Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî daxuyaniyên desthilata Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo hatiye destpêkirin ji ANF’ê re axivî. Bozan diyar kir ku her çiqasî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li meclîsê komîsyonek hatiye avakirin û guhdarkirin hatin kirin jî kêmasiya wê yê sereke ji bo pêvajoyê bingeheke qanûnî nehatiye çêkirin û anî ziman ku vîna desthilatê ya ji bo aştî û çareseriyê “di gotinê de” dimîne.
Alî Bozan diyar kir ku gelê Kurd bi baldarî daxuyaniyên siyasetmedaran ên der barê Rojava de ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku daxuyaniyên neyînî yên derbarê Rojava de rasterast bandorê li baweriya welatiyan a bi pêvajoya li Tirkiyeyê dike. Bozan daxuyaniyên Tirkiyeyê yên der barê Rojava de wekî “neavaker”, “destwerdana karûbarên navxweyî ya Sûriyeyê” û hewldana ji bo sepandina “zîhniyeta tekparêzî” nirxand û diyar kir ku divê gelên Sûriyeyê biryara çarenûsa Sûriyeyê bidin.
GEL NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ ROJAVA JI NÊZ VE DIŞOPÎN E
Bozan anî ziman ku bi taybetî gelê Kurd di dîroka Komara Tirkiyeyê de tevger û gotinên siyasetmedaran ji nêz ve dişopîne û got: “Her gotina ku ji devê siyasetmedar derdikeve demildest dişopîne û dinirxîne. Ji ber ku ev yek pirsgirêkek pir bi êş e. Em dixwazin ku demildest ev pirsgirêka were çareserkirin.vGel bi taybetî nêzîkatiya li hember Rojava ji nêz ve dişopîne û dinirxîne. Rojava bi dayîna bi deh hezaran şehîdan hatiye vê rojê. Li herêma ku hêzên QSD’ê lê serwer in, modelek ku hemû nasnameyên etnîkî yên cûda dikarin bi hev re bijîn hatiye avakirin. Di demekê de ku modelek wisa tê pêşxistin, daxuyaniyên neyînî yên li ser wê modelê rasterast bandorê li ser nêrîna welatiyên a li vir pêvajoyê dike.
DAXUYANIYÊN DESTHILATÊ NEAVAKER IN
Dema ku em daxuyaniyên dewletê yên di 15 rojên dawî de der barê Rojava de dinêrin, xuyaye ku ew daxuyanî ne avaker in. Ev daxuyanî destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê ne. Divê gel, bawerî û komên civakî yên li Sûriyeyê dijîn biryara çarenûsa Sûriyeyê bidin. Divê ti komeke civakî, bawerî û etnîkî li derve neyê hiştin.
Niha li Şamê rêveberiyeke xwe dispêre tekparêzî û yek olî û yek gelî heye. Ji xwe navê ‘Komara Erebî ya Sûriyeyê’ nîşaneyeke eşkere ya vê yekê ye. Durzî, Kurd, Tirkmen û Xiristiyan li Sûriyeyê dijîn; lê modelek ku wan tine dihesibîne heye û dema ku em li daxuyaniyên heta niha hatine dayîn dinêrin, bi armanca domandina vê modelê tên dayîn. Domandina van daxuyaniyan Kurdên aciz dike.”
‘TIŞTA KU LI TIRKIYÊ BI SER NEKET GELO WÊ LI SÛRIYEYÊ ÇAWA BI SER BIKEVE?’
