Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!
Rojane

Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!

Profesorê Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Louis Lemkow anî ziman ku divê hikumeta Tirk nîşan bide ku di çareseriya meseleya Kurd de ji dil e û got, "Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Profesor Louis Lemkow anî ziman ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji malbata wî 21 kes hatin qetilkirin, lewma ew baş zane ku nijadperestî, tinehesibandin û tinekirina bi hinceta nasnameya xwe tê çi wateyê. Lemkow ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat Stenbolê ji ANF’ê re axivî. Lemkow destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê divê hikumeta Tirk nîşan bide ku ew samîmî ye û got, “Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e.”

Profesor Lemkow diyar kir ku pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin gelekî girîng e û destnîşan kir ku bi taybetî di vê pêvajoyê de dervehiştina çekê û axaftina li ser aştiyê gaveke erênî ye. Di axaftina xwe de Lemkow daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku dîlgirtina Ocalan ku muzakerevanê sereke ye li dijî xwezayiya pêvajoyê ye.

‘JI BO CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ PERWERDE Û ZIMANÊ TÊ BIKARANÎN GIRÎNG E’

Lemkow ragihand ku yek ji faktorên girîng ên ji bo civakîbûna aştiyê perwerde ye, lê belê li Tirkiyeyê perwerde bi vî rengî nayê xebitandin. Lemkow diyar kir ku divê bi zimanekî aştiyane ne bi zimanekî dijberiyê perwerde ji zarokan re bê dayin û got, “Dawiya dawî her tişt bi perwerdeyê destpê dike. Lewma girîng e hîn biçûkanî perspektîfa aştiyane hînî zarokan bê kirin.”

‘GOTINA TERORÎZMÊ ÊDÎ DIKEVE BER BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN’

Lemkow diyar kir ku ew bi xwe Yahûdî ye, di dema Holokostê de ji malbata wî 21 kes li Auschwitzê hatin kuştin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Niha Serokwezîrê Îsraîlê argumaneke bi rengê ‘Em di Holokostê de sax neman, niha ji bo sax bimîne em neçar in vê yekê bînin serê Fîlîstîniyan’ dide pêş, di serî de Fîlîstînî aktîvîstên aştiyê yên ku dixwazin bi keştiyan ambargoyê bişikînin, her kesî bi ‘terorîstiyê’ sûcdar dike. Halbûkî ya ku Îsraîl dike bi esasî terora dewletê ye û sûcê qirkirinê li dijî gelê Fîlîstînê dike. Ji xwe sûcdarkirina bi ‘terorîstiyê’ bi giranî teknîkeke manîpulasyonê ye ku dewlet bi kar tînin. Mînak li Tirkiyeyê desthilatdarî û dewletê hewl da ku parêzerên têkoşîna Kurdan dimeşînin weke ‘terorîst’ nîşan bide. Rojnamevanên li ser meseleya Kurd nivîsandin jî bi heman rengî sûcdar kir. Ev yek nayê qebûlkirin. Rûsya jî heman tiştî dike, aktîvîstan, parêzeran û rojnamevanan bi ‘terorîstiyê’ sûcdar dike. Lewma êdî gotina ‘terorîzmê’ dikeve ber binpêkirina mafên mirovan û hinek hene ku haya xwe ji van manîpulasyonan êbûye. Mînak li Îsraîlê gelê Yahûdî jî haya xwe ji vê çêbûye. Destpêkê bi giranî alîgirê Îsraîlê bûn, lê belê êdî ev guherî ye. Gelek ji Îsraîliyan êdî kiryarên dewleta Îsraîlê rast nabînin û li dijî Îsraîlê helwestê nîşan didin.”

‘LI TIRKIYEYÊ DIVÊ HIKUMET RÎSKÊ BIDE BER ÇAVÊN XWE’

Lemkow bi bîr xist ku rêya ber bi aştiyê ve zor û zehmet e û anî ziman ku li Katalonyayê jî ew bi salan pê ve mijûl bûn, herî dawî di sala 2017’an de referandûma serxwebûnê kirin, lê belê polîsan hewl dan asteng bikin, weke li Tirkiyeyê wê demê gelek siyasetmedarên Katalan hatin girtin, piştre jî bi guherîna hikumetê re efû hate ragihandin. Lemkow destnîşan kir ku li Spanyayê ji bo hikumeta nû ya hate hilbijartin ev gav bi rîsk bû, lê belê li gel vê yekê jî ev gav avêt û got, “Li Tirkiyeyê jî divê hikumet rîskê bide ber çavên xwe û cidiyeta xwe ya têkildarî pêvajoyê nîşan bide. Ji bo Abdullah Ocalan divê Mafê Hêviyê bê bicihanîn, azad bibe, mafên Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de bêne naskirin, girtiyên siyasî bêne berdan û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bêne kirin. Ev pêvajoyeke zehmet e, lê belê çi dibe bila bibe divê mirov hêviya aştiyê ji dest nedin.

‘PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ DEMA JIN DI NAV DE NEBIN BI FELAKETÊ BI ENCAM DIBIN’

Li cîhanê bi giranî pêwîstî bi guherînekê heye. Kofederalîst û sosyalîzmeke xwe dispêre komun a ku Abdullah Ocalan wê diparêze, ez jî tevlî vî fikrê wî dibim. Bêguman ev nîqaşên demdirêj in. Em jî li Katalonayyê demeke dirêj e li ser mafê xwe yê azadî, serxwebûn û diyarkirina çarenûsa xwe dixebitin. Piştre li ser wî karî bi rêbazên cuda bi pêş ve diçin. Lewma li ser formuleke tekez an jî çareseriyê nikarim tiştekî bibêjim. Tişta ku ez bibêjim, di avakirina aştiyê de beriya her tiştî rola jinan girîng e, nebe nabe. Li  nava partiya me ya li Katalonyayê li her yekîneyê, li her qadê, li herr astê pîvanên me yên wekhev hene. Ji ber vê jî ji sedî 50 temsîliyeta jin û mêr heye. Ez her tim dibêjim; jin nebe aştî nabe. Mînak, di gelek karên têkildarî pêvajoyên çareseriyê yên li cîhanê de hate dîtin ku jin nebe pêvajoyên aştiyê serketî nabin. Piraniya wan bi felaketê bi encam bûn. Ji ber vê yekê divê jin ji bo aştiyê bibin pêşeng. Ne tenê jin, di heman demê de hunermend û rewşenbîr.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

Şervanê Ereb Dilbirîn Rojava ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tevlî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Altan: Bi berxwedana 9 rojan sempatiya li hemberî şoreşa Rojava mezin bû

Rojnamevan Altan diyar kir ku berxwedana mezin a li Girê Spî û Serêkaniyê li cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Quneytirayê sivîlek hat qetilkirin

Êrîşkarên bi çek, li bajarê Quneytirayê ya di bin serweriya hikumeta veguhez a Sûriyeyê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?