Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di daxuyaniya xwe de got: ‘’Bi ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de ku bi beralîlirin û piştevaniya DYE û emperyalîstên Rojavayî ji bo çewisandina têkoşîna çînî ya bilind dibe û sepandina polîtîkayên neolîberal hate kirin, tam 45 sal derbas bûn.’’
Dewama daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:
‘’Ji ber vê derbeya ku li hemberî têkoşîna rizgariya neteweyî ya li Kurdistanê hatiye kirin, neteweya Kurd Kurd, çîna karkeran û tevgera şoreşgerî bedêlên giran dane. Ji kesên jibo rizgariyê têdikoşin û sosyalîst re êşkenceyên giran hatin kirin û bi rêya darvekirinan xwestina hêviya gel tune bikin.
Amadekariyên derbeya leşkerî bi hevkariya emperyalîstan bi awayekî hostane hatine kirin. Di serîde Amed, Metrîs û Mamak, zîndan weke cihên êşkenceyên herî giran di bîra girseyan de cihê xwe girtine. Necdet Adalî, Serdar Soyergîn, Erdal Eren, Veysel Guney, Ahmet Saner, Kadîr Tandogan, Mûstafa Ozenç, Seyît Konûk, Îbrahîm Ethem Coşkûn, Necatî Vardar, Alî Aktaş, Ramazan Yûkarıgoz, Omer Yazgan, Erdogan Yazgan, Mehmet Kambûr û Levon Emekçiyan ji aliyê Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ve bi awayekî nehiqûqî hatine darizandin û darvekirin. Înfazên bêyî lêpirsîn hatine kirin û tirseke mezin hatiye afirandin.
Lê belê tevî her tiştî jî ev atmosfera tarî û tirsê li gel têkoşîna çîna karkeran û bindestan hatiye têkbirin. Tevî hemû êrîşên dewlet û kontrgerîlayan jî berwedana li zîndanan nesekiniye. Rêxistinên şoreşgerî yên derbên giran xwarine ji nû ve xwe afirandine. Pêngava 15’ê Tebaxê ya Tevgera Azadiya Kurdan, Çalakiyên Biharê yên 1989’an û daketina kolanan ya jin û Elewiyan ya ji bo daxwazên xwe bûn nîşaneyên herî girîng ên ku Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê nekariye girseyan têk bibe.
Piştî 45 salan îro hê jî li Tirkiye û Kurdistanê şert û mercên faşîzmê serwer in. Maskeya faşîzmê xwe nû kiriye û tu berpirsiyar,kujer û generalên Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ji ber sûcên ku li dijî mirovahiyê kirine, nehatine darizandin. Dema gel di nava birçîtî û xizaniyê de bû Kenan Evren û hevparên wî di nava rehetiyeke mezin de jiyan.
Îro li girtîgehên cure nû, êşkenceya tecrîdê li girtiyên şoreşger tê kirin. Roja îroyîn li girtîgehên ku tîpên Y û S de ku weke ‘bîran’’ tên binakirin, girtî bi îradeyeke şoreşgerî li ber xwe didin û bedena xwe ku tekane çeka wan bi birçîbûnê re rû bi rû dihêlin. Jialiyekî ve qala çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin û ji aliyekî ve jî êşkenceya tecrîd û sirgûnkirinê berdewam dike. Girtiyên şoreşger ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar tên hiştin û tehliyeya wan tim tê taloqkirin. Zirarê didin gorên gerîlayên nemir û destûra sersaxiyan jî nayê dayîn. Ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve ji komele, şaredarî, mixtarî û partiyên siyasî re qeyûm tên tayînkirin.
Çem, daristan, berav û deşt ji emperyalîstan re tên pêşkêşkirin. Ji aliyekî ve li Elewiyan ferz dikin ku bibin perçeyekî Îslama siyasî û ji aliyekî ve bi hêrsa qezençkirinê zirarê didin mekanên pîroz û li van deran mizgeft û mescît tên çêkirin. Her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin û destkeftiyên jinan ên hatine bidestxistin, tên desteserkirin. Her wiha cînayetên karkeran, xebitandina neewle û karkeriya zarokan weke xizaniyê her ku diçe zêdetir dibin. Xwegihandima mafên weke perwerde, hêwirîn û tenduristiyê ku mafên bingehîn in, gelekî zehmet bûne.
Tevî ku bi ser de 45 sal derbas bûne jî kiryarên Çûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bi awayekî berfirehtir û qirêjtir ji aliyê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ve tên domandin. Ev şerê topyekûn ê kapîtalîst û emperyalîstan ji bo berjewendiyên xwe li dijî gelên Tirkiye û Kurdistanê bi rê ve dibin, dikare bi têkoşîneke şoreşgerî ya yekbûyî were sekinandin. Girêdayî vê yekê em weke HBDH, ji bo perçekirina zîncîrên çîna karker û bindestên Tirkiyeyê; ji bo bidawîkirina dagirkerî û îlheqa li Kurdistanê; ji bo pêşîlêgirtina qurbanîkirina gel ya ji ber şerê berjewendiyên emperyalîstan em ê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî mezin bikin û faşîzmê hilweşînin!’’