Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) wê di 15’ê Îlonê de bicive û binirxîne bê ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan bi cih hatiye anîn an na.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk ku di heman demê de yek ji parêzerên Rêber Apo ye, berpirsyariyên Tirkiyeyê yên ji ber endametiya xwe ya li Konseya Ewropayê û mijara bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ANF’ê re nirxand.
Raziye Ozturk destnîşan kir ku bi taybetî li ser dosya Rêber Apo Tirkiyeyê sozên xwe yên têkildarî dewleta hiqûqê û mafên mirovan bi cih neaniye.
‘JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE PRATÎKEKE NESERKETÎ HATE NÎŞANDAN’
Raziye Ozturk anî ziman ku tevlîbûna Tirkiyeyê li Konseya Ewropayê bi rengê endamê damezrîner kir ku li se rpîvanên dewleta hiqûqê û mafên mirovan di asta navneteweyî de sozan bide û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li vê pêvajoyê bi vî rengî nirxand:
“Tirkiye yek ji dewletên endam ên Konseya Ewropayê ye; her wiha yek ji endamên damezrîner e. Dewleteke endam e ku bi rengê damezrîner tevlî bûye. Lewma gava ku bû endamê Konseya Ewropayê bi armanca bicihanîna hin sozan lê amade bû. Di nava vê de sozên li ser bûyîna dewleteke hiqûqê û pêşvebirina mafên mirovan hebûn. Em vê yekê dikarin hem bi armanca prestîj û rêzdariya welat hem jî weke entegrasyoneke bi dewletên Ewropayê binirxînin ku bi mafên mirovan têne naskirin. Tirkiye ji bo bi wan re bibe yek bû endamekî vê konseyê.
Ji bo endambûna li vê konseyê hin pêwîstî hene. Ya destpêkê jî sozên ji bo bicihanîna mafên mirovan, bûyîna dewleta hiqûqê û pêşvebirina demokrasiyê ye.
Hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji aliyê Konseya Ewropayê ve wê rêzdariya li wan û prestîja wan zêde bike. Lê mixabin hem ji bo Komîteya Wezîran ku organeke Konseya Ewropayê ye hem jî ji bo Tirkiyeyê mirov dikare bibêje ku heta vê astê pratîkeke gelekî neserketî hate nîşandan.”
‘CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ HETA BI HETAYÊ YÊ GIRANKIRÎ LI DIJÎ PÎVANÊN KONSEYA EWROPAYÊ YE’
Raziye Ozturk di mijara bicihneanîna biryarên DMME’yê de helwesta Tirkiyeyê rexne kir, anî ziman ku ev rewş yekemcar di dosya Rêber Apo de xwe da der û pişperdeya dîrokî ya vê bûyerê vegot:
“Tirkiye niha bûye welatekî welê ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dema ku xwedî naverokeke polîtîk be, bi cih nîne. Vê helwesta bicihneanînê yekemcar bi dosya Birêz Ocalan re destpê kir. Têkildarî vê yekê dixwazim agahiyeke kurt bidim. Destpêkê biryara darvekirinê têkildarî Birêz Ocalan hate dayin. Biryara dadgehê piştre bi guhertinên qanûnî re veguherandin cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku weke belavkirina cezayê darvekirinê li demê hate pênasekirin.”
Raziye Ozturk destnîşan kir ku guhertina qanûnî ya li Tirkiyeyê ya têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li dijî pîvanên Konseya Ewropayê ye û anî ziman ku vê guhertinê ji bo girtiyên polîtîk ên din derfetê berdanê ji holê rakir. Raziye Ozturk got, “Wê wextê hin guhertinên qanûnî hatin kirin. Normal li Tirkiyeyê ji bo kesên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatibû birîn derfetê berdanê hebû, lê belê ji bo hin sûcan -sûcên polîtîk- xalên welê veguherîn hukmê qanûnî ku cezayê li van kesan tê birîn divê heta mirinê bê înfazkirin. Ferzkirina van hukmên qanûnî beriya her tiştî ji bo dewleteke endamê Konseya Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye.”
‘TIRKIYE JI NEDÎTÎ VE TÊ’
Raziye Ozturk qala pêvajoya têkldarî biryara mafê hêviyê ya DMME’yê kir û ragihand ku ev biryar di wê astê de ye ku dikare rê nîşanî Tirkiyeyê bide. Raziye Ozturk diyar kir ku li gel vê yekê jî Tirkiye bicihanîna vê biryarê ji nedîtî ve tê û bi taybetî işaret bi raporên CPT ên têkildarî Îmraliyê kir: “Ji ber ku têkildarî Birêz Ocalan biryareke bi vî rengî hate dayin wê demê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di çarçoveya mafê hêviyê û dosyayên din de mijar bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Ya rast Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji gelek aliyan ve biryarên kêm wergirt; lê belê bi esasî -yanî têkildarî mafê hêviyê ku em niha qala wê dikin- biryareke gelekî girîng da. Got, ‘Hûn nikarin ti kesî heta mirinê girtî bihêlin. Divê mafekî hêviyê ji vî kesî re bê dayin ku rojekê dikare azad bibe. Lewma mekanîzmaya pêwîst hûn dikarin ava bikin. Ev yek jî herî zêde dikare 25 sal be. Û divê hûn wê derfeta berdanê biafirînin’.
Ji bo vê jî hin gav hene ku divê li Tirkiyeyê bêne avêtin. Ji aliyê qanûnî ve guherînên li ser bingeha mafê hêviyê û sererastkirinên qanûnî divê werin kirin. Rewşeke bi vî rengî çêbû ku rê nîşan da. Piştre rayedarên CPT ên çûn Îmraliyê ev yek kirin rapor; anîn ziman ku ev rewş ji bo Birêz Ocalan ên di nava vê rejîma înfazê de ye, ne ya qebûlkirinê ye. Lewma gelek caran destnîşan kir ku mecbûrî ye di vê rejîma înfazê de sererastkirineke qanûnî bê kirin.”
