Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û destnîşan kir ku kesayet û têkoşîna wê ji bo şoreşa azadiya jinê û şoreşa demokratîk a hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê rê nîşan dide.
Hate ragihandin ku Şehîd Emîne Erciyes sala 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Çîgdem Dogû diyar kir ku bersiva herî baş a ji bo bîranîna Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê û Endama Fermandariyê ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes were dayîn ew e ku mirov şoreşa Tirkiyeyê û şoreşa Kurdistanê weke şoreşeke yekgirtî û demokratîk binirxîne û vê yekê bi ser bixîne. Dogû got, “Soza me ya ji bo wê, dê li ser vê esasê be. Ez weke şexsî wisa wate didim parvekirinên me yên bi heval Emîne re. Lê weke rêxistinî jî em deyndarê wê ne. Em ê hewl bidin bibin layiqê wê.”
Çîgdem Dogû derbarê şehîd Emîne Erciyes ev tişt gotin:
Ez hevrêya xwe Heval Emîne Erciyes a gihiştî şehadetê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Heval Emîne hevaleke Tirkiyeyî bû. Bi tevlîbûna PKK’ê ji rastiya şoreşên Tirkiye û Kurdistanê bawer kir û bi fêmkirî jiyan kir û tevlî bû.
Di vê wateyê de helbet bersiva me ya ji bo bîranîna Heval Emîne, dê li ser wê esasê be ku şoreşên Tirkiye û Kurdistanê û şoreşa demokratîk teqez bi ser bikeve. Li ser vî bingehî ez Heval Emîne bi bîr tînim.
Di sala 96’an de min Heval Emîne nas kir. Ji ber şêwazê tevlîbûna min û ya Heval Emîne, naskirina me hinek cuda bû. Plansaziyeke rêxistinê hebû ku hevalên Tirkiyeyî yên di nava PKK’ê de hîn zêdetir bala xwe bidin şoreşa Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna şoreşa Tirkiyeyê saziyeke nû ava bikin. Li ser vî bingehî, jixwe bi navê Partiya Gelên Şoreşger a Tirkiyeyê rêxistinek hate avakirin. Yanî saziyeke ku hevalên Tirkiyeyî yên di nava PKK’ê de bûne xwedî ezmûn û tecrube li ser bingehê tevkarî û perspektîfên Rêbertî bi rêxistin kirî, hatibû pêşxistin. Di destpêka salên 90’î de li ser vî bingehî li Tirkiyeyê rêxistineke bi navê DHB hate avakirin. Heval Emîne jî di rastiyê de tevlî vê rêxistinê bû. Ez jî tevlî vê rêxistinê bûbûm.
Bi pêvajoyê re operasyon çêbûn. Piştre jixwe em ji Tirkiyeyê derketin û rasterast beşdarî rêxistinê bûn. Wê demê min Heval Emîne nas kir. Mehên havînê yên sala 96’an bû. Me bi hev re di heman dewreya perwerdeyê de cih girt. Hevalên Tirkiyeyî û Kurdistanî, komeke xwedî hejmara girîng. Em bi hev re di dewreyeke perwerdeyê re derbas bûn.
Heval Emîne rasterast tevlî Partiya Tirkiyeyê bûbû. Weke min gotî, hevalek Tirkiyeyî, ji Nevşehîrê bû. Weke zaroka malbatek Tirkmen mezin bûbû. Ew bi xwe sêwî bû. Li Tirkiyeyê dibistaneke ku zarokên sêwî lê perwerde dibînin, dibistana Daruşşafaka heye. Navdar e. Ev dibistanek bi kalîte û baş e. Heval Emîne jî yek ji wan hevalên ku li wê dibistanê dixwend bû. Komek jixwe weke xwendevanên amadeyî tevlî DHB’ê bûbûn, weke kom tevlî bûbûn. Helbet ev tiştek girîng e. Yek ji dibistanên navdar ên Tirkiyeyê derketin û tevlîbûna partiyê, helbet mijareke hêjayî nirxandinê ye. Ji ber ku jixwe li wê dibistanê zarokên sêwî weke kadroyên dewletê tên mezinkirin, demdirêj û stratejîk tê nirxandin, zarokên hîn jîr û kêrhatî digirin vê dibistanê, Heval Emîne xwe ji wê xilas kir û hat. Bi rastî jî ji wir qutbûneke wiha jiyan kir.
