25 sal in tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Berpirsên ewilî yên tecrîda li ser Abdullah Ocalan hêzên navneteweyî ne, ev rastiyek e. Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an ji bo pêşxistina pêvajoyeke aştî û muzakereyê ji Sûriyeyê derket, panoramaya siyasî ya ji vî demî heta 15’ê Sibata 1999’an weke “komploya çarmixê” nirxandibû.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an gihişt Moskowê, 12’ê Mijdara 1998’an jî bi balafireke Rêyên Hewayî ya Rûsyayê li balafirgeha Leonardo da Vîncî ya li Romayê hat xwarê. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd Îtalya weke şansekî dît, lê li Romayê pêvajoyeke zehmet a 66 rojî li benda wî bû.
Ji roja ku Abdullah Ocalan hatî girtin heta îro rolê Îtalyayê yê di pêvajoya komployê de, têra xwe hat nîqaşkirin. Hinekan digot hikûmeta Îtalyayê ku serokê wê yê demê Massîmo D’Alema bû, di komployê de rol nelîstiye. Hinekan jî hikûmeta Îtalyayê ji ber bêcesaretiya wê rexne kir ku nekarî mayîna Abdullah Ocalan a li Îtalyayê pêk bîne. Ya rast jî 16’ê Çileya 1999’an derketina Abdullah Ocalan a ji Îtalyayê, pêvajoya girtîbûna wî da destpêkirin.
Parlamenterê Partiya Jinûve Avakirinê ya Komunîst a Îtalyayê û Endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê ya wê demê Ramon Mantovanî yek ji şahidên nêz a rojên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Romayê ye, 12’ê Mijdara 1998’an di balafira Moskow-Romayê de bi Abdullah Ocalan re bû û ji bo ku Ocalan li Îtalyayê bimîne têkoşîneke girîng meşand. Têkildarî vê yekê em bi Ramon Mantovanî re axivîn.
Birêz Mantovanî dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rûsyayê dihat Îtalyayê weke dostekî Kurdan hûn pê re bûn. Hûn wê demê endamê Komîsyona Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê bûn. Pêvajoya di balafirê de bi Ocalan re mayîn, çawa pêş ket û planeke paşderdeyê ya vê pêvajoyê hebû?
Ji sala 1991’an Partiya Jinûve Avakirinê ya Komunîst ku hat damezrandin, heta roja îro bi têkoşîna gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye. Beriya ku Serok Ocalan were Îtalyayê PKK beriya salekî bi min re ket nava peywendiyê û xwest ku ez înîsiyatîfeke ji parlementerên ku dixwazin di têkoşîna Kurd de agirbesteke yekalî û ji bo çareseriya şer piştgiriyê didin rotayeke muzakereya aştiyê, ava bikim.
Di 10’ê Kanûna 1997’an de li Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Nûneran a Îtalyayê pêşnûme biryarek pêşkêşî dengdanê hate kirin, ku ji aliyê parlamenterên din ên komên cuda yên siyasî ve hate nîqaşkirin, mohrkirin, bi biryareke cuda ya koma Alleanza Nazîonale re kirin yek û min qebûl kir ku nuqteya dawî ya li ser gengaziya dewleta Kurd a serbixwe lê bê zêdekirin.
Dema ku mirov di aliyê makeqanûnî de lê dinêre, li Îtalyayê biryareke ku ji aliyê Komîsyonekî yan Meclîsa Nûneran yan jî Senatoyê ve tê erêkirin, ew biryar belgeyeke ku nûneriya helwesta Parlamentoyê ku saziya herî bilind a serdestiya gel e, dike. Hikûmet neçar e ku xisûsên di beşê tasarrufê yê biryaran de cih digire, pêk bîne.
Li gel van biryaran cara destpêkê welatekî Yekîtiya Ewropayê têkildarî meseleya Kurd pozîsyon girtiye û ketina artêşa Tirk a Iraqê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kiriye, binpêkirina mafên mirovî yên gelê Kurd şermezar kiriye û ferman daye hikûmeta xwe ku ji şer re çareseriyeke siyasî bibîne.
