Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Profesor Louis Lemkow anî ziman ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji malbata wî 21 kes hatin qetilkirin, lewma ew baş zane ku nijadperestî, tinehesibandin û tinekirina bi hinceta nasnameya xwe tê çi wateyê. Lemkow ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat Stenbolê ji ANF’ê re axivî. Lemkow destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê divê hikumeta Tirk nîşan bide ku ew samîmî ye û got, “Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e.”
Profesor Lemkow diyar kir ku pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin gelekî girîng e û destnîşan kir ku bi taybetî di vê pêvajoyê de dervehiştina çekê û axaftina li ser aştiyê gaveke erênî ye. Di axaftina xwe de Lemkow daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku dîlgirtina Ocalan ku muzakerevanê sereke ye li dijî xwezayiya pêvajoyê ye.
‘JI BO CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ PERWERDE Û ZIMANÊ TÊ BIKARANÎN GIRÎNG E’
Lemkow ragihand ku yek ji faktorên girîng ên ji bo civakîbûna aştiyê perwerde ye, lê belê li Tirkiyeyê perwerde bi vî rengî nayê xebitandin. Lemkow diyar kir ku divê bi zimanekî aştiyane ne bi zimanekî dijberiyê perwerde ji zarokan re bê dayin û got, “Dawiya dawî her tişt bi perwerdeyê destpê dike. Lewma girîng e hîn biçûkanî perspektîfa aştiyane hînî zarokan bê kirin.”
‘GOTINA TERORÎZMÊ ÊDÎ DIKEVE BER BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN’
Lemkow diyar kir ku ew bi xwe Yahûdî ye, di dema Holokostê de ji malbata wî 21 kes li Auschwitzê hatin kuştin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Niha Serokwezîrê Îsraîlê argumaneke bi rengê ‘Em di Holokostê de sax neman, niha ji bo sax bimîne em neçar in vê yekê bînin serê Fîlîstîniyan’ dide pêş, di serî de Fîlîstînî aktîvîstên aştiyê yên ku dixwazin bi keştiyan ambargoyê bişikînin, her kesî bi ‘terorîstiyê’ sûcdar dike. Halbûkî ya ku Îsraîl dike bi esasî terora dewletê ye û sûcê qirkirinê li dijî gelê Fîlîstînê dike. Ji xwe sûcdarkirina bi ‘terorîstiyê’ bi giranî teknîkeke manîpulasyonê ye ku dewlet bi kar tînin. Mînak li Tirkiyeyê desthilatdarî û dewletê hewl da ku parêzerên têkoşîna Kurdan dimeşînin weke ‘terorîst’ nîşan bide. Rojnamevanên li ser meseleya Kurd nivîsandin jî bi heman rengî sûcdar kir. Ev yek nayê qebûlkirin. Rûsya jî heman tiştî dike, aktîvîstan, parêzeran û rojnamevanan bi ‘terorîstiyê’ sûcdar dike. Lewma êdî gotina ‘terorîzmê’ dikeve ber binpêkirina mafên mirovan û hinek hene ku haya xwe ji van manîpulasyonan êbûye. Mînak li Îsraîlê gelê Yahûdî jî haya xwe ji vê çêbûye. Destpêkê bi giranî alîgirê Îsraîlê bûn, lê belê êdî ev guherî ye. Gelek ji Îsraîliyan êdî kiryarên dewleta Îsraîlê rast nabînin û li dijî Îsraîlê helwestê nîşan didin.”
‘LI TIRKIYEYÊ DIVÊ HIKUMET RÎSKÊ BIDE BER ÇAVÊN XWE’
Lemkow bi bîr xist ku rêya ber bi aştiyê ve zor û zehmet e û anî ziman ku li Katalonyayê jî ew bi salan pê ve mijûl bûn, herî dawî di sala 2017’an de referandûma serxwebûnê kirin, lê belê polîsan hewl dan asteng bikin, weke li Tirkiyeyê wê demê gelek siyasetmedarên Katalan hatin girtin, piştre jî bi guherîna hikumetê re efû hate ragihandin. Lemkow destnîşan kir ku li Spanyayê ji bo hikumeta nû ya hate hilbijartin ev gav bi rîsk bû, lê belê li gel vê yekê jî ev gav avêt û got, “Li Tirkiyeyê jî divê hikumet rîskê bide ber çavên xwe û cidiyeta xwe ya têkildarî pêvajoyê nîşan bide. Ji bo Abdullah Ocalan divê Mafê Hêviyê bê bicihanîn, azad bibe, mafên Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de bêne naskirin, girtiyên siyasî bêne berdan û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bêne kirin. Ev pêvajoyeke zehmet e, lê belê çi dibe bila bibe divê mirov hêviya aştiyê ji dest nedin.
‘PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ DEMA JIN DI NAV DE NEBIN BI FELAKETÊ BI ENCAM DIBIN’
Li cîhanê bi giranî pêwîstî bi guherînekê heye. Kofederalîst û sosyalîzmeke xwe dispêre komun a ku Abdullah Ocalan wê diparêze, ez jî tevlî vî fikrê wî dibim. Bêguman ev nîqaşên demdirêj in. Em jî li Katalonayyê demeke dirêj e li ser mafê xwe yê azadî, serxwebûn û diyarkirina çarenûsa xwe dixebitin. Piştre li ser wî karî bi rêbazên cuda bi pêş ve diçin. Lewma li ser formuleke tekez an jî çareseriyê nikarim tiştekî bibêjim. Tişta ku ez bibêjim, di avakirina aştiyê de beriya her tiştî rola jinan girîng e, nebe nabe. Li nava partiya me ya li Katalonyayê li her yekîneyê, li her qadê, li herr astê pîvanên me yên wekhev hene. Ji ber vê jî ji sedî 50 temsîliyeta jin û mêr heye. Ez her tim dibêjim; jin nebe aştî nabe. Mînak, di gelek karên têkildarî pêvajoyên çareseriyê yên li cîhanê de hate dîtin ku jin nebe pêvajoyên aştiyê serketî nabin. Piraniya wan bi felaketê bi encam bûn. Ji ber vê yekê divê jin ji bo aştiyê bibin pêşeng. Ne tenê jin, di heman demê de hunermend û rewşenbîr.”

