Rêber Apo, têgeha eko-aboriyê weke beşa herî girîng a rêxistinbûna komûnê bi kar tîne. Li hember têgihîştina aboriyê ya modernîteya kapîtalîst, Rêber Apo destnîşan dike ku beşa aborî ya sosyalîzma serdema nû divê bibe eko-aborî ya ku xwezayê esas digire, û ev sîstem dê li hember felsefeya talanker a modernîteya kapîtalîst bisekine.
Modernîteya kapîtalîst, li mirov, xwezayê û hemû zindiyan weke kole û amûrên ji bo domandina sîstema xwe dinêre. Felsefeya aboriyê ya sîstemê jî li ser vê bingehê xwe didomîne û modelekî aborî yê li ser hilweşandin û tinekirinê ava, li cîhanê ferz dike. Rêber Apo, li hember wêrankariya kapîtalîzmê ya bi navê endustriyalîzmê, modela eko-aboriyê pêşniyar dike û israr dike ku divê ev, bibe bingeha “Sosyalîzma Neteweya Demokratîk” û sîstema komûnê.
‘MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST, WÊRANKARIYA HERÎ SÎSTEMATÎK E DI DÎROKA MIROVATIYÊ DE’
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî êrîşên endustrîyalîzmê û li hemberî vê girîngiya eko-ekonomiyê ji ANF’ê re nirxand.Temellî destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst, sîstemeke wêrankariyê ye û bingeha wê jî talan e.
Temellî got: “Modernîteya kapîtalîst, ku em jê re dibêjin ‘rejîma berhevkirina sermayeyê’; sîstemeke ku ji bo berhevkirinê berhev dike, mezinbûnê bi stratejiya ‘hilweşîna afirîner’ û ‘pêşkeftina teknolojîk’ re çêdike û tevahiya civakîbûnê, heta jiyanê jî dixe nava vê çerxê. Ev sîstem, daneheviya tevahiya dîrokê înkar dike û li gorî berjewendiyên sermayeyê, têkiliyên serdestiyê bi destê dewleta kapîtalîst vediguhezîne siyasetê, di qada ekonomî-polîtîk de zehmetiyeke qeyranê di hundirê xwe de dihewîne. Sîstema kapîtalîst sîstemeke qeyranan e û derketina ji her qeyranê, dema wêrankariyeke nû ye. Li gorî gotina Ocalan, sîstema kapîtalîst a cîhanê, modernîteya kapîtalîst, dema wêrankariya herî sîstematîk e ku dîroka mirovatiyê dîtiye. Pêşketinên pîşesazî yên ku kapîtalîzm ji bo mirovahiyê pêşkêş dike, bi rastî ji bilî kolandina gora mirovahiyê, tiştekî din nînin.”
‘ENDUSTRİYALÎZM XWEZAYÊ Û KEDÊ TÊK DIBE’
Temellî anî ziman ku dîroka kapîtalîzmê, dîroka talankirinê ye û got ku ev sîstem, yekîtiya netewe-dewletên faşîst û netewe-dewletên kapîtalîst pêk tîne.
Temellî wiha domand: “Qeyrana avhewayê ya îro, û bi wateyek berfireh qeyrana ekolojîk, ji ber rewşa ku zêdehiya nirxê ku rejîma berhevkirinê bi rêya ked û talana xwezayê ve hilberandiye, nikare vê qulika reş a mezin têr bike, derdikeve. Dinamîkên qeyranê yên ku bi têkiliyên zêdehiya nirxê ve di hundirê sîstemê de geş dibin, tevî hemû şêweyên têkiliyên serdestiyê, nikarin bigihîjin asta têra xwe ku qeyrana xwe derbas bikin. Vê yekê jî kiriye ku xwezayê di astên ‘têne tinekirin’ de ji bo talanê vekirî be. Kapîtalîzm, bi dînitiya endustriyalîzmê, xwezayê û kedê bi awayekî zêde talan dike. Talanakirina bê sînor a xwezayê ji bo qezencê, bûye yek ji awayên bingehîn ê karkirina kapîtalîzmê.
RAMANA ‘EKO-ABORİYÊ, DERKETINEKE RAST A LI HEMBER SÎSTEMA TALANKER A KAPÎTALÎST E’
Temellî anî ziman ku êrişên kapîtalîzmê yên li ser bingeha endustriyalîzmê, cîhanê anîne ber tinebûnê û got ku li hember vê sîstema ku bi temamî li ser talana cîhanê hatiye damezrandin, bi gotina ‘jiyaneke din mimkûn e’ têgeha eko-aboriyê derketiye holê.
