Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’
Kurdistan

‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’

Hevserokê Şaxê Amedê yê SES'ê Mehmet Nûr Ûlûs bal kişand ser bandora şerê demdirêj ê li ser civakê û anî ziman ku ji bo tenduristiya civakê aştî şert e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Şaxê Amedê yê SES’ê Mehmet Nûr Ûlûs ragihand ku ji bo xweayeke paqij, ava paqij û gelekî bi tenduristiyeke baş pêvajoya aştiyê gelekî girîng e û got, “Pêvajoya aştiyê ne tenê siyasî ye, di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku yekser bandorê li qadên ekolojîk, çandî û tenduristiyê dike.”

Hevserokê Şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mehmet Nûr Ûlûs ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku bi taybetî şerê piştî pêvajoya 2013’an ji nû ve destpê kir di nava civakê de bû sedema windahiyên girîng. Ûlûs ragihand ku şer bandorên travmatîk li ser gel dihêle û got, “Mirov li her qadê li zext û zordariyê rast hatin. Rêya kêmkirina vê travmayê jêbirina şopên şer û jinûve afirandina atmosfera baweriyê ye.”

‘BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DIVÊ BI DAWÎ BIBE’

Ûlûs bi bîr xist ku bi banga 27’ê Sibatê re pêvajoyeke nû destpê kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de gel û siyasetê daxwaza aştiyê hîn bi xurtî anîn ziman. Ûlûs destnîşan kir ku ji bo aştî di nava civakê de bersiva xwe bibîne hêmana herî girîng gavên samîmî û şênber in û di vir de jî wezîfeyên girîng dikevin ser milê desthilatdariyê. Bi dewamî Ûlûs got, “Beriya her tiştî divê mafên mirovan li her qadê bi cih bêne anîn. Binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û li nava civakê bi dawî bibin. Girtiyên nexweş divê bêne berdan. Ev yek ji gavên herî girîng ên mezinkirina pêvajoya aştiyê ye. Her wiha mafê zimanê dayikê yek ji sernavên bingehîn ên pêvajoya aştiyê ye. Mirovek bi zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe tê naskirin. Maf divê bêne naskirin û bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Di vir de divê daxwazên civakê bêne guhdarîkirin. Aştî tenê dema ku pêwîstiyên gel li ber çavan hate girtin dikare mayinde bibe.”

‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ NE TENÊ SIYASÎ YE’

Ûlûs diyar kir ku di şer de bandora herî giran li jin û zarokan dibe û got, “Zarok bi rengê astengdar an jî bi tenduristiyeke nebaş dikarin ji dayik bibin. Jidayikbûnên herî bi pirsgirêk li herêma me dibe û ev rewş pêwendiya xwe yekser bi şer heye. Ji bo xwezayeke paqij, avake paqij û gelekî bi tenduristiyeke baş aştî gelekî girîng e. Pêvajoya aştiyê ne tenê siyasî ye, di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku bandoreke yekser li qadên ekolojîk, çandî û tenduristiyê dike.”

‘WÊ BIRÎNÊN KÛR JÎ DERMAN BIKE’

Ûlûs diyar kir ku bûyerên tundiyê, rahiştina çekan a şexsî û fikarên li nava civakê, krîza aboriyê jî ji berhemên şer in û got, “Pêvajoyên berî û piştî 2013’an şopên gelekî kûr li ser gel hiştin. Mirovan hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve winda kirin. Şopên vê yekê hîn jê neçûne. Mİrov hîn jî hesabê windahiyan dipirsin û şîna wan girê didin. Gelek caran mafê şînê jî ji mirovan tê standin an jî şîn tê derengxistin. Li gel polîtîkbûnê her wiha şer ji aliyê exlaqî ve jî zerareke cidî dide civakê. Yekane rêya kêmkirina vê êşê bidawîkirina şer e. Ji bo vê jî divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Ji bo nifşên bi tendurstiyeke baş şert e ku ev pêvajo bi ser bikeve.”

‘CIVAKEKE BI TENDURISTIYEKE BAŞ BI POLÎTÎKAYÊN ÇÊ AVA DIBE’

Ûlûs destnîşan kir ku weke kedkarên tenduristiyê ji bo vê pêvajoyê çi ji destê wan bê ew ê bikin û got, “Civakek bi tenduristiyeke hîn baş bi bicihanîna polîtîkayên çê dibe. Rêya herî mezin a jibîrkirina şopa şer a li nava gel avakirina aştiyê bi gavên şênber û mayinde ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!
Nûçeya Pişt re Unsal: Ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Santrala Enerjiyê ya Hîdroelektrîkê bi kêrî me nayê’

Gundî li hemberî projeya projeya bendavê ya li ser Çemê Zorê axivîn û anîn ziman…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Îranê dermankirina Werîşe Muradî asteng dike

Kampanyaya ji ‘Werîşe Mûradî re azadî’ ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Erkan Baş: Em ê rêhevaltiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bikin

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş daxuyaniya PKK’ê nirxand û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?