê ku niha jê re Geliyê Qiyametê tê gotin. Wê demê gelek Êzidî li wir tên qetilkirin, gelek jin ji bo nekevin dest dawî li jiyana xwe anîn. Bi hezaran Êzidî xwe li wî gelî de girtin. Di dema êrîşan de jinek li hember qetlîam û hovîtiyan li geliyê dest bi hawarê dike û qiyametê radike. Ji wê rojê şûnde ji wî gelê re Geliyê Qiyametê tê gotin.”
Piştî behskirina çîroka navê Geliyê Qiyametê, Şêx Murad derbasî behskirina fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dike. Şêx Murad di serê axaftina xwe de destnîşan dike ku gelek ferman bi serê civaka Êzidî ve hatine, ne yek, ne dudu, ne sê…
STARGEHA CIVAKA ÊZIDÎ; ÇIYA
Di her fermanê de civaka Êzidî ji bo parastina çand û baweriya xwe her xwe spartine çiyayan. Derbarê xwe spartina çiyayan de Şêx Murad diyar dike ku heta niha çiya wan ji her fermanê parastiye, ji ber vê yekê çiya ji bo wan her tişt e.
Şêx Murad bi van hevokan hatina DAÎŞ’ê, xiyaneta pêşmerge û artêşa Iraqê dike ku heta fermanê çawa baweriya xwe bi wan hêzan anîne: “Dema me bihîst ku Musul û Tilefer ketine destê DAÎŞ’ê me got dê pêşmerge û artêşa Iraqê me biparêzin lê me nedizanî wê xiyanetê li me bikin. Dema me dît artêşa Iraqê û pêşmerge direvin, me got tiştek di destê me de nîn e ku em xwe biparêzin. Tenê cihek me hebû ew jî çiya bûn.”
‘ÇIYA BI SALAN E ME JI BER ÊRÎŞAN DIPARÊZE’
Di domandina axaftina xwe de Şêx Murad wiha qala çiyayê Şengalê dike ku bi salan e wan diparêze: “Çiyayê me ne bêxwedî ye û em terka wî nakin. Çiyayê me bi salan e me ji her êrîşan diparêze. Dema min dît zilam tên û çekên wan hene me got em bê çekin em ê çawa xwe biparêzin. Me got em jin û zarokan xelas bikin, ji ber dijmineke wisa bû ku kî biketa ber destê wî dikuşt. Ji ber vê me yekser berê xwe da çiya. Dema me berê xwe da çiya me dît her kes berê xwe daye çiya. Careke me dît çete berê çekên giran dane me û bi ser me de şixulandin. Me nedizanî em xwe çawa xilas bikin û me got kesek nafilite. Û em reviyan çûn ber Şerfedîn û ji wir jî me berê xwe da Başûrê Kurdistanê.”
JIN JI BO NEKEVIN DESTÊ DIJMIN XWE JI ÇIYAYAN AVÊTIN
Şêx Murad fermanên beriya fermana 74 dike bi bîr dixe û diyar dike ku ew di her fermanê de reviyan e û di her fermanê de bes jin ji bo nekevin destê dijmin xwe ji çiyayan avêtine.
Fermana 3’ê Tebaxê nikarî bi temamî fîzîkî civaka Êzidî tune bike lê gelek tişt ji civaka Êzidî bir; can bir, mal bir û heta ji baweriyê dûr xist. Derheqê vê mijarê de jî Şêx Murad ev tişt vegot: “Ev fermana dawî gelek tişt ji me tune kir û ji çanda xwe dûrketin çêbû. Berê civaka Êzidî bi çanda xwe ya resen dihat naskirin lê di roja me ya îro de em dinêrin çanda me tê helandin, ji ber derkevin derveyê welat zêde ye.”
ÇANDA DERVEYÎ WELAT TÎŞTEK NADE MIROVAN
Di dawiya axaftina xwe de Şêx Murad wiha bang li Êzidiyên derveyî Şengalê dike: “Ez daxwaz ji miletê me yê Êzidî dikim da ku vegerin ser axa xwe û çanda xwe ya resen li ser axa xwe bijîn. Ji ber çanda derveyî welat tiştekî nad mirovan, wisa dike ku mirov ji çanda xwe dûr dikevin.”