Bi boneya salvegera Serhildana Şêx Seîd a di 13’ê sibata 1925’an de, Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd li avahiye komeleyê daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê Komeleyê Şêx Seîd Ahmet Kaya, tevî rêveberiya komeleyê daxûyanî da û anî ziman ku serhildan bandora xwe li ser roja me ya îro jî kiriye û der barê serhildanê de wiha axivî: “Serhildana ku gelê Kurd daxwazên xwe yên rewa aniye ziman e.” Kaya, destnîşan kir ku serhildan piştî hewldana provakasyonê, wek bertek destpê kiriye û wiha nirxand: “Serhildana Şêx Seîd ji perçeyeke bingeha têkoşîna kurd a neteweyî ye.”
Kaya, diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi piştgiriya mêtingeriya Ingilistanê, Kurdistan kirin 4 perçe û di navbera dewletên Tirk, Ereb û Farisan de hate parvekirin û wiha pê de çû: “Civaka Kurdan wek siyasî, çandî, dîrokî hate înkarkirin. Ataturk jî di pêşiyê de soza xweseriyê dabû kurdan lê belê saziyên perwerde û medreseyên Kurdan hatin girtin û li dijî Kurdan pêvajoya asîmîlasyonê dane meşandin. Kurdên di bin banê Tevgera Azadiyê li hev kom bûne û ji bo mafên xwe bi dest bixin xebat dane destpêkirin. Ji serokê Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibranî û mebûsê Bedlîsê Yûsûf Ziya Beg hatin girtin û serî li îfadeya Şêx Seîd jî dane. Li ser vê yekê Şêx Seîd ji Xinûsê derbasî Pîranê dibe. Li ser rêyê serdana gelek cihan dike, civînan li dar dixe û pêşniyarên serokeşîrên Kurd digire. Li ser van nêrînan hin pêşniyar derdikevin pêş û biryara têkoşîna hevpar dide.”
Kaya, anî ziman ku dema civîn li mala Pîranê dihat kirin, leşker hatin û ji xwediyê malê xwestine ku şervanê Kurd Nebiyê Vartoyî teslîmî wan bikin û da zanîn ku piştre pevçûn derketiye. Kaya, diyar kir ku “provakasyona” ku tê de çek hatine bikaranîn, weke “serhildan” dane pênasekirin û da zanîn ku daxwazên rewa yên Şêx Seîd û hevalên wî, weke serhildanê girtin dest û ji bo mudaxileya leşkerî kirin bingeh.
Di dirêjiya axaftina xwe de Kaya anî ziman ku piştî bûyer qewimîn, li Kurdistanê nerazîbûn û protestoyên mezin pêk hatin û wiha pê de çû: “Piştî îtîraza Şêx Seîd, di bingeha têkoşîna heya roja me tê maşandin de daxwaza nasname, ziman, nirxên însanî, mafên civakî û siyasî hene. Ev daxwaz, daxwazên însanî û pêdiviyên demokrasiyê ne. Ji hêla tunehesibandinê ve roja me ji salên 1925’an de cudatir nîn e. Qedexekirina ziman, înkarkirin û zext, girtin, sirgûn û qetlîamên bi vê armancê tên kirin jî ne kiriyarên olî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî ne. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî destnîşan kir ku di dîroka Kurdan de rojên reş û komplo pir in û wiha got: “Divê em çareseriyên xelaskirina zilma ku bi sedan sal in tê meşandin bigerin. Em ê çawa bidawî bikin, divê em vê bifikirin. Partiyên siyasî, pêşeng, rûspî û alim divê li ser vê mijarê bifikirin û li rêyeke çareseriyê bigerin.”