Yekşem, 19 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê geştên hewayî hatin rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya KESK’ê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayê HPG’ê Mazlum Tunç hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin
Rojane

Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

Alîkarê Serokê DÎTAM'ê Bariş Yavûz destnîşan kir ku êdî dewlet divê sererastkirinên hiqûqî bike û got, "Eger dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne, wê pêvajoya demokratîkbûnê di asteke girîng de bi pêş ve biçe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Alîkarê Serokê DÎTAM’ê Bariş Yavûz anî ziman ku ji bilî DEM Partî û MHP’ê hemû partiyên din bi fikara dengan tevdigerin, li gorî anketan nêzîk dibin û got, “Nabe ku ev pêvajo weke amûrekê bê bikaranîn. Pêvajoya çareseriyê gelekî girîng e ku nabe ji hesabên hilbijartinê re bibe qurban.”

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Parêzer Bariş Yavûz işaret bi girîngiya hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re kir û li ser asta heyî ya pêvajoyê û sererastkirinên qanûnî yên divê bêne kirin ji ANF’ê re axivî.

NABE KU JI BO HESABÊN HILBIJARTINÊ BÊ BIKARANÎN

Yavûz ragihand ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re pêvajo derbasî qonaxeke cuda kiriye û destnîşan kir ku cewhera pirsgirêkê têkildarî demokratîkbûnê ye. Yavûz got, “Her çend desthilatdarî vê pêvajoyê weke ‘Tirkiyeya bê teror’ pênase bike jî, ya rast mesele li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.” Yavûz di dewama axaftina xwe de got, “Ev mijar temamiya welêt eleqedar dike û çareserî jî bi îradeya hevpar a hemû beşên siyasî û civakî dibe. Hemû partiyên li Meclîsê têne temsîlkirin diviyabû bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikira. Eger ev mesele ya Tirkiyeyê be, diviyabû komîsyona ji hemû partiyan hevdîtin bi Ocalan re bikira. Lê belê em dibînin ku gelek partî li gorî hilbijartinê nêzî pêvajoyê dibin û bi wî rengî tevdigerin. DEM Partî û MHP di vê pêvajoyê de guh nadin dengan, lê belê partiyên din li gorî anketan pozîsyona xwe diyar dikin. Nabe ku partiyên siyasî vê pêvajoyê weke amûrekê bi kar bînin. Nabe ku pêvajoya çareseriyê ji bo hesabên hilbijartinê bikin qurban.”

HEVDÎTIN WÊ PÊVAJOYÊ HÎN BI LEZ BIKE

Yavûz anî ziman ku hevdîtina bi Rêber Apo re cudahiyeke girîng ji dema derbasbûyî bi xwe re aniye û got, “Hevdîtinên beriya niha bi giranî bi rêya navbeynkaran dihatin kirin. Tiştên di hevdîtinên berê de dihatin gotin, timî ji serokkomar an jî partiyên siyasî re dihatin vegotin. Ji ber vê yekê di pêvajoyê de dem derbas dibû agahî kêm dibû. Lê belê vê carê hevdîtin yekser hate kirin û ev yek wê pêvajoyê hîn bêhtir bi lez bike. Têkildarî naveroka hevdîtinê agahiyek bi raya giştî re nehatiye parveıkirin, lê belê li gel vê yekê hevdîtina yekser a bi Abdullah Ocalan re wê pêşî li pêvajoyê veke. Hînbûna gotinên Abdullah Ocalan bi rengekî yekser tê wê wateyê ku mekanîzmaya navbeynkariyê ji holê rake. Ev jî wê pêvajoya çareseriyê bi lez bike, lewma gelekî girîng e.”

‘QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ’ DIVÊ BÊ RAKIRIN

Yavûz bi bîr xist ku wezîfeya komîsyonê wê bi 31’ê Kanûnê re bi dawî bibe û got, “Heta vê demê tê payin ku raporekê amade bike û pêşkêşî raya giştî bike. Li ser vê rapora ku weke ‘Perspektîfa Demokratîk’ tê pênasekirin, bendewariyek heye. PKK’ê berpirsyariyên xwqe bi cih anî. Qonaxa ji niha û pê ve gavên qanûnî ye ku divê dewlet biavêje. Komîsyon nikare yekser qanûnê derxîne, lê belê dikare pêşniyaran û pêşnûmeyê amade bike. Bendewariya me jî ji vî alî ve ye. Şert ku pêvajo li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin. Pêwîstî bi sererastkirinên hiqûqî heye. Divê em vê pêvajoyê ji aliyê hiqûqî û sererastkirinan ve bişopînin. Divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) ji meriyetê bê rakirin. TMK qanûneke xumamî û nediyar e. Xwedî wê taybetmendiyê ye ku dikare her kesî bike sûcdarê terorê yê gengaz. Ji sala 1991’ê û vir ve dibe esasê nîqaşan û pirsgirêkan bi xwe re tîne. Bi hezaran kes hene ku ji endametiya rêxistinê ceza li wan hatiye birîn. Têkildarî girtiyên nexweş pêwîstî bi sererastkirinê heye. Em neçar in ku vê pêvajoyê li ser metnên hiqûqî bişopînin. Eger dewlet bi berpirsyariya xwe rabe û sererastkirinên pêwîst bixe meriyetê hem aştiya civakî hem jî pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê wê di asteke girîng de bi pêş ve biçe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir
Nûçeya Pişt re Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê îsal dawî li komployê bînin û Rêber Apo car din bibînin’

Mûrşîde Resûl a ku 1992'an Rêber Apo dîtiye, got, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Efrînî: Werin em tola şehîdên şoreşê hilînin

Ciwanên Efrînî yên li bajarê Hesekê bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî cenga rûmetê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kovara Hunerê bi manşeta ‘Qirkirina Çandistanê’ derket

Kovara Hunerê ku kovareke bi Kurdî ya çand, huner û wêjeyê ye, hejmara xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ: Em ê bi têkoşîna xwe şoreşa jinê mayînde bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê şehadeta Gulnaz Gaso ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên Rojava êrişên Îranê yên li ser Başûr û Rojhilat şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?