Yekşem, 7 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Koç lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qadirkerem êrîşa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulistan Kiliç Koçyîgît: Hêzek wê tevlî artêşê bibe, ya din jî asayîşê pêk bîne
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Hêzek wê tevlî artêşê bibe, ya din jî asayîşê pêk bîne

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de li ser entegrasyona QSD'ê gotiye, "Hêzek wê tevlî artêşa navendî bibe, hêza din jî wê parastina herêmê bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endama Komîsyona Meclîsê ya ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir û Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de mijara Sûriyeyê bi berfirehî nirxandiye, lê belê di raporên Meclîsê de cih negirtiye û destnîşan kir ku Rêber Apo li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) formulek pêşkêş kiriye.

Gulistan Kiliç Koçyîgît ji Cansû Çamlibel a li T24 re axivî û anî ziman ku Rêber Apo hişyarî da ku eger li Sûriyeyê demokratîkbûn pêk neyê serkêşê rêveberiya veguhêz Ahmed el Şara dikare vebuhere dîktatorekî.

Bi dewamî ragihand ku Rêber Apo têkildarî QSD’ê formulek pêşkêş kiriye û got, “Dibêje, hêza leşkerî dikare entegreyî artêşê bibe, ji bilî vê herêm jî dikare xwedî hêza xwe ya asayîşê be. Dema ku qala vê dikir, got ‘Bawerim li Tirkiyeyê bekçî hene’. Mebesta wî ev bû; ‘Hêzek wê tevlî artêşa navendî bibe, hêza din jî wê parastina herêmê bike, wê asayîşê bi cih bîne.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku Rêber Apo negotiye ku YPG bê şert û merc çekan dîne û weke PKK’ê xwe fesix bike û diyar kir ku îdîayên bi vî rengî rast nîne.

‘EGER DEMOKRATÎKBÛN NEBE, ŞARA JÎ WÊ BIBE DÎKTATOREK’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê diyar kir ku Rêber Apo li ser xanedaniya malbata Esad a li Sûriyeyê nirxandin kir û anî ziman ku Rêber Apo got, “Bûn xanedaneke malbatê. Û em dibînin Sûriye bûye erdnîgariya herî bi êş, herî birîndar a herêmê. Îro jî dibêjin ku Şara guherî ye. Eger bi rasî jî guherî be divê demokratîkbûn bibe. Lê belê eger demokratîkbûn nebe, Şara jî wê veguhere dîktatorekî. Di rewşeke welê de em zanin bê wê çi bibe.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Mebesta Birêz Ocalan a ji wê yekê sîstemeke demokratîk e ku gelên li Sûriyeyê hemû bi nasnameya xwe karibin tevlî bibin. Bi rengekî eşkere û vekirî got, eger ev nebe wê çi bibe; dîktatorî. Yanî rêveberiyeke din a Esad bi navekî nû, bi formuleke nû. Nirxandinên giştî yên Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Sûriyeyê û gelê Kurd timî li ser bingeha demokrasiyê bûn. Dema ku digot ‘Komara demokratîk’ jî bi vî rengî bû, dema ku qala yekîtiya komunên demokratîk dikir jî di vê çarçoveyê de dinirxand. Yanî demokrasî nêrîna wî ya bingehîn e ku nebe nabe. Lewma eger sîstema li Sûriyeyê wê veguhere dîktatoriyekê, bêguman hêzên Kurd wê nebin parçeyek ji vê dîktatoriyê.”

Endama Komîsyona Meclîsê ji bo pirsa “Wê demê nexşerêya Ocalan a ji bo Sûriyeyê çi ye? We çi jê fêhm kir?” bersiveke bi vî rengî da: “Dikarim bi rengekî eşkere û zelal vê bibêjim; Sûriyeyeke demokratîk. Hingî wê li vê derê pirsgirêkeke leşkerî jî nemîne. Yanî mijara ‘YPG wê entegreyî artêşê bibe, yan jî bibe asayîş’ ev wê bibe rojeva duyemîn, sêyemîn, çaremîn. Jİ ber ku wê yekîtiyeke demokratîk pêk hatibe. Di fikir û mejiyê xwe de sîstemeke demokratîk ava kiriye û vê yekê ji bo tevahiya cografyayên ku Kurd lê ne pêşniyar dike. Ji bo Tirkiyeyê jî, ji bo Sûriyeyê jî, ji bo Iraqê jî.”

