Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rengîn Botan: Hevala Emîne şopeke mayinde li nava Tevgera Azadiyê hişt
Jin

Rengîn Botan: Hevala Emîne şopeke mayinde li nava Tevgera Azadiyê hişt

Rengîn Botan qala şehîd Emîne Erciyes kir û got, “Hevala Emîne jineke şoreşger, têkoşer bû û lêgerînên xwe yên azadiyê gelekî zêde bûn. Bi zanebûn tevlî nava jiyanê û têkoşînê dibû. Weke hunermendekê nêzî têkoşîna azadiyê dibû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Îlon 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîn Erciyes (Nazli Taşpinar) di encama êrîşên dewleta Tirk de 20’ê Nîsana 2020’î li herêma Garê şehîd bû.

Hevrêya wê Rengîn Botan qala têkoşîn û berxwedana Emîne Erciyes a bi salan a li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Rengîn Botan anî ziman ku şehîd Emîne Erciyes ji qada Tirkiyeyê tevlî bû û got, “Beriya her tiştî hevala Emîne bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di şexsê hevala Emîne de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîn, ked û fedakariya wan ditewînim.

Vegotina hevala Emîne gelekî zehmet e. Min piştî salên 2000’î hevala Emîne nas kir. Hevaleke germ û bi kelecan bû, ji ber vê yekê li cihê ku lê bû yekser bal dikişand. Hevaleke Tirk bû ku ji qada Tirkiyeyê tevlî bûbû. Ji ber ku hevaleke xwedî lêgerînan bû, di salên 1990’î de tevger nas kir û di salên 1996-1997’an de tevlî nava têkoşînê bû.

Hevala Emîne bi jiyan, tevlîbûn, coş, kelecan û moralê xwe dihate naskirin. Xwedî taybetmendiyên Anatoliya Navîn bû ku ji wê herêmê hatibû. Zû xwe dida hezkirin, hevaltiyek bi dil û can dikir. Ji xwe hevrêtiya wê gelekî xurt bû. Jineke hem şoreşger hem jî têkoşer bû. Lêgerînên xwe yên azadiyê gelekî zêde bûn. Bi zanebûn tevlî nava jiyanê û têkoşînê dibû. Weke hunermendekê nêzî têkoşîna azadiyê dibû. Ji xwe yek ji taybetmendiyên wê yên sereke jî hunermendiya wê bû. Mînak, dem dihat dibû helbestvan, dem dihat dibû nivîskar, dem dihat dibû wêjevan.

Hevaleke hunermend, şanoger bû. Yeka gelekî têgihiştî bû, ti carî ji rêzê nêzî jiyanê nedibû. Bi rengekî ji rêzê nêzî bûyeran, pirsgirêkan, jiyanê, şer, têkoşînê nedibû. Ji ber ku nêzîkatiyeke îdeolojîk nîşan dida. Bi pîvan bû, bi wî rengî tevdigeriya. Di nava vê têkoşînê de salên dûr û dirêj têkoşiya. Ji ber ku dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re gelekî xurt bû. Ji xwe li gel Rêbertî jî mabû. Gelek taybetmendiyên xwe ji qada Rêbertî wergirtibû. Mînak hezkirina wê ya hevrêtiyê, têkiliya wê ya kûr a bi hevrêyan re, diyar bû ku ji hevrêtiya xwe ya bi Rêber Apo wergirtibû. Dixwest dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di nava jiyanê de jî bi rengekî rast temsîl bike. Ji hevrêtiya Rêber Apo gelek tişt wergirtibû. Ji ber vê yekê di nava jiyanê de çêker û komunal bû. Hevala Emîne ne hevaleke welê bû ku tenê li xwe difikirî, taybetmendiyên bi vî rengî pê re tine bûn. Hevrêtiya xwe ya têkoşînê, ruhê komunal ji hevrêtiya bi Rêber Apo re wergirtibû. Lewma dixwest hevrêtiya ji Rêbertî hîn bûye di nava jiyanê de bi hevrêyên xwe re parve bike. Her tim dixwest Rêbertî bişopîne û hêjayî wî be.”

