Sêşem, 18 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Rojnameya Resmî de hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di erdhejên li Venezûelayê de hejmara miriyan gihişte 6 hezar û 438’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo çareseriya mayînde divê statuya Abdullah Ocalan were zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo mirina biguman a li Girtîgeha Mûşê daxwaza lêpirsînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD, OHD û TUHAY-DER’ê: Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirina mafan berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin
Kurdistan

Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê ku duh li Şengalê hat lidarxistin, bi raya giştî re hat parvekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Duh di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê yên ku li Şengalê pêş dikevin de, Yekitiya Ragihandina Êzidxanê bi beşdariya 50 delegeyan û nûnerên TAJÊ, Meclisa Gel, nûnerên şaredariyan, Komîteya Dîplomasiyê, Jineolojî, Ragihandina Asayîşê, YBŞ û YJŞ’ê û Ragihandina Azad a Jinên Êzidî, li Geliyê Kersê yê Şengalê bi dirûşmeya ‘Yên ku armanca wan mezine, hewldanên wan jî mezinin’ 1’emîn Konferansa xwe lidar xist. Îro jî encamnameya konferansê bi raya giştî re hate parvekirin.

Encamnameya 1. Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê wiha ye:

“Me 1. Konferansa xwe ya Yekîtiya Ragihandina Êzidxanê di 12’yê Tebaxê de bi dirûşmeya; ‘Yên ku armanca wan mezin e, hewldanên wan jî mezin e’ bi tevlîbûna 50 delege û mêvanên ji saziyên Meclîsa Gel a Şengalê û TAJÊ lidar xist. Konferansa me ya rojekî ajot, diyarî Rêber Apo, hemû şehîdên ragihandina azad û şehîdên fermana 3’yê Tebaxê hate kirin. Hemû endamên ragihandina azad a Şengalê ku ji bo xurtkirin û mezinkirina xebatên propaganda-ajîtasyonê li hev kombûn, bi nîqaş û pêşniyarên xwe amadekariya xwe ya ji bo mezinkirina xebatên ragihandinê vegotin.

Di nava civaka me de meha Tebaxê xwedî gelek wateyên dîrokî ye. Mehek wisa ye ku ferman, komkujî, reşkujî li dijî me hatiye pêkanîn. Armanca me ji lidar xistina konferansê di vê mehê de ew bû ku girêdana xwe bi şehîd, doz, bîr û baweriya xwe ve bidin nişandan. Bi vê rêyê ragihînin ku êdî civaka me ji her alî ve bûye xwedî zanist û dengê xwe gihandiye tevahî cihanê.

Ragihandina me ya azad a li Şengalê temenê wê digihije 15 salan, lê bi fermanê û pêvajoya rizgarkirina Şengalê re bi sazîbû, xwedî mîrateyeke dewlemend a madî û manewî ye. Şehîd Ferhad Qîranî, Ferhad Cuva, Agir Bane, Nûjiyan Erhan, Rizgar Denîz û herî dawî kedkarê ragihandina azad Mirad Mîrza bigire heya gelek şehîdên ragihandina azad ku dem bi dem hatine Şengalê û ked dane, nirxeke mezin li pey xwe hiştine. Ew tovê ku beriya 15 salan li Şengalê hatiye avêtin, ezmûneke girîng ji me re hiştiye. Bi dehan ciwanên Êzidî li ser şopa şehîdan perwerde bûn. Dema ragihandina azad li Şengalê çandeke ragihandinê pêş xist, tu ragihandinek din nebû, lê li welat û derveyî welat ragihandineke ku xizmetê ji civaka Êzidî re dikir, bû nimûne ji bo pêşketina gelek dezgehên ragihandinê ku bibin dengê civaka me. Ji ber vêya ragihandina me bi kovar, radyo, karên nivîskî, dîtbarî û herî dawî jî dîjîtal her çûye xwe li her qadekî şax daye. Mezinbûna ragihandina me li Şengalê ji bo rojnamevan û ragihandinên din yên li herêmê kar dikin jî rola dibistanekî lîstiye û hîn jî vê rola xwe bi layiqî dilîze.

Di encama xebatên me yên propaganda-ajîtasyonê ya ragihandina azad de di vegera bihezaran kesî ji bo Şengalê, kewandina birînên fermanê, careke din vejandina çand û baweriya Ezidayetiyê li ser vê axê, ji nûve avakirina herêmê, parastin û geşkirina xwezaya Şengalê de, rêxistinkirina civakê û gihandina fikra xweparastinê de, bi îradekirina jin û ciwanan di rêveberina Şengalê de roleke diyar lîstiye. Bi taybet di xirakirina peyman û pîlanên dijî îradeya civaka Êzidî de, li dijî zêhniyeta nîfaq û nefretê navbera gel û baweriyan de pêşbixe hest û fikrê pêkvejiyanê li Şengalê zindîkirinê de, di pêşxistina girîngiya yekîtiya demokratîk a Êzidan de roleke erênî a bi bandor lîstiye. Li gel nirxandina van aliyên erênî, ji bo aliyên ku ragihandina azad kêm maye jî nirxandinên girîng hatine kirin, rexneya wê hatiye kirin û rexnedayîna wê jî hatiye dayîn. Bi taybet di mijara pêşîlêgirtina bûyerên civakî, zêhniyeta paşverû û kevneperest de, di pêşî lê girtina kuştin û xwekuştinên jin û ciwanan de, zext û tundiya nav malê ya dijî jin de tevî xwedî perspektîfeke xurt a weşanê ye jî, hîn nekariye bersiveke xurt a têrker bide.

