Panela dawî ya konferansê bi piştgiriya Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan, ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve hate organîzekirin. Di panelê de li ser jinûveavakirin û naskirina rêveberiya xweser hate rawestandin
Berdevka Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Suham Dexîl Reşo ku di panela bi moderatoriya Şîlan Badal Xeder de yekemîn pêşkêşî kir, diyar kir ku heta niha ni 74 fermanan re rû bi rû mane û xwest ku zêdetir welat fermanê nas bikin.
Suham Dexîl Reşo got, “Di sala 2014’an de li ser Êzidiyan qirkirinek pêk hat û di vê qirkirinê de qirkirina jinan jî pêk hat. Divê civaka Êzidî ji qirkirinên nû bê parastin. Elmanya jî ferman nas kir, lê naskirin ne bes e, divê Êzidî bên parastin.
DIVÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BÊN RAWESTANDIN
Suham Dexîl Reşo diyar kir ku piştî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê, vê carê dewleta Tirk dest bi êrîşan kir û salek bê êrîş derbas nebû û wiha domand: “Dema behsa parastina Êzidiyan tê kirin, divê ev rastî were dîtin. Ji bo parastina Êzidiyan divê ev êrîş bên rawestandin.” Suham Dexîl Reşo bi taybetî bang li Elmanyayê kir ku firotina çekan a ji bo dewleta Tirk rawestîne û destnîşan kir ku divê biryarên der barê Êzidiyan de bi şêwra gelê Êzidî bên girtin. Suham Dexîl Reşo bal kişand ser peymana di navebra Hewlêr û Bexdayê û got ku ev peyman îradeya gelê Şengalê nas nake. Suham Dexîl Reşo wiha pêde çû. “Gelê Êzidî dixwaze ev peyman bê betalkirin.”
Suham Dexîl Reşo diyar kir ku heta êrîşên dewleta Tirk bidome ne pêkan e ku çareserî pêş bikeve û got ku mijareke din jî jinûveavakirinê ye û wiha axivî: “Îro li Şengalê modelek heye, hemû gelên Şengalê hembêz dike. Piştî 74 fermanan mafê Êzidiyan heye ku xwe biparêzin û xweser bin (…) Ev mafekî rewa ye. Xweparastin mafê gelê Êzidî û hemû gelan e.”
GEFA QIRKIRINÊ DIDOME
Suham Dexîl Reşo bal kişand ser xetereya êrîşên dewleta Tiirk û got ku êrîşa qirkirinê ya sala 2014’an bi plan hatiye kirin û diyar kir ku DAÎŞ li herêma El Enbar a Iraqê bi taybet li ser Şengalê hebûna xwe didomîne. Suham Dexîl Reşo anî zimanr ku xeteriya qirkirinê dewam dike û got, “Divê çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan bên darizandin û hesab were pirsîn.” Suham Dexîl Reşo got, “Ji bo vê yekê avakirina dadgeheke navneteweyî girîng û pêwîst e.”
Suham Dexîl Reşo herî dawî xwest, ji bo kesên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e, di qada navneteweyî de gav bên avêtin û ji bo dîtina wan mekanîzmayên bên avakirin.
BANGA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN
Suham Dexîl Reşo jî bi bîr xist ku şervanên azadiyê ji bo rizgarkirina Êzidiyan destwerdan kirin û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gabg kiribû û da zanîn ku Abdullah Ocalan îro di bin tecrîdê de ye. Li ser vê yekê Suham Dexîl Reşo banga tevlîbûna li hemleya cîhanî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir.
GEFA MEZIN DEWLETA TIRK E
Zanyar û rojnamevan Dr. Rassmann di pêşkêşirina xwe ya bi sernavê “Herêma nakok Şengal” de li ser erdnîgariya Şengalê agahî da. Bi nexşeyan herêmê rave kir û behsa wê yekê kir ku çima xwedî girîngiyeke stratejîk e. Dr. Rassmann diyar kir ku dewleta Tirk di nava welatên cîran de xeteriya herî mezin e. Dr. Rassmann bal kişand ser polîtîkayên berfireh ên dewleta Tirk û got, “Dixwazin Mûsil û Kerkûkê jî bi dest bixin. Herwiha dewleta Tirk li hemberî Kurdan polîtîkaya dijminatiyê dimeşîne.”
HEBÛNA DRONAN ÇALAKIYÊN TERORÎSTÎ YE
Dr. Rassmann da zanîn ku dewleta Tirk her tim bi balafirên keşfê herêmê bombebaran dike û got, “Jiyana sivîl bi vî rengî dijwar dibe.” Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê karê îstîxbaratê jî dike û raya giştî tehdîd dike. Dr. Rassmann wiha domand: “Hebûna balafirên bêmirov karekî terorîstî ye. Terorîzm li dijî gel tê kirin.” Dr. Rassmann anî ziman ku ev êrîş ‘înfazên bêdarizandine” û bilêv kir ku dixwazin herêmê ji xelkê vala bikin. Dr. Rassman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çareserî di naskirina xweseriya Şengalê de ye.
XWESERÎ ÇARESERÎ YE
Axaftvana dawî ya panelê Dr. Mechthild Exo bi sernavê “Modela pêşerojê û çareseriyên Şengal û herêmê” pêşkêşiyek kir. Mechthild Exo got, “Xweserî pêşerojeke aştiyane û çareseriya herêma Şengalê ye.”
Mechthild Exo têkildarî rêxistinbûn û jiyana Şengalê agahî parve kir û got, “Îro Şengal ji aliyê ciwanên Êzidî ve tê parastin, jin di hemû saziyan de roleke bingehîn dilîzin.”
Mechthild Exo destnîşan kir ku ev pêvajoyek pir girîng e, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got ku her çendî behsa 74 fermanan bên kirin jî êrîş berdewam dikin.
Mechthild Exo behsa feraseta neteweya demokratîk jî kir û ev tişt anî ziman: “Dewletên netewe û hikûmetên girêdayî wê bi taybetî li Rojhilata Navîn pirsgirêkê derdixin holê. Di neteweya demokratîk de rêxistinbûyîneke dewletê nîne, civak bi vîna xwe ya azad di nava rêxistinê de cihê xwe digire. Li Şengalê êdî neteweya demokratîk ne tenê tê nîqaşkirin, tê meşandin.”
Mechthild Exo diyar kir ku modela li Şengalê dikare bê berfirehkirin û weke çareserî li herêmên din ên Iraqê were sepandin. Mechthild Exo destnîşan kir ku bi vî rengî dikarin pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin.