Bi salan e li daristan, gundên xizan û herêmên jibîrkirî yên Hindistanê têkoşînek tê meşandin. Navê vê têkoşînê tevgera Maoîst- an jî weke ku dewlet dibêje Naxalite. Dibe ku piraniya mirovan dengê çekan ên vî şerî bihîstibe, lê hindik kes dizanin ku li pişt wan çekan kî hene: jin.
Ev jin ne tenê bûne şervan, bûne mamoste, rêxistinvan, hemşîre, hevrê û rewşenbîr. Hinekan, mîna teorîsyen Anuradha Ghandy hewl da ku Marksîzmê û femînîzmê bi hev re bikin yek. Hinek fermandarên yekîneyên çekdar ên wek Narmada Akka bûn. Hin ji wan di kûrahiya daristanê de bêyî ku navê wan were tomarkirin jiyana xwe ji dest dane.
Başe, çima em der barê wan de ewqas kêm xwedî agahî ne?
Ji ber ku ev jin ducar nedîtbar in:
Ya yekem, navên wan ji ber ku li ber çavê dewletê “neqanûnî” ne, têne sansurkirin.
Ya duyemîn jî, çîrokên wan ji ber ku li ber çavê civakê “jin” in, tên biçûk xistin.
Medyayê ew tenê weke “çekdarên mirî” ragihandin; Nepirsî ew kî ne, çima rêyek wisa hilbijartibûn, bi çi xeyalan çûne wir. Lê belê, çîroka her yek ji wan qala valahiya çînên kûr a Hindistanê, neheqiya ku ji hêla pergala kastê ve hatî pêkanîn û îstîsmara ku jin pê re rû bi rû dimînin vedibêje.
Jinan ne tenê di nav refên Maoîst de bi mêran re mil bi mil şer kirin; wan jî hebûna xwe ji nû ve pênase kirin. Bi çekên di destên xwe de dengên xwe yên bi salan dihatin qutkirin bihîstin. Lê mixabin, pirtûkên dîrokê dîsa dengê wan qut kirin.
Îro hinek ji van jinan hîn jî li daristanên Hindistanê ne. Navên wan veşartî ne, rûyên wan nayê naskirin, lê serpêhatiyên wan mîna pelên daristanê bi hev re tevdigerin. Ew hilgirên dîrokek jinedîtî ve ne – parêzvanên bîrek bêdengkirî ne, lê nehatin jêbirin.