Li Hatayê rapora der barê salvegera erdheja 6’ê Sibatê hate eşkerekirin û di raporê de tespîtên balkêş hene. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku rapor berhema hilberîneke hevpar û îradeya kolektîf e û destnîşan kir ku divê ji bo pêşeroj çawa bê avakirin rênîşandan bê kirin.
Fîncanci diyar kir ku di erdhejê de 463 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û hat destnîşankirin ku 107 ji wan bijîşk in.
Fîncanci da zanîn ku pirsgirêkên weke pirsgirêka xaniyan, nebûna derfetên kar, zêdebûna tundî û bikaranîna madeyên hişberê, têkoşîna gel a bi xizanî û xizaniyê re didome. Fîncanci got ku cihên niştecihbûnê yên li herêma erdhejê veguherî kampên komkirinê.
Hevseroka Giştî ya SES’ê Nazan Karacabey jî anî ziman ku erdhejê bandoreke mezin pergala tenduristiyê kir û diyar kir ku pergala ku nexweş weke mişterî tê dîtin û xebatkarên tenduristiyê di pergala koletiyê de dixebitin bi salan e tê rexnekirin. Nazan Karacabey hişyarî da û got ku bi heman pergala tenduristiyê ne pêkan e ku ji karesateke bi vî rengî derkeve.
Di raporê de her wiha agahî hat dayîn ku 11 nexweşxane hilweşiyan, 10 nexweşxane bi giranî xisar dîtine, 66 navendên tenduristiyê yên malbatan hatine hilweşiyan, 15 navendên tenduristiyê yên malbatan xera bûne û 9 saziyên tenduristiyê yên din jî yan hilweşiyane yan jî zirareke mezin dîtine.
Pisporê Tenduristiya Gel Dr. Mehmet Zencîr bal kişand ser niqaşên hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û li ser pirsgirêkên avahîsaziyê yên pergala tenduristiyê rawestiya.
Zencîr diyar kir ku cenazeyên 6 xebatkarên tenduristiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane nehatine dîtin û şikestina pergala tenduristiyê li ser bi mînakên pandemîk û erdhejê rexne kir.
Zencîr destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê jî wek welatiyên din ên li herêma erdhejê bi pirsgirêkên wekî xanî, perwerde, şaredarî, çûnûhatin û ewlehiyê re rû bi rû ne. Her wiha di raporê de bandorên derûnî yên erdhejê û xebatên ji bo afirandina sîstemeke tenduristiyê ya alternatîf hatin kirin.
Di raporê de der barê şert û mercên jiyanê yên li Hatayê de agahiyên berfireh hene, girîngiya hilberîna xizmetên tenduristiyê ya ku tevlêbûna xebatkarên tenduristiyê û civakê jî di nav de ye, tîne ziman. Di raporê de hat xwestin ku bajar di nava demokrasî û aştiyê û li gorî nirxên dîrokî, çandî û xwezayî jinûve bên avakirin.