‘BANG LI ME KIR KU EM LI CEWHERA MESELEYE VEGERIN’

Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku perspektîfa Rêber Apo gelekî zelal û eşkere ye û got, “Perspektîfa Ocalan a di vir de gelekî zelal û vekirî ye. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo Sûriyeyê jî ji bo Iraqê jî di nava lêgerîna sîstemeke demokratîk de ye. Di fikrê xwe de xwedî armanceke veguherîna demokratîk e û bi rengekî eşkere vê ji bo hemû cografyayên Kurdan pêşniyar dike. Di vê çarçoveyê de dema bê nirxandin, mijara çekan ku raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî dide pêş, hingî dibe detayek. Yanî em nîqaşê li dûrî cewhera meseleyê dikin. Ya rast Birêz Ocalan careke din bang li me kir ku li ‘cewhera meseleyê’ vegerin. Cewhera meseleyê ew e ku li wir wê sîstemeke çawa ava bibe. Got, ‘Şara dibêje ku guherî ye. Eger ev guherîn demokratîk be hingî ser seran ser çavan, pirsgirêk nîne. Lê eger ev veguherîn demokratîk nebe, wê ber bi dîktatoriyê ve biçe. Şensê kesî wê tine be ku di bin wê dîktatoriyê de bijî’.”

‘TÊKILIYA BI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ RE DIVÊ BÊ ZÊDEKIRIN’

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de qala navên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kiriye û gotiye, “Li min guhdarî dikin, girîngiyê didin min.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Rêber Apo destnîşan kiriye ku divê derfetên wî yên têkilîdanîna bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne zêdekirin.

‘DI KURTEBERIYA NOTÊN HEVDÎTINÊ DE NÎNE’

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di kurtberiya notên Îmraliyê yên hatin eşkerekirin de nirxandinên berfireh ên Rêber Apo yên li ser Sûriyeyê nîne û got, “Nirxandinên ji bo Sûriyeyê kir gelekî berfireh bûn. Anî ziman ku ne li dijî dewleta unîter e; lê belê diyar kir ku divê Sûriye demokratîk bibe; demokrasiya xwecihî nebe nabe, şara gotiye ew guherî ye; lê belê eger ev guherîn demokratîk nebe, Şara wê veguhere dîktatoriyê, wê Sûriyeyiyan jinûve biêşîne.

Di metna bi kurtasî hatiye ragihandin de ti ji van xalan nîne. Nirxandineke gelekî ji rêzê heye, gotinên giştî hatine parvekirin. Halbûkî ev yek, ji wan xalên sereke ne ku raya giştî meraq dike. Mînak, got; eger şert û merc bêne afirandin wê karibe tevkariyê li çareseriya meseleya Sûriyeyê bike. Ew jî di metna hatiye weşandin de nîne. Di vir de pirsgirêkeke cidî ya rêbaz û rêvebirinê heye. Ji bo gelek nîqaşên li nava raya giştî, divê şefafbûnek hebe. Ji aliyê me ve ti rewşeke asteng li pêşiya parvekirina notên wê hevdîtinê bi raya giştî û komîsyonê re nîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Venezuela îzole bû: Seferên derve sekinîn
Nûçeya Pişt re Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şehbayê bombe li wesayitekê hate barandin

Droneyeke întiharî ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Hirbil ê Şehbayê bombe li wesayitekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê li Panosê ne

Meşvanên Azadiyê piştî Agiriyê li Panosê hatin ba hev û car din azadiya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Her ku zemîna hiqûqî xurt bû, pêvajo wê hîn bi hêsanî bi encam bibe’

Heyeta Îmraliyê ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir, got "Her ku zemîna hiqûqî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê li pêşiya Parlemantoyê çalakiya “Qanûn û Rûmet”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê bi nûnera Rêxistina Bijîşkên Bêsînor re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê jinek û birayê wê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?