Di beşa duyemîn a hevpeyvîna me ya bi Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya re, me tespîta Rêber Apo ya ku di Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk de cih digire, nirxand: “Heya ku çanda destdirêjiyê neyê derbaskirin, rastiya civakî dernakeve holê.” Elîf Kaya anî ziman ku destdirêjî ne tenê bi neçariya seksê re sînordar e, di heman demê de mekanîzmayeke serdestî û şikandina vînê ye ku li her qada jiyana civakî belav bûye.
Elîf Kaya bal kişand ser wê yekê ku destdirêjî ne tenê binpêkirineke di navbera takekesan de ye, di heman demê de mekanîzmayeke ku serdestiya civakî bi destê dewletê xurt dike, û got, “Destdirêjiya li jinekê, tirsandineke li hemû jinan e û hemû têkiliyên serdestiyê tevdigere,” û li gorî pênaseya Rêber Apo, ev çand dibe sedema pêvajoyeke “jinbûnê” ya ku civakê bêvîn dike.
Elîf Kaya çanda destdirêjiyê ya ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye, bi aliyên wê yên dîrokî û siyasî nirxand. Elîf Kaya destnîşan kir ku Kurd di peymanên neteweyî û navneteweyî de hatine înkarkirin û ev înkarkirin hewldaneke kûr a şikandina vînê ye, û anî ziman ku destdirêjiya li jinê di navenda polîtîkayên dagirkeriyê de ye û armanca wê şikandina berxwedana civakî ye.
Elîf Kaya got, “Ti hêz nikare mirov-jina ku hişmend bûye têk bi” û destnîşan kir ku Jineolojî mekanîzmaya xweparastinê ya herî xurt li dijî çanda destdirêjiyê ye, ku dihêle jin bi hebûna xwe bizane û xwe rêxistin bike.
Gava ku em nirxandina Rêber Apo ya “heta ku çanda destdirêjiyê neyê derbaskirin, rastiya civakî dernakeve holê” li ber çavan bigirin, divê li dijî çandeke ewqas kûr, stratejiyeke têkoşînê çawa were şopandin?
Destdirêjî, êrîşên berfireh û sepanên şikandina vînê derbirîn dike. Em dikarin destdirêjiyê, bi awayê herî sade, wekî binpêkirina mafan bi armanca serdestiyê, ku vîn û sînorên kesê din nas nake, pênase bikin. Ji ber vê yekê, li cihê ku destdirêjî hebe, em nikarin behsa demokrasî, wekhevî, wîjdan û azadiyê bikin. Heta li cihê destdirêjiyê em nikarin qala mirov û mirovatiyê jî bikin. Destdirêjî ewqasî berbelav û kûr ketiye her qada jiyana civakî, ku di nêzîkatiya civakê de bûye asteke normalîzekirî.
Dibe ku pêşî divê em bipirsin, gelo çanda destdirêjiyê çêdibe? Gelo çanda van sepanên şikandina vînê û nemirovane çêdibe? Belê, ji ber ku bingeha wê digihîje raboriya dîrokî û di jiyana civakî de berbelav bûye, wekî çand tê pênasekirin. Em dikarin jê re bêjin “çanda berovajî,” an jî “çanda dijber.” Dîroka vê, ji xirabûna têkiliya dîrokî ya yekem a di navbera jin û mêr de dest pê dike, berbelav dibe û heta îro kûr dibe.
Di vê çarçoveyê de, em nikarin destdirêjiyê tenê wekî rewşeke bi zorê kirina zayendîtî, sînordar bigirin. Tecawizkirin tenê aliyekî destdirêjiyê ye. Em herî zêde vê rewşa destdirêjiyê dibînin û li ser nîqaş dikin, lê em awayên din ên destdirêjiyê ji bîr dikin an jî nikarin pêşî li rewabûna wan bigirin.
Mêtingeha yekem jin e, ji ber vê yekê destdirêjiya yekem li dijî laşê jinê hatiye kirin.
Dibe ku ji bo baş fêmkirin, destdirêjiyê wekî du beşan – ji aliyê mêr ve û ji aliyê dewletê ve – dabeş bikin, baştir be. Her du jî bi mebesta damezrandina desthilatdariya xwe ne, lê yek di navbera jin û mêr de, ya din di navbera dewlet û civakê de pêş dikeve.

DESTDIRÊJIYEK HEMÛ TÊKILIYÊN SERDESTIYÊ DIXE NAVA TEVGERÊ
Hûn dikarin vê hinekî vekin?
