Li gorî agahiyan, hîn jî rewşa gundê Lacanê yê li Hewlêrê asayî nebûye. Tê gotin doh bi şev jî PDK’ê hêzek mezin a leşkerî biriye wê herêmê û xalên leşkerî ên kontrolê daniye ser rêya diçe gund.
Tê gotin PDK dixwaze bi şandina hêza leşkerî, rê li nerazîbûna xelkê gund bigire. Herwiha li gorî agahiyan hêzên PDK’ê di nava gund de ji bo binçavkirina xelkê gund digerin.
Piştî êrişa li ser xelkê gundê Lacanê, xelkê navçeya Xebat ya Hewlêrê li dijî siyaset û helwestên PDK’ê ya li gundê Lacan nerazîbûn nîşandabûn û xwepêşanderan li gelek deveran agir pêxistibûn.
Hêjayî gotinê ye heftiya borî li gundê Lacanê yê ser bi Hewlêrê bi daxwaza derfetên kar xwepêşandanek li ber santrala petrolê ya Lanaz hat lidarxistin. Lê hêzên ser bi PDK’ê bi tûndî êrişî xwepêşanderan kirin, di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bibûn. Doh yek ji kesên ku di dema xwepêşandana li gundê Lacanê de ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.

