Şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Gîvara Gabar (Ehmed Îbrahîm) ku di 30ˊê Mijdara 2025ˊan li Bendava Tişrînê di qezayeka leşkerî ya bêbandorkirina mayîneke dijmin de şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê veşartin. Di heman wextê de şervanê QSDˊê şehîd Serdem Çiya (Mihemed Şêxo) ku di 27`ê Sibata 2018`an li Efrînê şehîd bûbû de, hat bibîranîn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê rêveber ê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mehmûd Dêmo sersaxî ji malbata şehîd Gîvara Gabar û Serdem Çiya re xwest û soza domandina rêya şehîdan da û anî ziman ku ew ê kêlî bi kêlî şopdarên rêya şehîdan bin û got: “Şehîd bi hemû awayî têkoşîn û berxwedana xwe ranewestandin û têkoşîneke herî xurt li hember dijmin dan meşandin. Em ê bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe li hember dijmin xurtir bikin û em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe ta azadiyê pêk bînin.”
Endama rêveber a Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Rodîn Mihemed jî anî ziman ku şehîdan ji bo parastina gel û axa xwe têkoşîn kirin û anî ziman ku: “Şehîdên me hebûn û nasnameya me ne, divê em şopdarên şehîdên xwe bin û tu carî xwîna wan li erdê nehêlin.”
Dayika şehîd Gîvara Gabar, Hêvîn Hec Mislim anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got: “Kurê min îro şehîd e, bi şehadeta wî serbilind im û tişta ku tê xwestin divê xwîna şehîdên me li erdê nemîne û em şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”
Pişte wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Gîvara Gabar bi tiliyên dayîkan û dirûşmên “Şehîd namirin” veşartin.

