Sêşem, 18 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li pismamê Esad ê li girtîgehê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya ‘Hevgirtina Neteweyî’ civîna xwe ya ewilî wê 24’ê Tebaxê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Rojnameya Resmî de hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di erdhejên li Venezûelayê de hejmara miriyan gihişte 6 hezar û 438’an

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye
Kurdistan

PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

PJAK’ê diyar kir ku gelê Kurd li dijî fetwaya cîhadê ku Xumeynî di sala 1979’an de li dijî Kurdan îlan kir, bi berxwedanê rabûne û got, “Ji xeynî mîsogerkirina azadî û demokrasiyê ji bo gelên bindest, tu rê nîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

PJAK’ê bi boneya salvegera 47’an a fetwaya cîhadê û komkujiyan a 19’ê Tebaxa 1979’an ku ji aliyê Xumeynî ve li dijî gelê Kurd hatibû derxistin, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wihaye;

“Îro 47 sal di ser yek ji rûpelên herî reş yên dîroka hemçerx a Komara Îslamî ya Îranê der derbas dibe ku li dijî Kurdan komkujî pêkanîbû. Komkujî û êrişên leşkerî yên berfireh ku piştî fetwaya Xumeynî ya 19’ê Tebaxa 1979’an li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê hatibû despêkirin, bû sedemê komkujî, wêrankirian gundan, darvekirinên bi komî û çewisandinên bi xwîn.

Ev tawan, ne tenê rûdaneke veqetandî bû, belkû xaleke werçerxanê bû di berdewamiya serweriya pergala dewlet-netewe ya sed salî li Îranê û faşîstbûna wê ya li dijî gelê Kurd. Heman ew lojîka ku beriya şoreşê di çarçoveya polîtîkayên navendparêz û înkarkirina nasnameya Kurdî de kar dikir, piştî Çileya 1979’an û dizîna şoreşa gelan ji aliyê Komara Îslamî ve, bi amrazên ol û ‘cihadê’ tundtir bû. Vê yekê jî pêvajoya helandina çandî, jenosîda çandî û fîzîkî gihand lûtkeyê. Ev polîtîkayên ku armanca wan jêbirina ziman, çand, dîrok û mafê azadiya hemû Kurdan bû, îro jî bi şêwazên cuda yên çewisandin, ewlehîkirin, darvekirin, girtin û înkarkirina sîstematîk berdewam dikin. Îro jî di ser van hemûyan re, Parlamena Îranê bi pejirandina yasayeke cezayê darvekirinê ya li dijî hemû çalakvanên sivîl bi hincetên bêbingeh ên wekî “hevkariya bi hêz û dewletên biyanî re”, kuştina gel û çalakvanan bi riya qanûnê rewa dike, ev yek jî ji bo hemû neteweyan metirsiyeke.

Tevî vê rewşê jî, gelê Kurd li beramberî vê pêvajoya serwerî û komkujiyê li ber xwe da û bi tundî ji referandûma sîstema Komara Îslamî re got “na”. Rejîmê jî di bersiva vê têkoşîna girseyî de dest bi êrîşên leşkerî û komkujiyan kir. Berî her tiştî li bajarê Paweyê bi dehan kes ji aliyê hêzên pasdarên rejîmê ve hatin darvekirin. Gulebarankirina hejmareke zêde ya azadîxwaz, ciwan û rewşenbîran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bû karê rojane yê pasdaran. Ji ber vê sedemê, gelê me ji bo şermezarkirina komkujiyên rejîmê, li bajarê Sineyê dest bi greveke yek mehî kir. Di vê qonaxê de bû ku koçberiya dîrokî ya xelkê Merîwanê pêk hat û meşa dirêj a ji Sine û bajarên din ên Kurdistanê ya ber bi Merîwanê ve, bû yek ji mînakên helwesta zelal a Kurdan ya li dijî komkujiyên sîstema Komara Îslamî. Piştî topbarankirina bajaran, bi taybetî li Sineyê 200 kes û li Mehabadê 20 kes di dema serhildanên girseyî de hatin qetilkirin. Li bajarên din yên mîna Ûrmiyeyê, bi sedan kes bêyî dadgehkirin hatin darvekirin. Piştre jî komkujiya li gundên Qarna û Qelatan ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat pêkanîn. Xumeynî jî piştî van komkujiyan fetwaya cîhadê li dijî Kurdan derxist û hêzên rejîmê ji 28’ê Tîrmehê ve bi tevgerîna ji Pawe û Kirmaşanê ber bi Sineyê ve û dagirkirina tevahiya Rojhilatê Kurdistanê, komkujî û darvekirinên bikomî pêkanî.

Jin û mêr, pîr û ciwan, li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana sivîl, bi tedbîrên cewherî û parastina nasnameya çandî rûbirûyî êrîşan bûn. Wan ne tenê li hemberî êrîşên leşkerî yên sala 1979’an, lê di dehsalên piştî wê de jî bi dayîna qurbanî û bedelên giran nîşan dan ku vîna azadîxwazî û mafê jiyaneke serbilind bi top û tankan nayê tepisandin û siyaseta asîmîlasyonê nayê meşandin. Ev berxwedan mîraseke zindî ye ku nifşên paşerojê ji bo berdewamkirina têkoşîna di oxira azadî, wekhevî û mafên neteweyî de dehf dide û bang dike.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di demekê de ku bîranîna hemû qurbaniyên komkujiya 19’ê Tebaxa sala 1979’an û hemû kesên ku di oxira azadiya gelê Kurd de şehîd bûne bi bîr tîne û bilind dinirxîne; fetvaya cîhadê ya ji bo komkujiya 19’ê Tebaxa 1979’an şermezar dike û careke din radigihîne ku tu hêz nikare vîna gelek azadîxwaz û wekhev tine bike. Îro êdî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî bi temamî têk çûne, rêyên leşkerî bêwate mane û çareseriya demokratîk a pirsa Kurd bûye zindîtirîn mijar ji bo dabînkirina azadiya gelan li Îranê. Tu rêyeke din ji bilî misogarkirina azadî û demokrasiyê ji bo neteweyên bindest ên li Îranê de nîne. Têkoşîna bi dehan salan a gelê me îro li Rojhilatê Kurdistanê li ber destkeftiyên girîng û tam e.’’

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da
Nûçeya Pişt re Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiya Dêrazorê kar dike

Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Civaka demokratîk çareseriya sûcên li dijî jin û zarokan e’

Rûniştina sêyemîn a doza duyemîn a têkildarî kuştina Narîn Guran a 8 salî, li Dadgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê darvekirinê li pismamê Esad ê li girtîgehê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?