Sêşem, 26 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Dixwazin bikin ku muxalefeta bingehîn nebe navnîşana çareseriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Têkiliya bi Îmraliyê re bi rêk û pêk nebe, pêvajo bi çêkerî nikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Navenda Giştî ya CHP’ê 24 kes ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî girtina zêdetirî 30 salan serdana girseyî ya ji bo girtiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em êrîşa li ser CHP’ê şermezar dikin û rewa nabînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser CHP’ê li Amedê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi koma 202’yan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina aştî, edalet û hevgirtina civakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Jin

Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Jinên ji Başûrê Kurdistanê Komkujiya Parîsê şermezar kirin û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi boneya 13’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, Jinên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin heta ku edalet û qanûn neyên bicîhanîn bêdeng namînin û daxwaz dikin ku kesên di komkujiyên Parîsê de beşdarin werin eşkerekirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro 9’ê Çileyê 13 sal bi ser qetilkirina sê jinên pêşengên ên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li Parîsê di sala 2013’an de hatibûn qetilkirin, re derbaz dibe. Ev komkujî di demekê ku pêvajoya aştiyê ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi taybet Rêberê wê ve wek pêngavek a niyeta baş ji bo bidestxistina aştî, aramî û demokratîkbûnê hatibû îlankirin, de hate pêkanîn.

Kujer neteweperestekî Tirk bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo komkujiyê hatibû amadekirin. Piştî ku hate girtin û sûcê xwe îtîraf kir, bi guman li girtîgeheke Fransayê hate kuştin. Bê guman, ev yek ji bo pêşîgirtina li eşkerekirina têkiliyên neqanûnî yên di navbera Tirkiye û Fransayê de bû. Piştre dadweriya Fransayê doz girt.

10 sal şûnde, heman komplo li dijî sê çalakvanên din ên Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Fransayê hate kirin. Tevî ku kujer niha di girtîgehê de be jî, rastiya komkujiyê hîn ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin, dadweriya Fransa hewl dide ku wê veşêre. Bê guman, pir eşkere ye ku ev ne tenê qetilek bû, hevrêziyek eşkere ya dewletên Ewropî, bi taybetî Fransa, bi dewleta Tirk re bû da ku pêşengên gelê me tune bikin.

Bê guman, eger rastiyên komkujiya yekem eşkere bibûna, destên li pişt komployê eşkere bibûna û kujer bihata cezakirin, komkujiya duyem çênedibûya.

Îro, 13 sal piştî komkujiya yekem û sê sal piştî komkujiya duyem, birînên ku ji ber van komkujiyan çêbûne hîn ji bo me Kurdan, bi taybetî jî ji bo jinan bi giştî, nehatine kewandin. Wek jinên Başûrê Kurdistanê, ev qetilkirinên li dijî pêşengên jin wê me ji têkoşîna me sar nekin û me ji armanc û hêviyên xwe paşve gav neavêjin. Berovajî wê, ev rêbaza qetilkirina jinan wê me di têkoşîna xwe de isrartir bike û ber bi hilweşandina zihniyeta zayendperest, nijatperest, faşîst û mêrsalar ve biçe.

Jinên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ku niha li dijî dagirker û dijminên gelê me radiwestin, bi saya mîrateya ku Leyla û Sakîneyan ji me re hiştine ye. Girînge ku em jin bi hev re dengê xwe bilind bikin û li dijî hemû tundiyan helwestek cidî bigirin.

Heta ku edalet di van dozan de neyê bicihanîn, em nikarin behsa pîvanên demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bikin, taybet li welatên ku terorîzma siyasî û jenosîd lê tê kirin. Emê vê komkujiyê di bîra xwe de zindî bihêlin heta ku edalet, azadî û demokrasî ne tenê bi daxwazê, bi xwerêxistinkirin û têkoşînê pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclîsa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê êrişên li Heleb û Humsê şermezar kir
Nûçeya Pişt re SOHR: Li Helebê xebatkarên nexweşxaneyê hatin înfazkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn

Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn û hate ragihandin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Komxebata ciwanên Şengalê: Li dijî feraseta dewlet û desthilatdariyê têkoşîna radîkal divê

Komxebata ciwanên Şengalê bi biryardariya têkoşîna radîkal a li hemberî feraseta dewlet û desthilatdariyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi akademîsyenan re rûnişt

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Ewropayê hevdîtinan dike, li Elmanyayê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Têkiliya bi Îmraliyê re bi rêk û pêk nebe, pêvajo bi çêkerî nikare bimeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Navenda Giştî ya CHP’ê 24 kes ji kar hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Zanist

Lêkolîn: Kêmtir xerckirina kaloriyê dikare jiyaneke dirêjtir û saxlemtir peyda bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?