Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li çar bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Kasim û Alpsoy hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Navê sembola cesaretê li Gulperiyê kirin
Kurdistan

Navê sembola cesaretê li Gulperiyê kirin

Hevalê Egîd fermandara xwe Gulperî ya di çeperê şer de giran birîndar bû bi tenê nehêla, li gorî rêgezên Egîdiya Botanê ya ku di nava PKK'ê de bi nasnamebûyî tevgeriya û heta nefesa xwe ya dawiyê li kêleka fermandara xwe şer kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Sibat 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Gulperî Kaplan bi nasnav Saadet sala 1973’an li gundê Mijîn ê Qilaban a Şirnexê çavên xwe li jiyanê vekir. Ew di nava malbatek bi çanda kurdewariya bikok a Botanê mezin bû. Xuya ye ji dayikbûna xwe de ji hemû zarokên malbatê cuda giringî bi wê tê dayîn ku navê Gulperiyê lê hatiye kirin. Ger ku Gul û Perî ya ku di çîrokên şevan de navê jinên bedew û jêhatîne bi hev re bixe yek û li zarokek keç bê kirin, ev tê wateya ku ew zarok ji zarokatiyê ve xwe cuda bibîne. Di salên destpêka temenê xwe de ev giringî pêdan dibe wesîleya bixwe bawer û jêhatîbûnê. Gulperî hêj jinek ciwan a temenbiçuk bû jî di gund de bi taybetmendiyên xwe yên xweşik ên bi navê wê re li hev hatî dihat nasîn.

Gulperî weke yekem jina ji herêma me berê xwe dayî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê tê nasîn. Ew bi sê hevalên xwe yên xortên nava taxa xwe re biryara xwe dikin yek û bi hev re tevlî nava grûbên şervanên azadiya welatê xwe yên ji wan re dibêjin heval dibin. Sala 1987’an bû dema bi carekê re di nava gundê me de agahiya Evdilkerîm, Şerîf, Mihyedîn û Gulperî çûne gihiştine hevalan belav bû. Heta wê demê sala bihurî ji gundê me birayê hevalê wan Evdilkerîm, Tahir bi nasnav Hazim tevlîbûye û di encama îxaneta mala Beyîrê de bi komployekê bi hevalê Orhan wana re şehîd xistin. Heta wê demê li hinek deveran xort tevlî refên gerîlayan bûne lê ji herêma me jin tevlî nebûne. Ji ber hevalan baş nas nakin û nizanin gerilayên jin jî di nava refên gerîlayan de hene ji ber wê jî dema her çar ciwanên ku di nava wan de Gulperî jî heye tevlî nava refên hevalan dibin, hinek gundiyên ku haya wan ji gerilayên jin nîne dibêjin hebe nebe van ciwanan Gulperî revandine.

Dema ku her kes pê dihesin ku her çar ciwan tevlî nava hevalan bûne êdî ew şervanê gelê xwe ne, vê carê jî pê serbilind dibin û dest bi pesindayîna wan dikin. Tevlîbûna wan di nava herêma me de deng vedide û her kes qala wan dikin. Di nava bexçevanan, paleyan, bêrî û şivanan de li her derê mijar diçe ser wan û li ser tevlîbûna wan dipeyîvin. Gundî hemû ji vê yekbûna wan a ketina nava refên şoreşgerên welatê xwe bandor dibin zêdetir jî ciwanên gund. Ji wê û şonde herî zêde jinên ciwan dikevin nava lêgerîna tevlîbûnê.