Pêşî, gava em ji aliyê dîrokî ve lê dinêrin, em di mîtolojiyan de rastî gelek mînakên destdirêjiyê tên. Wisa xûya ye ku xwedawenda ku Enkî û Zeus destdirêjî lê nekiribin tune. Ji van destdirêjiyan şaristaniyên nû, ango sîstemên serdest derdikevin. Rewşa civakê li hemberî dewletê û ya jinê li hemberî mêr, li ser van têkiliyan têne destnîşankirin. Mînak, Îskîtî ku bi şervaniya xwe di dîrokê de navdar bûne, li axên ku dagir kirine, padîşah dikujin, şahbanûyê dîl digirin û li ber textê destdirêjiyê lê dikin. Text wekî sembola hêz û serdestiyê tê dîtin. Destdirêjiya li şahbanûyê li ber text, ragihandina şikandina vîna civakê û bidestxistina axê ye. Bi wateyekê, laşê jinê bi ax, û bi civakê re tê yekkirin. Bi vê wateyê, destdirêjî ne tenê binpêkirineke biyolojîk a asayî ye, di heman demê de qadeke ku çanda serdestî û desthilatdariyê tê de ji nû ve tê hilberandin û li tevahiya civakê tê belavkirin e. Destdirêjiya li jinekê, tirsandineke li hemû jinan e. Destdirêjiyek, hemû têkiliyên serdestiyê dixe nava tevgerê û domdarkirina wan peyda dike.
Rêber Apo, vê çanda destdirêjiyê ya ku di nav civakê de ye, wekî “jinbûn” pênase dike. Yanî civakeke ku vîna wê hatiye şikandin, tê asteke ku ji bo jinê di nav civakê de hatiye pêşbînîkirin. Ji ber ku jin hebûna herî bindest û herî zêde vîna wê hatiye şikandin e.
Bê guman, ya herî girîng, mirov tenê di nav civaka ku tê de hatiye dinê û bi xwezayê re wateyekê distîne. Ango êrîşa li dijî yek ji van, bi awayekî xwezayî her kesî digire nav xwe. Tundiya li jinê belavî civakê û ji wir jî li xwezayê dibe. Berovajiyê vê jî rast e.
ÎNKARKIRINA HEBÛNA KURDAN HEWLEKE DESTDIRÊJIYÊ YA HERÎ KÛR E
Wê demê, bi girêdayî pêvajoyên dagirkirina Kurdistanê re, encama wê derdikeve holê ku gelê Kurd, bi jin û mêrên xwe ve, mexdûrê çanda destdirêjiyê ye. Lê ev rewş di roja me de çawa tê jiyîn?
Em dikarin bibêjin ku ev rewş ji bo Kurdan hîn xeternaktir e. Kurd ne gelekî ne ku di statûya koloniya normal de jî were girtin e. Hebûna Kurdan di peymanên neteweyî û navneteweyî de tune. Bêdengiya navneteweyî ya li ser komkujiyên pir mezin ên ku sed sal in dijîn, ji ber vê yekê ye. Ji ber ku tê texmînkirin ku yê ku tê înkarkirin, komkujiya wî çênabe. Dikare bê gotin, Kurd hatine mehkûmkirin ku xwedî forma herî xirab a hebûnê bin; neçarî çespandina hebûna xwe ya berdewam, wekî rewşa herî xirab a hebûnê ji Kurdan re hatiye dîtin. Heta dema ku tê kuştin jî, di rewşeke wisa de ye ku nikare biçespîne ku ew hatiye kuştin. Kurdan di sed salên dawî de gelek komkujî jiyan kir, lê ji bilî jenosîda Êzidî ya dawîn, li qada navneteweyî bertekeke xurt çênebû. Ji ber ku hebûna wan di nav çar netewe-dewletan de hatiye parvekirin û ji wan re hatiye gotin ku wekî ku jin li mêr serî datîne, divê ew jî li neteweya serdest serî dayne.
Di vê wateyê de, divê çanda destdirêjiyê di vî aliyê ve jî were nirxandin. Înkarkirina hebûna wan, hewldana destdirêjî û şikandina vînê ya herî kûr e. Kurd hatine neçarkirin ku bibin tiştekî ji xwe dûr, bi qedexekirina nirxên xwe yên taybet. Bi qedexekirina nasname, ziman û hebûna xwe, hewl hatiye dayîn ku ew bikevin rewşa tunebûnê. Ev polîtîka sepanên ku çanda destdirêjiyê kûr dikin in.
