Bi weîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, hevjîna şehîd Mehmûd, Jiyan Azadî Kobanê Mehmûd nêrînên xwe bi me re parve kir.
Jiyan Azadî Kobanê di destpêka axaftina xwe de tevahî jinên têkoşer ên di oxira azadiyê de şehîd bûne bi bîr anî û diyar kir ku eger tundiya li ser jinê tenê di şer de bê nirxandin wê kêm bimîne û got, “Her kes dizane şer tundiya li ser tevahî xwezayê, zarokan û jinê ye. Lê ma tundiya di dîrokê de eşîran li ser jinê kiriye; tundiya malbatê li ser jinê kiriye; dîsa tundiya bi rêya medya civakî û teknîkê, her wiha tundiya bi qedexekirina zimanê dayikê ya bi navê evînê, wê çawa were nirxandin? Li gor nêrîna min tundiya herî mezin mehrûmkirina jinê ji zanistê, xwendin û nivîsandinê ye. Çima ez van dibêjim? Ji ber ez bi van hemûyan re rûbirû mame.”
Jiyan Azadî wiha dirêjî da axaftina xwe; “Yek ji tundiya herî zehmet jî -hêvîdar im kesek û ti jin nebînin ew e ku zarok ji dayikê qut dibin û ji dayikê tên mehrûmkirin. Bi ser vê de jî wexta zarok ji dayika xwe birevin, jê hez nekin û ji dayikê biyanî bimînin pir dijwar û zehmet e. Biyanîbûna zarok ji dayikê, tenê weke tundiyekê nabînim. Weke bêrêziya herî mezin jî dibînim. Di heman demê de ev paşverûtiyê civakê ye jî. Ev jî bi herikîna şoreşê ya bêhempa re pêwîst e were derbaskirin. Yan din jî hinek şîdet û tundiyên nayên dîtin jî hene. Mînak di hundirê malê de carinan jinek jinekê naecibîne, wê qebûl nake û jê hez nake. Di nêrîna min de ev jî tundî ye.”
Jiyan Azadî Kobanê diyar kir ku di nav civakê de biçûkxistina jinê ji mirinê xerabtir e û ev anî ziman, “Dema zilam şîdetê li jinê bike, tê zanîn ku ev çanda hezarê salan e. Yê di serî de hiştiye jin ji jinê biyanî bimîne, jin ji jinê biheside, jin ji jinê hez neke, ji ji jinê bireve, jin şerê jinê bike û xwe di ser jinê re bigire ew qatilê kastîk e. Zilamê nikare xwe bi rê ve bibe, bi lawaziyeke biçûk a jinê jî dikare xwe bike efendiyê civakê û xwe weke qehremanekî lezgîn ê dikare her kesî rizgar bike nîşan bide. Zilamê nezan, ji xwe bê bawer, nizane bê ked çi ye, weke li cihekî eger ew nebe nabe xwe nîşan dide. Bi hezarê salan e zilam bi vî rengî li ser ked û dilnizmtiya jinê hatiye roja me ya îro. Dema mijar dibe jin zilam berî her tiştî bi evînê bal kişandiye ser xwe, ajoyên xwe yên têrkirinê nade bi bavê xwe jî. Çi wextî li ku derê be, dema tiştek ne li gor dilê wî be, beriya her tiştî dikare ji jinê re bêje, ‘Ma ne te ji min hez kir? Ma min bi zorê te aniye? Here!..’ ji ber li bendê ye careke din biçin sûkên bazirganiya jinan û ji jinan re bêjin, ‘Min tu bi dînaran kiriye û tu mecbûrî wekî cariyekê xizmeta min bikî’.”
Jiyan Azadî Kobanê destnîşan kir ku weke jinên Kurd bi saya keda Rêber Apo li hember her cure zext û tundiya çavkaniya xwe ji desthilatdarî û pergala bi serweriya mêr digire xwe pêş xistine û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Bi ramanên Rêber Apo me xwe gurçûpêç kir û xemiland. Îro roj di bax û gulistana Rêber Apo de em ji bo azadiya jinan û civakan dixebitin. Em li şaneşîna Jinên Azad Bêrîtanan, Zîlanan, Sakîneyan, Şîlanan, Arînan, Avesta Xabûran, Ronahiyan, li Bendava Tişrînê li gel Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik in. Em ne li sûkên bazirganên cariyeyan e. Em li cihekî wiha ne ku kesek nikare bigihê me. Na desthilatdar ne jî bazirganên cariyeyan nikarin li siya me jî binêrin. Li pişta me YJA STAR, li kêleka me YPJ, HAT, YAT, hêzên ewlekarî û asayîşê yên dilsozên Rêbertî hene. Em şagirt û şervanên Rêber Apo ne. Bi vêwesîleya ez hevala Azadî Dêrik a 11’ê Sibata 2024’an li Qamişlo di encama êrîşeke dewleta Tirk de bi hevrêya xwe Sorxwîn Rojhilat re şehîd bû bi rêz û hurmet bîr tînim.”