Navê Gulperiyê weke jinek efsanewî li herêmê belav dibe û her bavek dixwaze keçek wî weke Gulperiyê hebe tevlî nava refên azadiya Kurdistanê bibe. Kesayeta wê ya ji zarokatiyê de cihê rêzdariyê û her kesê weke kesayetek muhterem lê dinêrî û jêre rêz nîşan dida bi wê baweriya ku hevalên wê didinê her diçe zêdetir bi xwe bawer dibe û asoyên fikirandinên wê yên di meşa azadiyê de mezin dibe.
Li nava gundên geliyê Rivengan zilamek dibêje; “xwezî keçek min weke Gulperî hebûya biçuya biketa nava refên gerilayên azadiya Kurdistanê, êdî bila xweda rihê min bistanda.“

Gulperî bi jêhatîbûn û kêrhatîbûna xwe di gava yekê de dikeve dilê hemû hevalên xwe û hevalên wê gelek bi wê bawer dibin ku wê bibe jinek pêşeng ji ber wê ye navê şêrejinek a di wan çaxan de navê wê di cengê de bi cesaretê tê zanîn lê dikin. Ji wê û şonde êdî navê Gulperiyê hevala Saadet a ku tê wateya cesaretê ye. Hevala Saadet jî hevalek gelek jêhatî û weke navê xwe bi cesaretbû ji ber wê bû navek wiha lê hatibû kirin û weke navê xwe şêrejinekbû. Hevala Saadet jî yekem hevala jin a li herêma me şehîd ketiye. Ew remzek a hêz û cesaretê ye ji bo me tevan. Her çendî hêj heval li her derê nayên nasîn û tayîbetî jî hevalên jin ne demek dirêje li herêmê ne jî her roja diçe navê cesaret û jêhatîbûna wan belav dibe. Gulperî her roja ku derbaz dibe serkeftinek din li ser kesayeta xwe ya bi çanda welatperweriya Botanê hatî mezinkirin zêde dike. Ji ber wê ye di nava demek kin de erka fermandariya taximê digire. Ew li herêma me fermandariyê ji yekîneyên gerilayên azadiya Kurdistanê re dike.  

Mustefa Talî bi nasnavê Şerîf di nava hevalên xwe de tê nasîn ku wê di dema pêş de bibe fermandarek ê bi kedkarî, fedekarî û hevaltiya xwe ya dirist a bi jinê re bê nasîn. Piştî salên dirêj hevalê wan Şerîf ê ku bi navê Şerîfê Mijînî bûyî fermandarek efsanewî ku bi hev re tevlî bûne jî rêgezên heman rêya Egîdiya Botanê bi cîh têne û hevala li kêleka xwe fermandara şerê Xinêre yê 1997`an Berçem bi tenê nahêle û ji bo xilaskirina wê dikeve nava tevgerê. Dema ku balefirên dewleta tirk a dagirker li wan didin her du bi hev re şehîd dibin. Heta kêliya dawiyê jî biriyardariya xwe ya bi şopandina rêya wan re bi cîh anî û di heman rêwîtiyê de her du fermandarên eniya Şekîf gihişt bêdawîbûnê. Hevalê wan Evdilkerîm jî navê birayê xwe yê şehîd ku demek berî niha bi îxaneta mala beyîrê şehîd ket hevalê Hazim li xwe kir. Mehyedîn ê ku dê di merheleyên pêj de bi jiyana partiyê re nebe yek jî navê xwe kir Irfan. Ji xwe ji derveyî Irfan ê bê xîret û bê armanc her sê hevalên dinê bûn fermandarên gerilayan û bi qehremanî şehîd bûn. Wan bi şehadeta xwe jî bandorek mezin dan çêkirin û di dîroka nûjen a Kurdistanê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin. Çîroka jiyana xwe ji nifşê pêşerojê re weke destana timî bê mereqkirin hiştin.
Bi vê dengvedana wan û tayîbetî jî tevlîbûna Gulperiyê dewlet jî pê dihese û ji bo tiştekê bîne serê wan dikeve nava tevgerê. Çiqasî derdikevin operasonan tişekê ji wan nizanin dawiyê gazî malbata wan dikin hemûyan dibin qereqola gundê Hilal û çend rojan li wê dihêlin. Ji wan re dibêjin herin zaroyên xwe bînin, ger hun neyînin teslîmî me nekin em dizanin em ê çî bînin serê malbata we. Ew jî neçar kiribûn her roj diçun derdorê digeriyan û diçun qereqolê digotin me nedît. Dîsan qereqol komutanî derdiket pêşiya wan û bi hêrs digot divê hun biçin wan bînin. Wê pêvajoyê ji bo ku pêşî li tevlîbûna ciwanan bigirin û malbat nehêlin zarokên wan tevlî bibin. Dema ciwan tevlîdibûn malbatên wana îşkence dikirin û gelek dêşandin. Heta hewil didan di nava gund de wana weke kesên xirab nîşan bidin lê ev polîtîkaya wan bi ser nediket. Ji ber ku APO ciyan xwe dabûn nasîn û gundiyan ew naskiribûn êdî tu hêzên dagirker nedikarîn wana xirab nîşan bidin û bi gundiyan bidin bawerkirin.

