Pêncşem, 30 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê xebatên vemirandina agirê li daristanan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mugla, Îzmîr û Balikesîrê şewata daristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Etimesgutê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin
Jin

Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin

3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinan a Quilombola ya CONAQ ku li paytexta Brezîlyayê Brasília hate lidarxistin, bi sedan delege û nûnerên navneteweyî anî cem hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinan a CONAQ (Koordînasyona Neteweyî ya Civakên Quilombola), ku di navbera 11-14’ê Hezîranê de li Brasília hate lidarxistin, bi dawî bû. Di kongreya ku 600 delegeyan zêdetir ji welêt beşdar bûn, li ser rêxistina jinan, têkoşînên axê, serxwebûna aborî û hevgirtina navneteweyî nîqaş hat kirin.

CONAQ ku di sala 1996’an de hate damezrandin û îro li 24 dewletan zêdetirî 3 hezar û 500 civakên quilombola temsîl dike, wekî yek ji mezintirîn rêxistinên ku civakên reş li Brezîlyayê temsîl dike, xebata xwe didomîne. Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi damezrandina Kolektîfa Jinan a CONAQ di sala 2011’an de gihîşt qonaxek nû.

Di roja yekem a kongreyê de, xebata ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan ên jinên quilombola hate nîqaşkirin û têkoşîna 30 salî ya CONAQ hate nirxandin. Maria Rosalia di panelê de axivî û girîngiya têkoşîna ji bo nasnameyê destnîşan kir û got, “Ji bo ku em xwe biparêzin, me digot em ne quilombola ne. Ji bo ku em li ser piyan bimînin diviyabû bîranîna me bihata veşartin. Lê niha ji bo berxwedanê divê em hemû zanînên ku di destê me de ne, bighînin civakên xwe.”

Di roja duyemîn de, li ser krîza avhewayê û rola jinan di parastina axa xwe de hate nîqaşkirin. Wezîra Wekheviya Nijadî ya Brezîlyayê Rachel Barros, behsa ezmûna têkoşîna jinên quilombola kir û got, “Divê em rêxistina xwe xurt bikin da ku axa xwe biparêzin û li hember krîza avhewayê li ber xwe bidin. Xwedîderketina li dîroka xwe ji bo parastina siberoja me girîng e.”

Di panela li ser têkoşînên navneteweyî de, gelek nûnerên ji Emerîkaya Latîn û Karayîban axivîn. Di nîqaşan de teqezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtinê bi gelên ku li deverên cûda yên cîhanê têdikoşin, bi taybetî Tevgera Azadiya Kurd re hate kirin. Girîngiya avakirina torên navneteweyî di navbera jinan de hate destnîşankirin.

Di roja sêyemîn a kongreyê de, delege li 15 komên xebatê hatin dabeş kirin da ku mijarên wekî rizgariya jinan, têkoşînên jîngehê, rola ciwanan, serxwebûna aborî, serweriya xwarinê û hevgirtina navneteweyî nîqaş bikin. Ezmûna rêxistinî ya komunal a Tevgera Azadiya Kurd jî di komxebata hevgirtina navneteweyî de hate nîqaş kirin.

Ji Kolombiyayê nûnera PCN’ê Luz Mari Cardona, jî bal kişand ser xalên hevpar ên di têkoşînên li seranserê erdnîgariyên cûda de û got, “Li Kurdistan, Kolombiya û Hondurasê, yek ji armancên bingehîn ên şeran dagirkirina axê ye. Divê em rêxistina jinan di parastina axê de bikin yek.”

Di roja dawîn a kongreyê de, encamên komên xebatê hatin nirxandin û deklarasyonek dawîn hate pejirandin. Di deklarasyonê de, armancên xurtkirina xweseriya siyasî û aborî ya jinan, parastina avahiyên kolektîf ên civakan, pêşxistina mekanîzmayên tezmînatê û berfirehkirina koordînasyona navneteweyî hatin destgirtin.

Beşdaran, bal kişandin ser pêwîstiya rêxistinek bihêztir li dijî polîtîkayên faşîst û muhafezekar ên ku berfireh dibin. Kongreya çar rojî bi çalakiyên çandî û peyamên hevgirtinê ji civaka Reş re bi dawî bû.

Kolektîfa Jinan a CONAQ, careke din biryardariya xwe ya berdewamiya xebata xwe di dema nû de ji bo xurtkirina xweseriya jinan û pêşxistina rêxistina aborî û siyasî ya civakan ragihand.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRASILIA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek
Nûçeya Pişt re Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyekê Cejna Noelê ya gelên Xiristiyan pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPJ’ê: Roj hemû wê bibin 8’ê Adarê

Şervanên YPJ'ê ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çeperên berxwedanê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinek li Kelarê hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?