Li Lîbyayê gelê Amazîxan têkoşîna mafên xwe yên rewa û parastina nasname û zimanê xwe didomînin. Serokê Partiya Dayikê ya Lîbyayê û Serokê berê yê Kongreya Amazîx a Cîhanê Fethî Bin Xelîfe bersiva pirsên ANF’ê da. Fethî Bin Xelîfe qala girîngiya hebûna gelê Amazîxiyan li Lîbyayê û berxwedana wan ya li welat û têkiliyên di navbera wan û Kurdan de kir.
Amazîxiyên Lîbyayê li ku derê dijîn, saziyên wan ên herî girîng çi ne? Her wiha rêjeya wan ji şêniyên li Lîbyayê çiqase û gelo hemû Amazîxên Lîbyayê bi zimanê xwe daxivin yan na?
Ji bo ku em Amazîxiyên li Lîbiyayê nas bikin, du alî li pêşiya me hene. Ya yekem; Li gorî tê gotin Amazîxiyên ku li Lîbyayê dijîn û bi zimanê Amazîxî daxivin, ew Amazîxî ne ku piranî li herêmên peravî, çolî û çiyayî dijîn. Lê di rastiyê de gelê Lîbya bi xwe Amazîxî ne. Bi demê re asîmle bûne û zimanê wan guheriye û bûye Erebî. Lê kevneşopî, kevneperstî, şêwaza jiyanê, xwarin û vexwarin mîna hev in.
Li Lîbyayê ti kom tune ne ku xwe bi çandekê ve girê bidin, belê her kes mîna hev dijîn. Li wir Lîbyayên “Cirîkî” hene. Ew xwe bi çanda xwe ve girê nedan, li gorî ziman, çand û kevneşopiyên Lîbyayiyan dijîn. Her wiha li wê derê reşikên Efrîqî jî hene, ew jî weke “Cirîkiyan” bi çanda Lîbyayan ve xwe girêdane. Ji ber vê yekê li Lîbyayê çanda sereke, çanda Lîbyeyê ye.
Li Lîbyayê serjimariyeke diyarkirî ya xelkê Amazîx nîne, ji ber ku hemû rêjîm dîktatorî ne. Tenê Wezareta Karûbarên Sivîl û rewşa sivîl hejmara Amazîxî weke nêzîkî 900 hezar kes an jî mîlyonek e daye. Ev rêje ji sedî 20 heta 25 ji şêniyê Lîbyayê pêk tên.
Bandorên neyînî yên îdeolojiyên neteweperest û Îslamîst li ser gelên Kurd û Amazîxî çi ne? Gelê Amazîxî çiqas ji vê yekê êş dîtine?
Îdeolojiyên ku ji derve tên, weke îdeolojiyên neteweperestiya Erebî û îslama siyasî, em nabêjin neyînî ne, lê belê em dikarin bêjin biçûkxistin û cihêkarî ne. Ez di wê baweriyê de me ku êşa gelê Kurd û ya gelê Amazîxin jî, ji ber ku dijberên me parêzvanên netewperestiya Ereb in. Çi Partiya Baas’ê û çi Partiya Nasir û tevgerên Îslama siyasî hemû bi wê şêwazê nêz bûne, tenê nav hatine guhertin.
Rewşa Amazîxiyan di dema rêjîma berê ya Lîbyayê de çawa bû?
Rêjîma berê rêjîmeke Erebî, Naserî, dîktator bû. Tu hebûna Amazîxî nas nedikir. Bi darê zorê hewl dida ku hemû warên jiyanî yên Lîbyayê bike erebî. Dixwest ku navê Lîbyayê bi temamî biguherîne. Ji ber ku Lîbya navekî dîrokiye. Amazîxî di serdemeke giran re derbas bû û rastî gelek êrîşên qirkirinê hatibûn. Hatibû astek wiha ku me nedikarî navên Amazîxî li zarokên xwe bikirana. Bi awayekî fermî axaftina bi zimanê Amazîxî li her derê qedexe bû. Qezafî jî bi eslê xwe Amazîxî bû. Lê ji ber berjewendiyên xwe yên taybet û îdeolojiya neteweyî rastiya xwe înkar dikir.