Ji bo ragihandina me bibe dengê azad ê gelê xwe, xwe li gorî pêwîstiyên civaka xwe, xwe rêxistin bike, di warê meslekî de jî xwe nû bike, me pêwîst dît xebatên xwe yên Şengalê ku gihîştiye qonaxeke girîng derbasê asteke hîn pêşdetir bikin. Rêber Apo ku bi pêvajoya entegrasyona demokratîk ji me re got, ‘Yên xwe neguherin û nûjen nekin, wê li paş de bimînin’ ji bo me bûye hem hişyarî hem jî perspektîfeke sereke. Ji bo em li gorî rihê demê û pêwîstiyên gelê xwe, xwe rêxistin bikin, me pêwîst dît ku yekemîn konferansa xwe ya ragihandinê ya Şengalê li dar bixin. Hêvî dikin ev konferans bibe boneya destpêkeke nû ji bo hemû gelê me û hem pîşeyên me yên li Şengalê. Ya dikeve ser milê ragihandina me xwe zêdetir rêxistin kirin, şax dayîn û berfirehkirina li gorî pêwîstiyane.

Di konferansê de me rêveberiya xwe ya nû bi şêwazeke herî demokratîk hilbijart û berpirsyariyê da ser milê meclîsa ragihandinê. Wê Meclîsa me di ber rêvebirin, pêşxistin û mezinkirina xebatên ragihandina azad de berpirsyar be.

Ji bo em bikarin ji hemû daxwazên civaka xwe, azadîxwazan û bi taybet jî jinên Êzidî re bibin bersiv, ji bo avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz, wekhev, jîngehparêz wê giraniyê bide ser xebatên perwerdehiya akademîk. Bi van perweredehiyên akademîk rola zanîngehek bilîze. Her ciwanek me ya di van perwerdeyan re derbas bibin, wê di ronîkirin û avakirina civakeke demokratîk de roleke berçav bilîze. Ji bo vêya xebatên akademiya Şehîd Agir Bane, perwerdeyên fikrî û meslekî yên di çarçoveya branşan de dê weke yek ji xebata me ya stratejîk a demê be.

Ji bo ragihandina me ya azad bikare van hedefên xwe pêk bîne jî pêwîstî hate dîtin, zêdetir girîngiyê bide karên hevpar ên bi rihê komîn. Hem pêşxistina rih û fikrê xwebexş û komîn di nava her endameke ragihandina azad de, hem jî ji bo ev rih di nava hemû dezgehên ragihandinê yên Şengalê de û hempîşeyên me de jî pêş bikeve, wê girîngiyeke zêdetir bide xebatên hevpar û xurtkirina peywendiyên li gel wan. Ji bo vêya jî pêwîstî bi xurtkirin û bisazîkirina xebatên peywendiyan.

Ji bo hemû dezgehên ragihandinê yên Şengalê bikarin bibin dengê rasteqîn ê gelê xwe, pêwîstî bi hevparkirina rojevan û zimaneke ne qewmiyetperest, olperest, cinsiyetparêz û her weke din heye. Lewma weke hedefekî datîne pêş xwe, ji bo di platform û şêwir, konferansên hevpar de werin ba hev. Ji bo vêya jî erka pêşengiyê dide xwe û wê di dema nû ya xebatê de weke xebateke girîng dest bigire.

Em ê li gel zêdekirin û mezinkirina hejmara endamên xwe, girîngiyê bidin her cûre xebatên bikevin xizmeta civaka me. Lewma emê hem di warê meslekî, hem fikrî û hem jî şêwazê karkirina komîn de bibin nimûne û berdewam bin di avêtina gavên destpêkê de.

Em konferansa xwe li hemû endam û kedkarên ragihandina azad, hemû ragihandkar û rojnamevanên Şengalê yên weşangeriyeke biexlaq û di berjewendiya gelê xwe de dikin, pîroz dikin, ji bo xebatên hevpar ên di xizmeta civaka xwe de banga xebatên hevpar dikin.

Dûbare konferansa xwe li Rêber Apo, li Şehîdan, li civaka Êzidî û hemû hem pîşeyên xwe pîroz dikin. Em careke dibêjin; Yên armancên wan mezine, hewldanên wan jî mezine.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yewnanistan nerazîbûn nîşanî parkên deryayî yên Tirkiyeyê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

Encumena sivîl û serbixwe ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê, ragihand ku rêya seyrangeha “Berî Sîlî”…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa li Humsê de kesek mir

Di êrîşa çekdarî ya li Taxa Wadî Zeheb a Humsê de kesek mir.

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Tişrînê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Yewnanistan nerazîbûn nîşanî parkên deryayî yên Tirkiyeyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fezkirinên rêveberiya Şamê li pêşiya pêvajoyê asteng in

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zêdeyî 620 êrîşên balafirên bêmirov li dijî Moskowê pêk hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di erdhejên li Venezûelayê de hejmara miriyan gihişte 6 hezar û 438’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?