În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Kiryarên cûntayê bi awayekî qirêjtir dewam dikin
Rojane

HBDH: Kiryarên cûntayê bi awayekî qirêjtir dewam dikin

HBDH’ê bi boneya salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku kiryarên cûntayê bi awayekî qirêjtir berdewam dikin û got: ‘’Ev şerê topyekûn dikare bi têkoşîneke şoreşgerî ya yekbûyî were sekinandin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di daxuyaniya xwe de got: ‘’Bi ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de ku bi beralîlirin û piştevaniya DYE û emperyalîstên Rojavayî ji bo çewisandina têkoşîna çînî ya bilind dibe û sepandina polîtîkayên neolîberal hate kirin, tam 45 sal derbas bûn.’’

Dewama daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:

‘’Ji ber vê derbeya ku li hemberî têkoşîna rizgariya neteweyî ya li Kurdistanê hatiye kirin, neteweya Kurd Kurd, çîna karkeran û tevgera şoreşgerî bedêlên giran dane. Ji kesên jibo rizgariyê têdikoşin û sosyalîst re êşkenceyên giran hatin kirin û bi rêya darvekirinan xwestina hêviya gel tune bikin.

Amadekariyên derbeya leşkerî bi hevkariya emperyalîstan bi awayekî hostane hatine kirin. Di serîde Amed, Metrîs û Mamak, zîndan weke cihên êşkenceyên herî giran di bîra girseyan de cihê xwe girtine. Necdet Adalî, Serdar Soyergîn, Erdal Eren, Veysel Guney, Ahmet Saner, Kadîr Tandogan, Mûstafa Ozenç, Seyît Konûk, Îbrahîm Ethem Coşkûn, Necatî Vardar, Alî Aktaş, Ramazan Yûkarıgoz, Omer Yazgan, Erdogan Yazgan, Mehmet Kambûr û Levon Emekçiyan ji aliyê Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ve bi awayekî nehiqûqî hatine darizandin û darvekirin. Înfazên bêyî lêpirsîn hatine kirin û tirseke mezin hatiye afirandin.

Lê belê tevî her tiştî jî ev atmosfera tarî û tirsê li gel têkoşîna çîna karkeran û bindestan hatiye têkbirin. Tevî hemû êrîşên dewlet û kontrgerîlayan jî berwedana li zîndanan nesekiniye.  Rêxistinên şoreşgerî yên derbên giran xwarine ji nû ve xwe afirandine. Pêngava 15’ê Tebaxê ya Tevgera Azadiya Kurdan, Çalakiyên Biharê yên 1989’an û daketina kolanan ya jin û Elewiyan ya ji bo daxwazên xwe bûn nîşaneyên herî girîng ên ku Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê nekariye girseyan têk bibe.

Piştî 45 salan îro hê jî li Tirkiye û Kurdistanê şert û mercên faşîzmê serwer in. Maskeya faşîzmê xwe nû kiriye û tu berpirsiyar,kujer û generalên Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ji ber sûcên ku li dijî mirovahiyê kirine, nehatine darizandin. Dema gel di nava birçîtî û xizaniyê de bû Kenan Evren û hevparên wî di nava rehetiyeke mezin de jiyan.

Îro li girtîgehên cure nû, êşkenceya tecrîdê li girtiyên şoreşger tê kirin. Roja îroyîn li girtîgehên ku tîpên Y û S de ku weke ‘bîran’’ tên binakirin, girtî bi îradeyeke şoreşgerî li ber xwe didin û bedena xwe ku tekane çeka wan bi birçîbûnê re rû bi rû dihêlin. Jialiyekî ve qala çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin û ji aliyekî ve jî êşkenceya tecrîd û sirgûnkirinê berdewam dike. Girtiyên şoreşger ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar tên hiştin û tehliyeya wan tim tê taloqkirin. Zirarê didin gorên gerîlayên nemir û destûra sersaxiyan jî nayê dayîn. Ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve ji komele, şaredarî, mixtarî û partiyên siyasî re qeyûm tên tayînkirin. 

Çem, daristan, berav û deşt ji emperyalîstan re tên pêşkêşkirin. Ji aliyekî ve li Elewiyan ferz dikin ku bibin perçeyekî Îslama siyasî û ji aliyekî ve bi hêrsa qezençkirinê zirarê didin mekanên pîroz û li van deran mizgeft û mescît tên çêkirin. Her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin û destkeftiyên jinan ên hatine bidestxistin, tên desteserkirin. Her wiha cînayetên karkeran, xebitandina neewle û karkeriya zarokan weke xizaniyê her ku diçe zêdetir dibin. Xwegihandima mafên weke perwerde, hêwirîn û tenduristiyê ku mafên bingehîn in, gelekî zehmet bûne.

Tevî ku bi ser de 45 sal derbas bûne jî kiryarên Çûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bi awayekî berfirehtir û qirêjtir ji aliyê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ve tên domandin. Ev şerê topyekûn ê kapîtalîst û emperyalîstan ji bo berjewendiyên xwe li dijî gelên Tirkiye û Kurdistanê bi rê ve dibin, dikare bi têkoşîneke şoreşgerî ya yekbûyî were sekinandin. Girêdayî vê yekê em weke HBDH,  ji bo perçekirina zîncîrên çîna karker û bindestên Tirkiyeyê; ji bo bidawîkirina dagirkerî û îlheqa li Kurdistanê; ji bo pêşîlêgirtina qurbanîkirina gel ya ji ber şerê berjewendiyên emperyalîstan em ê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî mezin bikin û faşîzmê hilweşînin!’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyeke adil divê Abdullah Ocalan azad bibe
Nûçeya Pişt re Zeynep Karayilan: Divê demildest mafê hêviyê were naskirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê têne bîranîn. Li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Wê tola nêzîkatiya li hemberî dîlgirtiyan bê hilanîn’

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em şanaz in ku bi zimanê xwe yê Kurdî dixwînin’

Xwendekarên ku li Kantona Firatê karnameyên xwe wergirtin, hestên xwe anîn ziman û diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?