DI YEKÎTIYA GELÊN KURD Û TIRKIYEYÊ DE SIBEROJA XWE DÎT, BI PKK’Ê RE HAT BA HEV
Weke karakter jî hem nirxên demokratîk, etîk û estetîk ên jinê temsîl dikir, hem jî aliyên gelparêz û civakparêz ên gelê Tirkmen û demarê wê yê berxwedêr di nava xwe de digirt. Yanî her çendî ku çûbe dibistaneke sîstemê ya mîna Daruşşafakayê yek ji mezûnên dibistaneke pêşketî be jî, siberoja xwe di şoreşê de di têkoşîna gelan de dît û ne tenê gelê Tirkiyeyê yan jî gelê Tirkmen, di yekîtiya gelên Kurd û Tirkiyeyê de dît. Vê karakterê ew bi PKK’ê re anî ba hev. Destpêkê ji Partiya Tirkiyeyê beşdar bû û li gel vê yekê bi demê re jixwe di warê zihniyet, îdeolojîk û stratejiya têkoşînê de ji ber ku heman cewher hildigirt li wir ew herikbarî domand. Yanî Heval Emîne di têkoşîna PKK’ê de jî ew herikbariya xwe domand.
Me wê demê li dervey welêt perwerdeya xwe bi hev re dît. Yanî ew dema şervanên nû. Bi rastî jî di wê pêvajoya perwerdeyê de tevlîbûna wê, kelecan, coş û dilnizmiya wê… Heval Emîne di nava tevgerê de bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Hevaleke jin a xwedî çand, xwedî fikrên hunerî. Hevalek bû ku weke şoreşgerek xwedî çand dihat nasîn. Ji destpêkê ve me timî Heval Emîne wiha nas kir. Heta demên xwe yên dawî jî wisa bû.
Timî ruhê zarokekî di hundirê xwe de zindî dihişt, dida jiyîn û bi zanebûn jî ew zarok mezin nedikir… Zarokek ku kir şoreşger û polîtîk, hîn bêhtir tecrubeyên rêxistinî pê da qezenckirin, tecrubeya gerîla pê da qezenckirin, di warê xweparastinê de mezintir kir. Lê Heval Emîne xwedî taybetmendiyeke welê bû ku timî ew saftiya xwe ya zaroktiyê, kêfxweşî û dilnizmiya xwe diparast û pêş dixist.
Hevaleke ku bi rastî jî vegotina wê zehmet e. Lê belê hevalek bû ku di me hemûyan de, bê guman di gelek heval, ciwan û hevalên berê de jî şopên pir kûr hişt. Lewma hinek vegotina wê, bi rastî jî zehmet e. Ji ber ku cuda bû.
DI HER TÊKILIYÊ DE WATE DIAFIRAND
Zanebûna wê ya îdeolojîk, mereqa wê, lêgerînên wê, hewldana wê ya ji bo wate dayîna jiyanê, weke jinekê lêgerîna xwe naskirinê… Mesele rojnivîskên wê hebûn, dema me rojnivîsk jiyan dikirin jî me parve dikir, me ji hev re not digirtin û dinivîsand, carna me ji hevdû re dixwend. Bi rastî jî di wan rojnivîskên wê de timî lêgerîn hebû; hewldana jinekê ya xwe naskirinê, bi gotina Rêbertî ‘xwebûn’, yanî hebûna xwe car din naskirin, bi zanekirin û têkoşînê xwe jinûve afirandin. Heval Emîne di vî warî de kedek mezin da xwe, helbet ne tenê ji xwe re, kedek mezin da hevrêyên xwe jî, qedir da, di her têkiliyê de wateyek diafirand.
Hetta ez niha hinekê wisa difikirim; dema jiyan dikir jî min li ser difikirî. Timî tiştek bi wê re hebû; kêfxweşî, eşqek… Bi rastî jî di tarzê jiyanê yê Heval Emîne de, di tarzê wê yê tevgerê de, dema xebatek dikir, bi hevrêyek xwe re diaxivî, dema silav dida timî kêfxweşî û eşqek hebû. Enerjiyek cuda bi wê re hebû. Ez difikirim ku ev enerjî rasterast girêdayî lêgerîna wê ya heqîqetê û lêgerîna wateyê bû.
Heval Emîne di nava partiyê de jî timî yek ji wan hevalan bû ku dersa heqîqetê dida. Di jiyanê de jî wisa bû; ne tenê weke mijara dersek dayînê. Jiyan bi zanebûn jiyan dikir, bi wate dayînê jiyan dikir, bi zehmetî, bedewî, fikar û têkiliyên xwe di têkiliyên xwe de wate diafirand û jiyan dikir. Herhal kêfxweşî, eşq û enerjiya wê jî çavkaniya xwe ji vir digirt.