Bedranê Şirnexî û Gulperî bi hev re fermandarên gurubê bûn dema operason li ser wan hatî kirin. Ji xwe dema Bedran dibîne operason berfirehe û xilsasiya wan nîne îxanet dike û teslîm dibe. Bi teslîmbûna wî re barê Gulperiyê girantir dibe, bi ser de jî li ser Gulperiyê daxive û dibêje; “ya hêzê dide vî şerî fermandara wê gurubê Gulperî ye. Divê hun despêkê wê hedef bigirin, heta hun wê ji holê ranekin hunê nikarin wan têkbibin. Ji xwe hun çî bikin jî nikarin wê bi dest bigirin ji bo wê jî heta hun wê tine nekin hunê nikarin di vî şerî de serkevin.“

Dema kesê xwefiroş Bedran wiha dibêje dijmin zêdetir bi ser cihê ku Gulperî lê bi cîh bûyî de diçe û tayîbetî jî li ser çepera wê de diçin. Ji xwe berê de gelek tişt li ser Gulperî yê bihîstine dema gotinên kesê bi navê Bedran jî vê piştras dike, êdî zêdetir li ser çepera wê de diçin. Gulperî jî li ber xwe dide heta guleya dawiyê şer dike û di wê çeperê de digihe bêmiriniyê.
Rojên tîrmeha 1990’an bû dema li aliyê Besta yekîneya wan dikeve nava dorpêça dijmin. Di wê kelegerma havînê de çeteyên Hosiyan dikevin pêşiya leşkeran û derdora wan digirin. Bi nemerdane ser yekîneya wan de diçin û li ser wan şer giran dibe. Dema ku heval biriyara qadê terikandinê didin hevala Gulperî birîndar dibe. Hevalê Egîd ê ku di çeperek nêzî ya Gulperiyê de bû dema pê dihese Gulperî giran birîndarbûye û nikare xwe xelas bike wê bi tenê nahêle û bi hev re di yek çeperê de şer dikin.
Gulperî ya wê demê ne tecrubeyek pir zêde ya gerîlatiyê heye, ne jî hevala Bêrîtana çiyayê Lêlkanê ya ku wê paşê bibe fermandara li hemberî îxanetê bûye xeta berxwedanê wê demê heye ku Gulperî ji tecrubeyên wan hêzê bigire û li gorî wê şer bike. Tenê ji çend nirxandinên hevalan di nava wê dema kin de jêre gotine û baweriya ku hevalên weke hevalê Egîd ên ku li kêleka wê ne dibin fermandariya wê de bi dil şer dikin hêzê dide wê. Di wê çeperê de xwe li berxwedanê asê dike, li hemberî dagirkerî û îxaneta çeteyên gundewarên derdorê yên hemû wê bi malbatî jî nas dikin şer dike.

Hîna her du jî nû tevlîbûne û haya wan ji tecrube û daneheva PKK`ê nîne lê dîsan jî hevalê Egîd fermandara xwe Gulperiyê bi tenê nahêle, li gorî rêgezên Egîdiya Botanê ku di nava PKK`ê de bi nasnamebûyî tevgeriya û heta dawiyê şer kir. Dema hevalên wê yên di bin fermandariya wê de ketine nava wî şerê bê eman dibînin fermandara wan Gulperî bi kîjan hêz û cesaretê li hemberî dijmin disekine, ew jî hêz digirin û bi heman cesaretê şer dikin. Heta hamû jî bi fermandara xwe re dibin mêvanên sitêrkan, xwe di çeperên parastinê de asê dikin û dev ji berxwedanê bernadin.

