Serkonsolê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî, têkildarî êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê helwesta welatê xwe eşkere kir.
Feramerz Esedî got; “Êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê ji aliyê kîjan hêz yan alî ve hatibe kirin, bi tu awayî nayê qebûlkirin û bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşe di çavê Îranê de, êrîşeke bo ser ewlehiya û aramiya xelkê Herêma Kurdistanê dibînin.
Ev daxuyaniya Serkonsolê Îranê yê Hewlerê, di demekê de ye ku ji aliyê hinek çavdêrên siyasî û hinek medyayên navnetewî û herêmî ve, komeke çekdar ya girêdayî Îranê ya li Iraqê bi pêkanîna vê êrişê tometbar dikin. Lêbelê, heta niha çavkanî û aliyên ku ev êrişe pêk aniye, eşkere nebûye.