BI AZAD TEVDIGERIYA; ZINCÎRÊN XWE ŞIKANDIBÛN
Ji bo heval Emîne ez dixwazim vê taybetmendiya wê bi taybet diyar bikim. Ji ber ku ruhê hunermend ê di hundirê wê de, bi îhtimalek mezin çavkaniya xwe ji vir digirt. Şêwazê wê yê wate dayîna jiyanê ne zanistî, hîn cudatir bû. Mesele pir eleqe dida quantumê, bi quantumê wate dida heqîqetê. Lê bi rêya hunerê jî; şano, muzîk, dans… Weke jinek şoreşger bi rastî jî di wê mijarê de xwedî kesayetek azad bû. Di gelek mijarên ku gelek ji me bi rehet tevnedigeriya de, ew bi azad tevdigeriya.
Dansek, xwendina helbestekê, di şanoyekê de bi azad tevger kirin… Ev bi rastî jî astek cuda ye. Heval Emîne di van mijaran de zincîrên xwe şikandibûn.
Weke min gotî, dibe ku ew demarê wê yê hunermend, bi demarê wê yê berxwedêr re bû yek û bi rastiya gerîla ya li Kurdistanê re yekîtiyeke bê hempa ava kiribe. Ez pênasekirina wê bi vî rengî pir girîng dibînim. Ji ber ku carna şoreş û şoreşgerî di şêwazên qalibgirtî de tên nirxandin. Di nava PKK’ê de Heval Emîne di vî warî de rengek bû. Dema em bi karakterê jinê, bi taybetmendiyên hunermendiyê, taybetmendiyên fermandariya gerîla, endama Rêveberiya PAJK’ê, rastiya jineke endama fermandariya navendî dinirxînin; bi rastî jî bi cudatiya xwe nasnameya xwe nîşan dida, xwebûn bû.
Hevrêyek bû ku divê bi taybetmendiyên xwe yên Tirkmen jî were nirxandin. Xwedî karakterek welê bû ku nirxên xirab nebuyî, nebûne dewlet, civakparêz û komunal ên gelê Tirkmen diparast. Ya ku ew bi PKK’ê re anî ba hev jî, ev demar bû. Ev taybetmendiya ku hem cewherê wê yê jinê parast hem jî aliyê berxwedêr û komunal ê gelê Tirkmen da jiyankirin, ew bi PKK’ê re anî ba hev.
TÊKILIYA WÊ YA BI ZAGROSAN RE CUDA BÛ
Têkiliya Heval Emîne ya bi erdnîgarî, çiya û gulên Kurdistanê re pir cuda bû. Bi taybetî ji Zagrosan pir hez dikir. Dema Heval Emîne tê gotin, hezkirina Zagrosan tê hişê her kesê. Cîlo, Çarçela… Li wir kedek mezin jî da. Bi hevalan re hevdîtineke bêhempa derxist holê. Têkiliya wê ya hem bi hevalan re hem jî bi xwezaya Zagrosê re pir kûr bû. Belkû jî weke hevdîtineke dîrokî bû; li erdnîgariya ku pêşketina çandî ya ewilî ya mirovahiyê lê çêdibû, hîskirina wê bi rastî jî pir kûr bû.
Têkiliya wê ya bi wir re di asta eşqê de bû. Xebateke jirêzê nebû; bi rastî jî asteke pir mezin a wate dayînê hebû. Bi taybetî ji aliyê xeta Zagrosê ve em bêjin: Têkiliya Heval Emîne ya bi çiyayan re û xwezayê re pir cuda bû. Dema mirov vê yekê weke ekolojîk îfade dike, hinekê zuha dimîne. Têkiliya wê ya bi xwezayê, gulan û lawiran re; çawa dixwaze di têkiliyên mirov de wateyek bar bike, çawa şoreşgeriyê bi nirxên etîk û estetîk temsîl bike, têkiliya wê ya bi xwezayê re jî wisa bû. Têkiliya wê ya bi darekê re, bi taybetî bi gulan re pir bandorker bû.
Bi taybetî pir ji gulên Nergis hez dikir û her bihar bi hezkirineke mezin, coş û ken pêşwazî dikir. Gul dayîna biharê, zindîbûna xwezayê, kulîlk dayîna daran. Her aliyê çiyayên Kurdistanê bedew e, kêfxweşiyeke mezin dide mirov. Têkiliya Heval Emîne ya bi xwezayê re jî wisa bû. Xwedî taybetmendiyeke welê bû ku ew zindî didîtin, bi wan re diaxivî, hezkirina xwe dida û ji wan jî hezkirin digirt.
BI ISRAR XWEST BIÇE ÇIYÊ
Têkiliya Heval Emîne ya bi şer re jî pir ecêb bû. Li qada Rêbertî jî em di heman demê de bûn.