DI SERÎ DE ZAGROS, BEHDÎNAN LI GELEK HERÊMAN WEZÎFE KIR

Rengîn Botan işaret têkoşeriya şehîd Emîne kir û got, “Hevala Emîne gelekî bi tevger, bi dîsîplîn bû. Jİ xwe ji ber vê yekê di demeke kurt de wezîfeyên gelekî girîng, rol û mîsyon bi cih anî. Li qada leşkerî gihîşt asta fermandariyê. Salên dûr û dirêj di nava YJA Star û HPG’ê de di asta fermandariyê de bi roleke çalak rabû. Demeke dirêj li biryargehê ma. Di serî de Zagros û Behdînan hema bibêje li hemû qadan weke fermandarekê bi cidî kar meşand. Bi taybetî li Zagrosan fermandarî ne hêsan e, ne karekî ji rêzê ye. Lê belê hevala Emîne xwe jê re baş amade kiribû, lewma dikarîbû li qadeke weke Zagrosan fermandariyê bike. Di şer de gelekî wêrek bû, gelekî fedakar û fedaî bû. Di nava şervanan de jî ev ruhê fedaî diafirand.

Ji xwe şervanên li gel wê zû û bi xurtî tevlî têkoşînê û şer dibûn. Ji ber ku hevala Emîne gelekî bi şervanan re eleqedar dibû. Ne tenê fermandarî ji şervanan re dikir, belê aliyê wê yê fermandariyê gelekî xurt bû, lê mînak heval bi rêxistin dikir, perwere dikir. Hevala Emîne di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek şervan perwerde kir, kedeke mezin da şervanan. Jiyan, şer, têkoşîn, taybetmendiyên jiyanê hînî wan dikir. Qalê dikir bê xweparastin çiqasî girîng e. Ji ber van taybetmendiyên xwe heval gelekî bi dilxwazî tevlî perwerdeyên hevala Emîne dibûn. Dixwestin bi hevala Emîne re tevlî karên pratîkê bibin, bi wê re şer bikin û tevlî perwerdeyên wê bibin. Hem xwe perwerde dikir, hem jî hevrêyên xwe perwerde dikir. Di perwerdeyê de kedeke mezin dida. Ji her kesî re qala taybetmendiyên jin a azad, mêr ê azad dikir. Hevala Emîne yeka entelektuel, xwedî tecrûbe, zane, bi kûrahiya îdeolojîk bû.”

KEDKARIYA WÊ GELEKÎ XURT BÛ

Rengîn Botan destnîşan kir ku şehîd Emîne Erciyes ji ber ku ji malbateke kedkar bû di temenekî gelekî ciwan de bi berpirsyarî rabû û di dawiya axaftina xwe de got, “Hevala Emîne di nava tevgerê de, li her qada jiyanê bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê li pêş bû, ev taybetmendiyên wê gelekî xurt bûn. Nediwestiya, timî weke ku divê bigihêje cihekî, weke ku di maratonê de ye tevdigeriya. Timî dixwest bigihêje armancên ji xwe re diyar kiriye. Her tim armancên mezin datanî pêşiya xwe. Ti carî bi rengekî rûtîn tevnedigeriya. Cihê hevala Emîne di nava têkoşîna me de gelekî diyar e. Li nava tevgera jinê, li nava tevgera giştî şopeke mayinde hişt.

Bêguman şehadeta hevrêyên weke hevala Emîne ji bo têkoşîna me cihê rûmetê ye, serbilindiyê ye û berê me dide armancên hîn mezin. Dike ku em hîn bi xurtî xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkevin. Bêguman cihê şehîdên weke hevala Emîne zû bi zû nayê dagirtin. Hevrê Emîne li nava têkoşîna me xwedî cihekî bi vî rengî bû. Em tevahiya hêza xwe seferber bikin jî nikarin valahiya hevalên weke hevala Emîne dagirin. Nebûna wan gelekî diyar e. Divê em hêjayî şehîdên weke hevala Emîne bibin. L iser vê bingehê hevala Emîne careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim. Soza xwe dubare dikim ku em ê têkoşîna wan ji cihê hiştine bi ser bixînin. Ji bo karibin erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, em ê hêza xwe bi temamî seferber bikin, ku karibin hêjayî şehîdên xwe yên weke hevala Emîne bibin. Tenê bi vî rengî em dikarin doza hevala Emîne bi ser bixînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê ji bo aştiya civakî pêwîstî ye
Nûçeya Pişt re Kobanê bi ser ket û bû îlhama tevahî gelan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê şehîdên Pirsûsê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyeyê bi bîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî lidar xistin

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê, ragihand ku li dijî tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyan wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

Rêveberiya Tevgerê bang li desthiltadariya AKP-MHP'ê kir ku bi rengekî cidî û berpirsyarane nêzî pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo Xanê Karasû peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?