Kesê ku wesayita xwe da be agir, di vê kêliyê de gelek caran got, ‘Ez daxwaza edaleta Xwedê’ dikim.
Kesê ku navê wî nehate zanîn, ji aliyê polîsên li cihê bûyerê ve hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Enqereyê.
Wesayitên ‘Toros’ ên spî di salên 1990’î de li Kurdistanê di revandina mirovan a bi zorê û kuştina kiryarên nediyar ên JÎTEM’ê de dihatin bikaranîn û weke yek ji sembolên qirêj ên wê demê tê naskirin. Wesayitên Toros hîn jî dem bi dem weke gefxwarinê li hemberî Kurdan têne bilêvkirin.
Balkêş e ku bûyer di wê rojê de qewimî ku komîsyona li meclîsê wê li xizmên kesên di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin û yên xizmên xwe winda kirine, guhdarî bike.