Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wekîlê Fransî bi fermî xwest ku serdana Îmraliyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandarên YPJ’ê: Nabe ku bêyî jinan li Sûriyeyê qala aramiyê bê kirin
Rojava

Fermandarên YPJ’ê: Nabe ku bêyî jinan li Sûriyeyê qala aramiyê bê kirin

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ku di panela ji aliyê Enstîtuya Aştî ya Kurd ve hat lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku neçar e ku jin di avakirina Sûriyeya nû û mekanîzmayên parastinê de cih bigrin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Ji hêla Ensituya Aştî ya Kurdî ve der barê mijara entegrasyona li Sûriyeyê, naskirina YPJˊê û rewşa jinan li pêşeroja Sûriyeyê de bi rêya zoomê paneleke hat lidarxistin.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed tev li panelê bûn û pirs bersivandin.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn diyar kir ku li cîhanê pergaleke ku ji hêla aqlê zilamê desthilatdar ve hatiye avakirin heye û ew aqil dixwaze dizayenk bide Rojhialata Navîn û hemû cîhanê û wiha got: “Ev aqlê ku di dîrokê de desthilatdariya xwe li ser nirxên civakî ava kiriye, pergaleke artêşê jî ava kiriye. Lê ev pergala artêşê ne ji bo parastina civakê, ji bo talankirin, kuştin û tunekirina nirxên civakê hatiye avakirin. Aliya ku herî zêde ji vê aqlê zirarê dibîne jin û ciwanin. Bi rastî jî di şerê DAIŞ’ê de me ev yek dît, li cihekî parastin nebe, parastina cewherî nebe, pergala heyî jinan dike mal û li bazaran difiroşe. Me vê li Şengal, Mûsil û gelek cihên cuda dît. Ev tu carî ji hêla jinan ve neyê jibîrkirin. Ev bi zihniyeta bi DAIŞ’ê re derneket, bi dewletê destpê kir û bi DAIŞ’ê re xwe temam kir. Ger di artêşekê de jin tunebe ew artêş bi temamî dibe ya zilam û çi bixwazibe dê bike.”

Di nirxandina xwe de Rohilat Efrîn destnîşan kir ku li Sûriye û Rojava hebûna artêşa jin baweriyek pir mezin daye jinên cîhanê û ev tişt got: “Di artêşekê de û di sedsala 21’emîn de ger hebûna jin neyê dîtin serkeftin nîn e. Bi fermî di artêşê de naskirina hebûna me ne gef e, berovajî dê avakirina Sûriyeke aram be. YPJˊê li her derê cîhanê tê pejirandin. Ger jineke nikaribe parastina xwe ava bike ew jin mehkumê mirinê ye. Li cihê ku hebûn û rengê jin nebe dê pergal hemû jin bikin malê mêr. Tevlinebûna jin a artêşê xetereya herî mezin e. Em vê dibêjin bi qedexe û înkarê çareserî nayê avakirin. Hemû civakên li Sûriyeyê êdî ji şer û bê aramiyê bezar bûne. Pêwistiya her kesî bi parastineke bi pîvan heye û herî zêde jî pêwîstiya jinan heye.”

DIVÊ ZEXT LI HIKÛMETA ŞAMÊ WERE KIRIN

Fermandara YPJ’ê destnîşan kir ku tevlibûna artêşê di serî de tevlibûna jinan a hemû qadan divê zext li hikûmeta Şamê were kirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî tişta ku ji raya giştî ya navneteweyî tê xwestin çavdêrîkirina prosodura enteger û çekane. Ji hêla din ve piştgiriya amadekirina çarçoveya qanûnî û siyasî û tevlîbûna jinan a parastinê wek mafeke rewa were destgirtin. Divê jin cihê xwe di amadekirina qanûna parastinê de bigirin û pêwîste bêyî beşdariya jin tu qanûn neyên qebûlkirin. Ez bawerim raya giştî ya navneteweyî ji bo ewlehî û parastina jin rola ku dikeve ser milê wan bilîzin.”

HEBÛNA YPJˊÊ DILÊ JIN Û CIVAKÊ REHET DIKE

Rohilat Efrîn sedema qebûlnekirina jinan a tevlibûna artêşê û pêşniyara xwe ya ku pêşkêşî Wezîrê Parastina Sûriyeyê kirine, bi van hevokan anî ziman: “Yek sedama ku jin tevlî artêşê nebin nîne. Şênber dibêjin tenê dikarin di ewlehiya hundirîn de cihê xwe bigirin. Me 14 salan pey xwe hişt. Hebûna jin a di nav artêşê de bi taybetî şerê DAIŞ’ê de li cîhanê mînake ewile. Bi pêşengtiya hemû jinên cîhanê ev pêk hat. Ji hêla din ve di artêşa nû ya Sûriyeyê de gelek komên cuda cuda cihê xwe digirin û helbet ev jî metirsiyek li ser pêşeroja Sûriyeyê ava dike. Ji aliyên din ve civînek me bi Wezareta Parastina Sûriyeyê re çêbû û me got wek tugayek li herêmên xwe parastina xwe çê bikin. Dibe li hemû deverên Sûriyeyê pêk neyê lê em dikarin li herêma xwe vê pêk bînin. Ji ber hebûna YPJ’ê dilê civakê bi taybetî jinan rehet dike.”