Temellî wiha got: “Felsefeya eko-aboriyê, ku hêviya ‘jiyaneke din mimkûn e’ li hember vê sîstema qeyran û wêrankariyê diafirîne, yek ji nerazîbûnên herî rastîn e li hember sîstema talana kapîtalîst e. Eko-aborî, hişmendiyek e ku mirov mantiqê tineker qebûl nake; li hember dogmaya îktisadî ya ‘pêdiviyên bê sînor li hember çavkaniyên sînorkirî’ disekine, hiyerarşiya mirov-navendî red dike û lihevhatina çalakiyên debare, hilberîn û xerckirinê bi xwezayê re pêşbînî dike. Ev modelekî aborî yê demokratîk e. Rizgariya mirovahiyê ji vê felaketa mezin, ji binê vê ‘hilweşîna afirîner’, ji hilweşîna kapîtalîzmê derbas dibe.”
Temellî destnîşan kir ku modela eko-aboriyê ya Rêber Apo, li hember endustriyalîzmê alternatîfek û paradîgmayeke rizgariyê ye û got: “Eko-aborî, yek ji girîngtirîn sernavên paradîgmayeke rizgariyê ye. Cihê tirsnak ê ku modernîteya kapîtalîst xwezayê anî ye eşkere ye. Em di nîvê qeyraneke mezin a ekolojîk de ne. Ji ber vê yekê, eko-aborî, ji alternatîfekê zêdetir, pêwîstiyek e. Ji vê qeyrana mezin a avhewa û ekolojîk a ku kapîtalîzm afirandiye, rêyek din a derketinê tune ye.”
‘EKO-ABORÎ, NEMA BI RÊKÛPÊK WEKE ÎNDÎRGEHPERESTIYA EKOLOJÎK TÊ TÊGIHÎŞTIN’
Temellî anî ziman ku modela eko-aboriyê divê tenê weke redûksiyonîzma ekolojîk neyê dîtin û got ku nêzîkatiya Rêber Apo ji bo rizgariya kedê xwedî cihekî girîng e.
“Ev nêzîkatî, pirsgirêkê tenê bi redûksiyonîzma ekolojîk re nagire dest. Ew nêrîna ekolojîk jî dixe nav analîza hemû têkiliyên serdestî û talanê û nêzîkatiyeke civakî bi xwezayê re tîne cem hev. Rizgariya kedê, li hember asta talanê ya ku modernîteya kapîtalîst ji bo hilberîna zêdehiya nirxê berbelav kiriye, bi têgihîştinek ku civakîbûn û xwezayê digire nav xwe, mimkûn dibe, ku ev jî taybetmendiya herî girîng a vê nêzîkatiya fikrî ye. Îtîraza Ocalan li hember vê ye. Rizgarî, rizgarbûna ji hemû dagirkeriya hişî ya modernîteya kapîtalîst e. Li hember felsefeya kargeh-navendî, felsefeya jiyan û xwezayê-navendî datîne û kedê jî ji hundirê vê felsefeyê digire dest. Pêwîst e em neyên xapandin ku kargehên kapîtala darayî ya îroyîn êdî di qadeke dîjîtal de cîh digirin; sîstem di cîhana kapîtala darayî de bi heman felsefeyê berdewam dike, tenê amûrên wê diguherin. Girîng e ku ked were civakîkirin û di hundirê hilberîneke ku bi xwezayê re lihevkirî û aştîxwaz be de cîh bigire. Pêwîstiya civakê bi hilberînê heye û zêdehiya nirxê ku di vê hilberînê de derkeve holê, bi dawîkirina talanê û bi mekanîzmayeke parvekirinê ya dadmend belav bibe, tenê bi vê nêzîkatiya civakî mimkûn e.”
‘KOMÛN, DÎNAMÎKA ABORIYA CIVAKÎ PÊK TÎNE’
Temellî anî ziman ku mantiqê komûnê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo di bingeha felsefeya sosyalîzma serdema nû de cih kirine, xwedî cihekî girîng e û rêxistinbûna komûnê ji bo mirovahiyê avaniyeke rast e.
