Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Di gulistana Rêbertî de em ji bo azadiya jin û civakan dixebitin’
Jin

‘Di gulistana Rêbertî de em ji bo azadiya jin û civakan dixebitin’

Jiyan Azadî Kobanê 25’ê Mijdarê li jinan pîroz kir got, "Bi ramanên Rêber Apo me xwe xemiland. Îro roj di bax û gulistana Rêber Apo de em ji bo azadiya jinan û civakan dixebitin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi weîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, hevjîna şehîd Mehmûd, Jiyan Azadî Kobanê Mehmûd nêrînên xwe bi me re parve kir. 

Jiyan Azadî Kobanê di destpêka axaftina xwe de tevahî jinên têkoşer ên di oxira azadiyê de şehîd bûne bi bîr anî û diyar kir ku eger tundiya li ser jinê tenê di şer de bê nirxandin wê kêm bimîne û got, “Her kes dizane şer tundiya li ser tevahî xwezayê, zarokan û jinê ye. Lê ma tundiya di dîrokê de eşîran li ser jinê kiriye; tundiya malbatê li ser jinê kiriye; dîsa tundiya bi rêya medya civakî û teknîkê, her wiha tundiya bi qedexekirina zimanê dayikê ya bi navê evînê, wê çawa were nirxandin? Li gor nêrîna min tundiya herî mezin mehrûmkirina jinê ji zanistê, xwendin û nivîsandinê ye. Çima ez van dibêjim? Ji ber ez bi van hemûyan re rûbirû mame.”

Jiyan Azadî wiha dirêjî da axaftina xwe; “Yek ji tundiya herî zehmet jî -hêvîdar im kesek û ti jin nebînin ew e ku zarok ji dayikê qut dibin û ji dayikê tên mehrûmkirin. Bi ser vê de jî wexta zarok ji dayika xwe birevin, jê hez nekin û ji dayikê biyanî bimînin pir dijwar û zehmet e. Biyanîbûna zarok ji dayikê, tenê weke tundiyekê nabînim. Weke bêrêziya herî mezin jî dibînim. Di heman demê de ev paşverûtiyê civakê ye jî. Ev jî bi herikîna şoreşê ya bêhempa re pêwîst e were derbaskirin. Yan din jî hinek şîdet û tundiyên nayên dîtin jî hene. Mînak di hundirê malê de carinan jinek jinekê naecibîne, wê qebûl nake û jê hez nake. Di nêrîna min de ev jî tundî ye.”

Jiyan Azadî Kobanê diyar kir ku di nav civakê de biçûkxistina jinê ji mirinê xerabtir e û ev anî ziman, “Dema zilam şîdetê li  jinê bike, tê zanîn ku ev çanda hezarê salan e. Yê di serî de hiştiye jin ji jinê biyanî bimîne, jin ji jinê biheside, jin ji jinê hez neke, ji ji jinê bireve, jin şerê jinê bike û xwe di ser jinê re bigire ew qatilê kastîk e. Zilamê nikare xwe bi rê ve bibe, bi lawaziyeke biçûk a jinê jî dikare xwe bike efendiyê civakê û xwe weke qehremanekî lezgîn ê dikare her kesî rizgar bike nîşan bide. Zilamê nezan, ji xwe bê bawer, nizane bê ked çi ye, weke li cihekî eger ew nebe nabe xwe nîşan dide. Bi hezarê salan e zilam bi vî rengî li ser ked û dilnizmtiya jinê hatiye roja me ya îro. Dema mijar dibe jin zilam berî her tiştî bi evînê bal kişandiye ser xwe, ajoyên xwe yên têrkirinê nade bi bavê xwe jî. Çi wextî li ku derê be, dema tiştek ne li gor dilê wî be, beriya her tiştî dikare ji jinê re bêje, ‘Ma ne te ji min hez kir? Ma min bi zorê te aniye? Here!..’ ji ber li bendê ye careke din biçin sûkên bazirganiya jinan û ji jinan re bêjin, ‘Min tu bi dînaran kiriye û tu mecbûrî wekî cariyekê xizmeta min bikî’.”

Jiyan Azadî Kobanê destnîşan kir ku weke jinên Kurd bi saya keda Rêber Apo li hember her cure zext û tundiya çavkaniya xwe ji desthilatdarî û pergala bi serweriya mêr digire xwe pêş xistine û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Bi ramanên Rêber Apo me xwe gurçûpêç kir û xemiland. Îro roj di bax û gulistana Rêber Apo de em ji bo azadiya jinan û civakan dixebitin. Em li şaneşîna Jinên Azad Bêrîtanan, Zîlanan, Sakîneyan, Şîlanan, Arînan, Avesta Xabûran, Ronahiyan, li Bendava Tişrînê li gel Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik in. Em ne li sûkên bazirganên cariyeyan e. Em li cihekî wiha ne ku kesek nikare bigihê me. Na desthilatdar ne jî bazirganên cariyeyan nikarin li siya me jî binêrin. Li pişta me YJA STAR, li kêleka me YPJ, HAT, YAT, hêzên ewlekarî û asayîşê yên dilsozên Rêbertî hene. Em şagirt û şervanên Rêber Apo ne. Bi vêwesîleya ez hevala Azadî Dêrik a 11’ê Sibata 2024’an li Qamişlo di encama êrîşeke dewleta Tirk de bi hevrêya xwe Sorxwîn Rojhilat re şehîd bû bi rêz û hurmet bîr tînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Humsê jinek hate kuştin
Nûçeya Pişt re Li Kantona Firatê mêr li ber tundiya li dijî jinê rabûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa li Reqayê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî şehîd bûn

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa li Reqayê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Rojava dîsa qadên çandiniyê dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker gundên Imhûşê, Minx, Radar û derdora gundê Hilîsa yên Şehbayê topbaran…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gavên ku pêwîstiya xwe bi guhertinên qanûnî nîne divê tavilê bêne avêtin’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sûltan Ozcan destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka baweriyê ya travma…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rapora NRLS: Di êrîşên çeteyan ên li dijî Kurdan de 1200 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?