‘HELWESTA KOMÎTEYA WEZÎRAN POLÎTÎK BÛ’
Raziye Ozturk bi bîr xist ku Komîteya Wezîran biryara ku sala 2014’an hate dayin bi salan nexist rojeva xwe û destnîşan kir ku ev helwest binpêkirina qedexeya êşkenceyê bû. Raziye Ozturk diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji aliyê pêvajoya bicihanîna biryarên DMME’yê ve dem bi dem gavên bi lez biavêje jî di dosya Rêber Apo de ev helwest nîşan neda û destnîşan kir ku Komîte di vê dosyayê de di bin bandora siyasî de ma. Raziye Ozturk got, “Ev biryar sala 2014’an hate dayin. Ji sala 2014’an û pê ve mixabin Komîteya Wezîran heft salan ev nexist rojeva xwe. Halbûkî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo vê rewşê got, ‘Li dijî qedexekirina êşkenceyê ye. Ev yek kiryareke xerab e û nayê qebûlkirin’. Dewamkirina rejîmeke bi vî rengî ku encamên xwe yên kiryarên xerab û êşkenceyê heye, ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê rewş û pratîkeke qebûlkirinê nîne.
Helwesta Komîteya Wezîran a li ser vê mijarê polîtîk bû. Helwesta Tirkiyeyê jî polîtîk bû. Komîteya Wezîran mixabin di bin bandora siyasî de bû û ev yek pêk neanî. Piştre jî serî li saziyan hate dayin; serlêdanên 1 a ji 9’an a buroyê hebû û bi vî rengî kete rojeva Komîteya Wezîran. Lê belê piştî ku ket rojeva Komîteya Wezîran jî pêkanînên bi bandor bi cih nehatin anîn. Mesela derfeta wan hebû ku di civîna her sê mehan carekê de bixista rojeva xwe, lê belê ev yek bi salekê taloq kirin û ev rewş ne tenê anîn ziman, her wiha dem dan. Lê belê ne tiştekî qebûlkirinê ye ku ji bo rewşeke bi êşkenceyê tê pênasekirin dem bê dayin.”
‘EGER BIRYARA DMME’YÊ BI CIH HATIBÛYA ANÎN WÊ REWŞ CUDA BÛYA’
Raziye Ozturk bal kişand ser nerazîbûna li nava raya giştî ya ji ber bicihneanîna biryarên DMME’yê û got, daxwaza esasî bikaranîna hiqûqê ye. Raziye Ozturk bi bîr xist ku li gorî biryarên DMME’yê herî zêde piştî 25 salan divê cezayên girtiyan di ber çavan re bêne derbaskirin, Rêber Apo ev dem zûdeyî derbas kiriye û got, “Ji bo vê jî mirovan gelekî dengê xwe bilind kirin. Daxwaza esasî bicihanîn û bikaranîna hiqûqê bû. Eger wê demê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih hatibûya anîn, me yê niha li Tirkiyeyê rewşeke welê ya ku biryarên DMME’yê bi cih nayê anîn nedîtibûya. Mixabin di vê mijarê de deng bi têrkerî nehat bilindkirin. Bêguman daxwazên siyasî yên gel jî hebûn. Lê belê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve diviyabû azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bihata misogerkirin.
Normal li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê herî zêde piştî 25 salan divê cezayê li kesekî hatiye birîn jinûve bê nirxandin. Piştî ku jinûve hate nirxandin jî rewş û asta kes tê nirxandin. Dema ku mirov ji aliyê Birêz Ocalan ve dinirxîne, hingî tê dîtin ku 25 sal derbas kiriye. Hîn jî mekanîzmayeke guncaw a li gorî vê nehatiye avakirin. Mekanîzma hatibûya avakirin jî ji ber pozîsyona Birêz Ocalan û tevkariya wî ya li aştiya civakî diviyabû ji zûdeyî ji aliyê fîzîkî ve azad bibûya.”
‘DIVÊ BI FÎZÎKÎ AZAD BIBE’
Raziye Ozturk destnîşan kir ku ji aliyê pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ve Rêber Apo muxatabê esasî ye û ji bo rêveçûna erênî ya vê pêvajoyê azadiya wî ya fîzîkî şert e. Raziye Ozturk got, “Dema ku mirov ji aliyê siyasî ve jî binirxîne, berdana Birêz Ocalan pêwîstiyeke vê pêvajoyê ye. Ji ber ku em qala gavên li ser siyaseta demokratîk, pêşvebirina hiqûqê û demokratîkbûnê dikin; daxwazên me jî di vê çarçoveyê de ne. Lewma pêwîstiyê vê hene ku divê bi cih bêne anîn. Heta niha me gelek caran bang kir, me got ‘Birêz Ocalan muxatab e’. Mixabin rewşeke înkarê hebû. Lê belê ev êdî heta astekê hatiye qebûlkirin û hate gotin, di mijara çareseriya demokratîk û aştiyê de Birêz Ocalan muxatabê bingehîn e. Di vê çarçoveyê de hin hevdîtin têne kirin. Lê belê ji bo Birêz Ocalan karibe vê pêvajoyê bi rengekî yekser û çêker bimeşîne divê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Divê karibe dema bixwaze xwe bigihîne muxataban û şert û mercên vê yekê bêne afirandin. Ev yek wê bibe gaveke girîng.”