Rewşa civaka Amazîxiyên li Lîbyayê piştî bûyera ku jê re dibêjin “Rebî El-Erebî” çawa hat guhertin? Gelo ti rêveberiyek taybet ji bo Amazîxiyan hat avakirin? Ji bo ziman û nasnameya Amazîxiyan çi gav hatin avêtin?
Gelê Amazîxî di 17’ê Sibata 2011’an de şoreş pêk anîn û di qadan de hebûna xwe îsbat kirin. Bi van çalakiyan re dengê Amazîxiyan li her deverê belav bû. Di encama têkoşîna xwe de rêveberiyeke wan a xweser hat avakirin ku bi awayekî aşîxwaz û dîsîplîn hate naskirin. Li Lîbyayê gelek kom hebûn ku destek ji derve û welatên rojavayî bi rêya Tirkiyeyê û hin welatên kendavê xwestin. Ferqa gelê Amazîxî ji ya komên din ew e ku xwe spart hêz û baweriya xwe. Taybetmendiya ku wan ji hev cuda dike ev e.
Gelê Amazîxî ti carî xiyanet li nirxên xwe nekiriye û ev ji me re rûmet û pîrozô ye. Di dema ku rejîma Qedafî hate rûxandin de, gelek neteweyên alîger derketin holê. Lê gelê Amazîxî ti carî bi aliyê ti partiyê ve ne çûye. Di sala 2013’yan de hilbijartinên parlemenî red kirin û neketin nava şerê navxweyî yê sala 2014’an.
Her çawa hilbijartinên komîteya destûrî ya ku ji bingehên neteweyî hatibû ava kirin, boykot kirin. Tevî vê yekê jî gelek kes di pergala perlemanî û destûrî de israr kirin, lê belê di dawiyê de têk çûn. Bi vê yekê re helwesta Amazîxiyan di cih de bû. Ji ber ku bingeh bi xwe şaş bû, ku di encamê de gelek taxrîbat û qirkirin bi xwe re anî. Ji ber serkeftina ku pêk hatiye em serbilind in. Dîroka me zindî ma. Zimanê Amazîxî niha li dibistanan û saziyên çapemeniyê bi awayekî fermî tê bikar anîn û perwerdehiya wê tê dîtin. Hemû çalakiyên me yên jiyanê êdî bi zimanê Amazîxî, tê pêk anîn û dengê me belavî hemû cîhanê dibe.
Çi zehmetiyên ku dihêlin Amazîxî bi awayekî baş bi ziman û çanda xwe ve mijûl nebin? Hûn weke serokê partiya Lîbyayê dikarin çareseriyek çawa ji bo vê rewşê bibînin?
Ez nikarim derbasî hûrguliyan bibim, lê ez soz didim ku di paşerojê de, dê pêşketineke mezin di pergala Lîbyayê de çêbibe. Çend rojên din gelê Amazîxî wê Lîbyayê weke dewleteke demokratîk bi rêve bibe. Ev pergal wê dûrî pevçûnên leşkerî û îdeolojiya aliyan be. Em bi vê yekê serbilind in.
Gelê Kurd jî mîna Amazîxiyan rastî êrîşên qirkirina nasname û çandî hatine. Her wiha gelek caran rastî planên Erebkirin, Tirkirin û Farskirinê jî hatine. Têkiliyên di navbera her du gelan de, di warê hunerî, çandî û siyasî de çawa dikare were xurtkirin?
Di navbera her du gelan de tiştên wekhev hene, mîna ku her du jî rastî heman siyasetên qirkirinê hatine. Ez dibînim ku rewşa kurdan ji ya Amazîxiyan zehmetire. Ji ber ku dijminên me li bakurê Efrîqiyayê tenê Ereb û Misilman in. Lê dijminê Kurdan, Ereb, Tirk û Fars in. Em piştgirî didin gelê Kurd û dibêjin; “Em bi we re ne.” Her wiha hevrêyên me yên kurd jî hene ku her tim serê me bi wan bilind e. Em piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wan ya serxwebûnê.