Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna gelê Kurd destpê kir. Piştre nûnerê Koma Civaka Kurdistanê ya li Rûsya û SNG’ê, Zeydîn Aslan axivî.
Aslan girîngiya 15’ê Tebaxa 1984’an û destpêka têkoşîna çekdarî ya bi fermandariya Heval Egîd anî ziman û got, ev roj ji bo gelê Kurd destpêka qonaxeke nû ya têkoşînê bû.
Di beşa din a axaftina xwe de Aslan li ser pêvajoya siyasî ya îro rawestiya û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêşdeçûna pêvajoyê girîng e. Wî her wiha behsa zextên li ser gelê Kurd, qedexekirina zimanê Kurdî û berxwedana zindana Amedê jî kir.
Aslan her wiha behsa berxwedana Mazlum Dogan û Ferhat Kurtay kir.
PÎROZBAHIYÊN RÊXISTINÊN KURDÎ
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Guar Saroyeva Cejna 15’ê Tebaxê li beşdarvanan pîroz kir û girîngiya vê rojê ya ji bo gelê Kurd destnîşan kir. Ji aliyê PDK’ê ve Aram Hawlêrî jî axivî û 15’ê Tebaxê weke rojê vejîna hemû gelê Kurd bi nav kir.
MUZÎK Û GOVEND
Piştî beşa siyasî, bernameya hunerî destpê kir. Stranbêja ciwan Sarê Haciyeva çend stranên Kurdî pêşkêş kir. Piştre koma govenda Rûken derket ser dikê û govend gerand.
Her wiha Nûredîn Haciyev, Barzo Mamedov û Rojhilat Azad jî beşdarî bernameyê bûn û stranên Kurdî pêşkêş kirin.
Çalakî heta derengiya êvarê bi govend û stranên Kurdî berdewam kir.