Parlamenter Alî Bozan destnîşan kir ku rêbaza tekparêzî ya ku di dîroka 100 salî ya komarê Tirkiyeyê de hatiye ceribandin û têk çûye, niha hewl didin li Sûriyeyê biceribînin. Bozan anî ziman ku ev fêdeyê nade gelên Tirkiye û Sûriyeyê û wiha domand: “Mesele ne tenê parçekirina Kurdistanê ye. Li hemberî Kobanê Pirsûs heye û li hemberî Qamîşloyê jî Nisêbînê heye. Geşedanên li wir rasterast bandorê li herêmê dikin. Dîsa li hemberî Hatayê jî Lazkiye heye. Ji ber vê yekê, daxuyaniyên der barê wê herêmê de girîng in.Modela xwe dispêre zihniyeta tekparêzî niha ji bilî HTŞ’ê ji hêla ti komên baweriyê, nifûs, an jî beşeke civakî ya li Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Çawa ku di tevahiya dîroka 100 salan a Komarê de zihniyeteke tekparêzî hebû, hewl didin heman tiştî li Sûriyeyê jî pêk bînin. Gelo ev zihniyeta tekparêzî ya 100 saliya Komarê ma daye qezenckirin? Na, bi rastî jî nayê fêmkirin ku hewlmdidin heman modelê li Sûriyeyê jî pêk bînin û ev yeke nayê fêmkirin. Û eşkere ye ku ev yek fêdeyê nade gelên Tirkiye û Sûriyeyê.”
‘HETA KU BINGEHEKE HIQÛQÎ ÇÊNEBE AŞTÎ CIVAKÎ NABE’
Alî Bozan li ser pêvajoya berdewam diyar kir ku desthilatdarî vîna çareserkirina pirsgirêka Kurd nîşan daye, lê ev tenê ‘di gotinê de’ dimîne. Bozan destnîşan kir ku guhdariyên komîsyonê girîng in lê nebûna bingeheke hiqûqî kêmasiyeke mezin e û wiha pêde çû: “Avakirina komîsyonê guhdariyên wê û girtina nêrînên civakên cuda pir girîng e. Lê ti xebateke ji bo avakirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê nehatiye kirin. Aştî, xwişk-biratî û çareserî tenê bi gavên pratîk û bingeheke hiqûqî pêkan e. Her pirsgirêkeke civakî xwedî hiqûqekî ye, biratiya gelan jî bê bingeheke hiqûqî nabe. Bêyî vê pêvajo nikare di nav civakê de belav bibe. Desthilat wisa dide xuyankirin ku xwedî vîneke çareseriyê ye, lê ev vîn tenê di gotinan da ye. Divê gavên berbiçav bên avêtin û hiqûqa aştiyê û xwişk-biratiyê were avakirin.”
‘DI NAVA BUROKRASIYA DEWLETÊ DE YÊN LI DIJÎ AŞTIYÊ NE HENE’
Bozan got ku her çiqasî gelê Kurd û dostên wan desteka pêvajoyê bikin jî, di jiyana rojane da hin bûyerên ku bi gotinên aştiyê re nakok in diqewimin. Bozan mînaka qedexekirina şîna gerîlayek li Mêrsînê da û got ku ev bûyer di nav welatiyan de pirsên wekî “Di nav dewletê da kesên li dijî pêvajoyê hene?” an jî “Aqilê dewletê di pêvajoyê de samîmî ye?” çêdikin û got,
“Gelê Kurd û dostên wan piştgiriya pêvajoyê dikin lê hin bûyerên di jiyana rojane da bi gotinên aştiyê re nakok in. Qedexekirina şînekê li Mêrsînê di nav mirovan de gumanê çêdike. Di hevdîtinên me yên li zindanan da hin rêveber û dozger eşkere dibêjin ku ew vê proseyê nepejirînin. Mînak, dozgerek ji girtiyên siyasî re gotiye, ‘Heta ez li vir bim, hûn ê dernekevin û ez ê rapora we ya halê başbûnê jî nedim.’ Ev nîşan dide ku di nava burokrasiya dewletê de kesên ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin hene. Ji ber vê yekê divê dem neyê windakirin. Xebatên komîsyonê niha bi demê têne dirêjkirin, lê di pirsgirêkeke wisa lezgîn de divê gavên pratîk werin avêtin û çarçoveya hiqûqî were zelalkirin.”