DESTDIRÊJIYA LI JINÊ DI NAVENDA HEMÛ POLÎTÎKAYÊN DAGIRKERIYÊ DE YE
Di çarçoveya proseya dagirkirinê yên li Kurdistanê û polîtîkayên dewletê de, armanca destdirêjiya li jinê çi ye û ev rewş çawa bandorê li civakê dike?
Bê guman, destdirêjiya li jinê berfirehtir e û di navenda hemû polîtîkayên dagirkeriyê de cih digire. Ji ber vê yekê, cihên binçavkirinê, cihên ku destdirêjî herî zêde bi destê dewletê tê kirin in. Ji bo radestkirina kesî, li jinan destdirêjî tê kirin; bi vî awayî tê xwestin ku jin bên mehkûmkirin li bêdengiyê, bi wateyeke din, bên tunekirin. Carinan ji bo ku mêr biaxive û vîna wî bişkê, li ber çavên wî destdirêjî li jineke nêzî wî tê kirin. Yanî jin wekî pêveka mêr tê dîtin û ji ber kiryarên mêr tê cezakirin. Armanca hevpar a van hemûyan, şikandina vîna kes-civakê ye. Ev sepan bi jinan sînordar nayên hiştin, paşê li tevahiya civakê tên sepandin.
Li Kurdistanê qirkirina jinê, qirkirina xwezayê û qirkirina civakê bi hev re tê jiyîn. Destdirêjiya li jinê di heman demê de bi polîtîkayên li dijî xwezayê û civakê re jî tê taybetmendîkirin. Di salên dawî de, bi taybetî di bûyera Îpek Er de, me dît ku dagirkeriya li Kurdistanê çawa bi laşê jinê re tê yekkirin.
Mêrek çima destdirêjiyê li jinekê dike? Ne ji ber ku nikare hestên xwe kontrol bike. Ji bo ku kesê li hemberî xwe serî lê bitewîne û vîna wê bişkîne. Kesê ku vîna wê hatiye şikandin, hêza berxwedanê li hemberî her cure serdestiyê winda dike û serî datîne. Destdirêjî û kuştina jinan a ku bi destê saziyên dewletê li Kurdistanê, bi taybetî li ser jinên ciwan, di salên dawî de hatiye pêşxistin, wekî beşek ji berdewamkirina dagirkirina axê tê pêşxistin.
Di salên dawî de li hema hema her derê Kurdistanê, wekî beşek ji şerê taybet, çeteyên fuhuşê hatine damezrandin. Di sala 2010’an de, dema ku derket holê ku çeteyek, ku alîkarê rêveberê dibistanê jî di nav de ye, li Sêrtê bi keçên xwendekar fihûşê didin kirin, Waliyê Sêrtê yê wê demê xwedî vê polîtîkayê derket û got, “Heta ku derdikevin çiyê, bila fihûşê bikin,” bi vî awayî eşkere kir ku ev polîtîkayên han ji aliyê dewletê ve hatine plankirin.
TI HÊZ NIKARE JINA KU HIŞMEND BÛYE TÊK BÎBE
Divê gavên têkoşîna li dijî çanda destdirêjiyê çi bin? Jineolojî di vê çarçoveyê de xwedî çi erkî ye?
Rêya herî girîng a têkoşîna li dijî destdirêjiyê, bi bilindkirina hişmendiya ku tu kî yî, xwedîderketina li hebûna xwe ye.
Destdirêjî ne tenê hişmendiyê xira dike, di heman demê de amûrên zorê jî bi kar tîne. Ji ber vê yekê, bi rêxistinkirina zêdetir, pêşxistina xebatên hişmendbûnê û esasgirtina xweparastinê wekî qadeke xebatê ya bingehîn dikare têkoşîn were kirin. Ji bo vê, divê em pêşî giranî bidin xebatên ku me digihînin zanîna me, yên ku me ji hişmendiya şaş û xerîbûnê xilas dikin. Jineolojî tam jî ji bo vê yekê heye. Yanî xebatên pênasekirin û femkirina hebûna xwe bi zanîna xwe, pir girîng in. Bi pêşxistina civakbûnê, bi rêxistinkirina li tax, gund an malên xwe, em dikarin ciwan û pêşeroja xwe biparêzin. Ti hêz nikare mirov-jina ku hişmend bûye têk bibe.
SIBÊ: Çanda jina azad û nasandina jina komunal