Temellî bi berdewamî wiha got; “Sernavê komûnê, di nav van hemû nîqaşan de sernavekî gelekî girîng e. Wekî ku em di Bookchin de jî dibînin, ekolojî bi eslê xwe meseleyeke têkildarî hiyerarşiyê ye. Ji ber vê yekê, eko-aborî, berî her tiştî hiyerarşiyê red dike. Rêxistinbûna xwe li ser asteke heterarşîk pêk tîne. Bê guman mimkûn e ku welatî, bêyî ku bikevin nav tebeqeyeke burokratîk, aboriya xwe li ser bingeha aboriya debareyê rêxistin bikin. Pîvana rêxistinbûneke wiha divê komûn bin. Welatî, bêyî ku destûrê bidin êrîşên amûra netewe-dewletê ya navendî û pîvanên herêmîbûn/globalîzmê yên di hişê wê de hatine çêkirin, dikarin eko-aboriya xwe biafirînin. Mîmkûn e ku dînamîka aboriyeke civakî were avakirin. Em dikarin jiyaneke ku bi xwe-rêxistinbûn, xwe-parastin û dînamîkên xweser ên herêmî ve girêdayî ye, lê ne veqetandî ye, mimkûn bikin. Heger komûn di wateya pêkhatiyeke civakî de were nirxandin ku nîqaşên komûnê yên sedsala 19’an dîtiye, lê bi rastiyên cîhana îroyîn re hatiye avakirin, nêzîkatiya new-komûn a Ocalan ji bo mijarên ku min li jor anîn ziman, zemîneke girîng pêşkêş dike. Rizgariya mirovahiyê ji rejîma talanê, bi rêxistinbûna eko-aboriyê ya li ser bingeha komûnan mimkûn e.”
‘EKO-ABORÎ JI BO SOSYALÎZMÊ GIRÎNG E’
Temellî diyar kir ku modela eko-aboriyê ji bo sosyalîzmê di cihekî girîng de ye û bersiva kêmasiyên paradîgmayên aboriyê yên Marksîst jî dide.
Temellî got: “Heke sosyalîzm îfadeya hebûna civakî ya dij-modernîteyê – wek mînak modernîteya demokratîk – be, divê eko-aborî jî di hundirê wê de cih bigire.
Eko-aborî, eşkere dike ku paradîgmayên aboriyê yên sosyalîzm, çepgir, û Marksîzmê, bi rastî dikarin li derveyî koordînatên modernîteya kapîtalîst cih bigirin.
Paradîgmayeke aboriyê ya ku îro ekolojiyê naxe navenda xwe, nikare modernîteya kapîtalîst bibuhure.
Di nivîsên damezrînerê sosyalîzma modern Marx de jî derbarê vê rastiyê de beşên girîng hene. Marx gotiye ku kapîtalîzm têkiliya di navbera xwezayê û civakê de xera kiriye, ji vir jî têgeha ‘veqetîna metabolîk’ hatiye derxistin.
‘SOSYALÎZM LI SER ZEMÎNEKE ÎDEOLOJÎK A CÛDA DIXEBITE’
Sezaî Temellî, îşaret bi wê yekê kir ku modela eko-aboriyê pêwîstiyek e û bingeheke girîng a paradîgmayê Rêya Sêyemîn e û di dawiyê de wiha got:
“Wekî ku min li jor jî diyar kir, ji wêdetir ku mimkûn e, pêwîst e. Bi awayekî berevajî bibêjim: Ne pêkane ku mirov sosyalîzmê weke modelekî pêşkeftina aborî ya sade bibîne. Sosyalîzm, li ser cihekî îdeolojîk-polîtîk a cûda dixebite.
Ji ber ku di nava cîhaneke hişî de, ku wekî baskê çepê ya modernîteya kapîtalîst hatiye avakirin û têkiliya xwe bi endustriyalîzmê, netewe-dewlet, neteweperestî, baviksalarî û pozîtîvîzmê re qut nekiriye, ji ber vê jî rêya gihîştina sosyalîzmê nîn e, em Paradîgmayê Rêya Sêyemîn diparêzin.
Lê divê ev jî bi dilpakî bê gotin ku, demek dirêj eko-aboriyê mixabin girîngiya ku heq dikir nedît. Bi taybetî di nîvê duyemîn ê salên 1980’an de, ekolojî di Marksîzm û kevneşopiya ramanên radîkal de karî derkeve pêş. Niha ji nû ve nîqaşkirina wê, bi krîza ekolojîk ve girêdayî ye ku her ku diçe zêdetir xwe dide hîskirin. Sedema wê çi dibe bila bibe, ev nîqaş bi rastî bikêr in.”