PÊVAJOYA TÊKOŞÎNÊ

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn pirsa ‘ger hikûmeta Sûriyeyê YPJ’ê qebûl neke, wê alternatîfa we çi be û tevlinebûna YPJ’ê ya nav artêşê xetereyek çawa bi xwe re bîne’, wiha bersivand: “Em jî vê mijarê niqaş dikin. Lê pêwîstî bi rêya diyalogê were çareserkirin heye. Em dixwazin diyarlogên xwe dewam bikin, me daxwaz û nêrînên xwe ragihand. Em hewl didin bidin famkirin dê tevlibûna YPJ’ê di çi astê de be. Ger qebûl nebe mirov dikare wê demê mijarê ji nû ve binirxîne. Ev pêvajo ji bo parastina destkeftiyan ji bo jinan pêvajoya têkoşînê ye.”

Rohilat Efrîn ragihand ku mijara cihgirtina YPJ’ê di nav artêşê de bi Tom Barrack re jî hevdîtin pêk anîne û got ku ew jî diparêzin ku YPJ di nav ewlehiya hundirîn de cihê xwe bigire û di vê mijarê de dê demên pêş niqaş û hevdîtinên wan bidome.

JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYA HEMÛ JINAN E

Di nirxandina xwe de fermanda YPJ’ê ragihand ku derveyî rêxistin, saziyên jin û kesayetên jin bi awayekî fermî ji hêla tu dewletê ve piştgiriyek nehatiye.

Di dawiya axaftina xwe de Rohilat Efrîn li ser bandora YPJ ya li ser şoreşa Jin Jiyan Azadî ku niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome, ev tişt anî ziman: “Li cihekî parastin nebe, xwebûn û zanista jin nikare derkeve derve. Beriya 15 salan YPJ nîn bû lê îro heye. Ger îro navê YPJ nebe dê felsefeya jiyanê, parastina jiyanê ya jinan bi çi rengî be jî li ku dibe bila bibe dê bidome. Herikandina zanista parastinê ger raweste ji bo jin û civakan xetereye. Li ser vê esasî felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku li Rojhilat û Îranê belav bûye, çanda berxwedana jinane. Ev felsefe felsefeya hemû jinane û felsefeya me ye jî. Di vê wateyê de şoreşa jinan a li Îran û Rojhilatê bi vê felsefeyê re girêdayî ye.”

YPJ HEBÛN Û NASNAMEYA HEMÛ JINAN E

Her wiha Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed jî ev nirxandin kirin: “Pêvajoyek gelek girîng me derbas kir. 14 salan wek YPJ li hemû qadan me gelek tişt kir. Xeteriyên li hember jin hîn heye û didome. Hebûna jin û nasnameya jin hîn nayê qebûlkirin. Ew zihniyeta paşverû ya rejîma Baasê li hemberî jin hê jî heye. Têkoşîna me ya 14 salan li hember vê zihniyetê bû. Hemû jin di wê baweriyê de ne divê em her kêlî têkoşîn û parastina xwe xurtir bikin. Me çand û pergalek ava kir û ji bo parastina vê pergalê têkoşîneke xurtir divê. YPJ parastina hemû jinên Sûriyeyê ye. Em encax bi beşdariya jin a artêşê dikarin behsa Sûriyeke aram bikin. Ger jin nîn be em nikarin bêjin sistemek nû ye. Em YPJˊê tenê wek hêzeke leşkerî nanêrin, hebûn û nasnameya jinane. Têkoşîna 14 salan tenê bi Sûriyeyê sînordar nema, belavî hemû cîhanê bû. Em ji bo parastin û misogerkirina destkeftiyên jinan têdikoşin. Rêya rast rêya têkoşînê ye. Sedsala 21’an her jinek bi YPJê re wateya parastin û çanda parastinê nas kir. Bê parastin mirov nikare behsa nûjebûn û zindîbûn, ewlehî û aramiyê bike bi taybetî ev yek ji bo jinan derbesdare. YPJ parastina nirxê jinan, parastina destkeftiên jinan kir. Di hemû qadan de YPJ bi xwe re pêşketin anî û pêşengtî jê re kir. Temsiliyeta hemû jinan kir. YPJ bi nêrineke jin, nasnameya parastinê ava kir. Meyzandina jin li şer cuda ye, ji aştiyê re cuda ye ji bo vê jî ger jin nebe em nikarin behsa aramiya Sûriyeyê bikin. YPJ bi erka avakirina Sûriyeke pirrengî û aram rabû. Ji ber vê yekê tevlibûna jinan a nav artêşê, avakirna qanûna nû ya Sûriyeyê de pir girînge.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrikê şehîdek hat verşartin û ji bo 2 fermandarên YPJ’ê merasîm hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Li Eskîşehîrê 6 xwendekar hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Omer Ocalan: Abdullah Ocalan got, ‘Em di pêvajoyeke dîrokî de ne’

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Li pêşiya me pêvajoyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan diyar kir ku pêla êrîşê ya çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê gorek din a bi kom hate dîtin

Li Sîba Şêx Xidir a Şengalê piştî duristkirina rê karkeran goreke din a komî dîtin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi nûnerên partiyên Kurdan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?