Piştî perwerdeya dewreyê ya normal li qada Rêbertî qedand, Rêbertî ji bo ku Heval Emîne weke hevalek Tirkiyeyî hinek din jî di nava xebatên gel de bibîne, Kurdiya xwe pêş bixe, di nava rastiya gelê Kurd de hîn bêhtir bibe xwedî tecrube û di warê rêxistinî de jî bibe xwedî tecrube, xwest demekê li qada Rêbertî bimîne. Plansaziyek wiha hebû, vesaziyek wiha hatibû çêkirin.
Heval Emîne dema ev yek bihîst bi rojan giriya. Çavên wê êdî ji ber giriyê werimî bû. Ji ber ku dixwest biçe çiyê, bi israr dixwest biçe çiyê. Wê demê Rêbertî bi her hevalî re li hev dikir. Bi Heval Emîne re jî diyalogek wan çêbû. Di qasetên bi dîmen de jî hene; Rêbertî vesaziyê vedibêje, Heval Emîne jî bi israr diyar dike ew dixwaze biçe çiyê, biçe çiyayên Kurdistanê û şer bike. Rêbertî jî bi israr pirs dikir: “Çima tu evqas bi israrî? Tu hevalek ji Tirkiyeyê yî. Temam, eger Kurdek be wê fikar bijî û bixwaze şer bike. Lê hevalek Tirkiyeyî çima bi rojan qasî çavê xwe bi girînê biwerimîne, israr dike?” Rêbertî xwest vê fêm bike û pirs kir. Got, “Çima tu ev qas şer ferz dikî?” Heval Emîne jî sedemê xwesteka xwe vegot. Rêbertî bi ti rengî îkna nebû, bi espiriyekê got, “Tu jî mîna Kartal Tîbet diaxivî.” Kartal Tîbet di filmên wê demê de aktorek bû ku bi rolên xwe yên şer dihat nasîn.
Heval Emîne pir israr kir ji bo biçe çiyê. Lê ev ne zuha zuha ji bo kuştina mirovan bû. Bi rastî jî ji kûrahî hîs dikir. Weke hevalek Tirkiyeyî, hêrs û hesteke tolhildanê ya ji ber nasnameyek mêtinger hebû. Heval Emîne bi hatina çiyê û şerkirinê re dixwest hesabê vê hêrs û tolhildanê bibîne. Tevlîbûna wê timî li ser vê esasê bû.
Piştî Heval Emîne hat çiyê, gelek caran hevalan xwest berê wê bidin xebatên cuda. Lê wê bi israr timî xwest di nava xebatên leşkerî yên HPG’ê de bimîne. Demekê berê wê dan xebatên cuda, lê piştre dîsa bi israr vegeriya. Têkildarî vê yekê timî bi biryar bû.
Li aliyê din mîna min gotî bi hevalên ciwan re têkiliyên xurt ava kirin, perwerdekirina wan, bi wan re şer kirin, bi wan re jiyan kirin… Bi hev re zehmetî derbas kirin… Ew ruhê xwe yê azadîxwaz û hunermend, bi hevrêyên xwe re di zemînek hîn berfirehtir de parvekirin, timî di vî alî de ber dida wê.
Heval Emîne hevalek girîng bû. Gelek aliyên wê yên bên vegotin hene. Helbest dinivîsand, şano dilîst. Belê li Zagrosan fermandarek bû, lê di heman demê de hunermend û şanogerek bû ku ji şervanên xwe re şano pêşkêş dikir. Helbest dixwend, helbestên xweş dixwend. Bi hezkirin, bi hêrs, kîjan hest be ew jiyan dikir û dida jiyankirin.
Gelek tişt hene ku ji bo Heval Emîne bên vegotin. Taybetmendiya wê ya herî esas ew bû ku şoreşgerek jin bû. Hevalek bû ku taybetmendiyên komunal ên jinê di lûtkeyê de jiyan dikir. Divê em bîranîna wê li ser esasê xurtkirina şoreşa jinê, bikin civakî û bidin jiyîn.
Di heman demê de şoreşa Tirkiyeyê û şoreşa Kurdistanê weke şoreşek yekgirtî û demokratîk nirxandin û bi ser xistina vê, bersiva ku ji bîranîna wê re bê dayîn e. Yanî divê mirov bi serketî xizmetê hem ji şoreşa jinê re hem jî ji yekgirtina şoreşên Tirkiye û Kurdistanê re bike.
Soza me ya ji bo wê, dê li ser vê esasê be. Ez weke şexsî wisa wate didim parvekirinên me yên bi heval Emîne re. Lê weke rêxistinî jî em deyndarê wê ne. Em ê hewl bidin bibin layiqê wê.