Di 27’ê Tîrmeha 1990’an de ew û hevalê xwe Egîd ê ji heman taxê û dema li gund cîranê hev bûn di heman çeperê de şer dikin û digihin mertebeya şehadetê. Navê vê berxwedaniya Egîd û Gulperiyê li nava temamê gundewarên herêma me belav dibe. Ew berxwedana wan a li hember dagirkeriyê weke çîrokên qehremaniyê tevlî nava serboriyên di şevên zivistanê de li piş sobeyên agirê daran di gundan de dihatin gotin dibe.  

Birayê Gulperiyê Xurşîd jî salek piştî xwişka xwe tevlî nava refên gerilayan dibe. Li giştî herêmê hewaya tevlîbûnê gelek zindî ye, hinek xwişk li peyî birayê xwe tevlî dibin hine jî bira li peyî xwişka xwe bandor dibin û tevlî dibin. Gulperiyê jî di herêmê de deng daye û gelek ciwan ji tevlîbûna wê bandor bûne tevlî bûne. Birayê wê hevalê Xurşîd jî bi heman şêweyî ji tevlîbûna xwişka xwe bandor dibe û tevlî nava refên partîzanan dibe. Piştî tevlî dibe bi çend mehan dijmin bi ser cihê wan de digire, ew û komek hevalên xwe şehîd dibin.

Ez zarok bûm dema ku di nava gund de qala Gulperî yê dihat kirin min jî dixwest dema mezin bibim di rêya wê de bimeşim. Rojek ên zivistanê bû gotin kasetek vîdîa ji kampa hevalan a Herekolê hatiye di nava koma gerilayan de Gulperî jî heye. Ev agahiya hatina kasetê li nava gund belavbû. Min jî mala wan dizanî ez çum mala wan bavê wê li mal bû min despêkê xwe da nasîn û paşê jî got, xalê Şêx Meheme ez hatime banda Gulperî yê. Ger hun bidin ez ê gelek kêfxweş bibim, em ê lê binêrin û ez ê  cardin ji we re bînin.
Ez ditirsiyam ji ber zarokim qîma xwe li min neyîne û nede min. Dema ku kaset anî xist destê min de êdî min nezanî ji kêfan çawan bikim. Kaset bi qasî bejna min bû, min xist ber bilê xwe û bi bez hatim malê. Min ji dayika xwe re got ev banda Gulperî yê min aniye. Dayika min negot banda çî ji ber haya wê jî ji gotina hatina kasetê hebûye lê ji çuyîna min a heta mala wan şaşwazbûbû û got te çawan bîr bir tu biçê heta mala wan û kasetê bînê.

Me bi hev re temaşe kir ji dur de tenê rêza hevalan xwiyabû ji ber wê jî min qet Gulperî nas nekir. Dîsan jî ewqas kêfa min hat, ez ji kêfan firiyam ku me li kasetê mêze kiriye. Hema çawan qediya min yekser kaset xist ber milê xwe û bir cardin teslîmî bavê wê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Duşunmez: Em ê qeyûman bişînin cihê jê hatine
Nûçeya Pişt re ‘Divê em hîn bêhtir ji bo zimanê xwe têbikoşin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HRW: Ji bo aştiyeke mayînde adelet û reformên qanûnî girîng in

Sê rêxistinên ku HRW’ê jî di nav de ye, bang li komîsyona ku li Meclîsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê di serdegirtina polîsan de, di nav de…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK: Komên terorîst li derdora Kerkûk û Germiyan bi cih bûne

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Salar Mehmûd hişyarî kir ku li derdora Kerkûk û Germiyan “komên terorîst”…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?