Piştî biryar hat qebûlkirin çend hefteyan, Wezîrê Karên Hundir ê demê Gîorgîo Napolîtano bersiva protestoyên rayedarên koma Forza Îtalîa yên têkildarî dayîna statuya koçberiyê ya welatiyên Kurd ên xwedî pasaporta Tirk, da û gotibû ku weke encameke erêkirina Komîsyona Karên Derve neçar e ku vê yekê bike.
Piştî demekê, piştî ku ev hewldan ji aliyê PKK’ê ve weke serketineke mezin hat silavkirin, Serok Ocalan ji min re ragihand ku ew dixwaze ji partiya me bi şandeyekê re hevdîtinê bike. Di Îlona 1998’an de şandeyeke ku ji min, parlamenter Walter De Cesarîs û Serokê Pêvajoyên Aştiyê ya Departmana Têkîliyên Derve ya partiya me Alfîo Nîcotra pêk dihat, li Rojhilata Navîn bi Serok Ocalan re hevdîtin kir.
Ev civîn ji bo me û Ocalan girîng bû, ji ber ku me ferq kir ku têkîliyên me wê ji piştevaniya kevneşopî ya di nava hêzên siyasî yên baskên çep hîn wêdetir pêş bikevin. Li hemberî nûbûnên neyînî yên globalbûyîna kapîtalîst, me keşif kir ku em xwedî heman eleqe û fikaran e, divê hêzên şoreşger li cîhanê bi rengekî yekbûyî bifikirin û tevbigerin, xwe bi têkiliyên piştevaniyê yên ji rêzê bi sînor nekin û ev yek li welatên ku maf û hebûna hindikahiyên neteweyî nas nakin, yekane rêya çareseriyê ye, ku bi rêbaza danûstandinan dawî li şer bîne û aştiyê pêk bîne.
Civîn ji aliyê rojnameya partiya ‘Lîberazîone’ ve ji raya giştî re hat ragihandin û di vê rojnameyê de cihekî fireh dît.
Mirov dikare li vir xwe bigihîne biryara Parlamentoya Îtalyayê ya 10’ê Kanûna 1997’an a navborî:
https://leg13.camera.it/_dati/leg13/lavori/bollet/199712/1210/pdf/03.pdf
Yanî, hikûmeta Îtalyayê ya wê demê hay jê hebû ku Abdullah Ocalan tê Îtalyayê? Di hevdîtina we ya bi Ocalan re çi bû û we bi Ocalan re di balafirê de kîjan mijar nîqaş kirin? Li gorî we faktora tercîha Ocalan a ji bo Îtalyayê çi bû?
Ez ji çapemeniya navneteweyî hîn bûm ku Serok Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Piştî demeke kurt min agahî ji Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê wergirt ku Ocalan li Rûsyayê ye û ev mijar dikare li Dûmayê bê nîqaşkirin û biryar were dayin ku mafê penaberiya siyasî jê re bê dayin.
Li aliyê din, heta êvara 10’ê Mijdara 1998’an ku ji aliyê rêveberên Kurd ên li Îtalyayê ve ji min re hat ragihandin ku Serok Ocalan li Rûsyayê di xeteriyê de ye, ji ber ku beşek ji amûra hikumet û îstîxbaratê plan dikir wî radestî Tirkiyeyê bike, min tiştekî din nizanîbû. Û ji min re gotin ku Serok biryar da ku were Îtalyayê tevî ku alternatîfên wî yên din jî hene, hem ji ber ku parlamentoya Îtalyayê di mijara pirsgirêka Kurd de xwedî pozîsyona herî pêşketî bû û hem jî ji ber ku dixwest li welatekî YE û NATO’yê ku xwedî kevneşopiyeke girîng a piştgirî û tevlîbûna pêvajoyên aştiyê ye, bangawazî û pêşniyara hevdîtinên aştiyê bide destpêkirin.
Ji bo Serok Ocalan bigihêje armanca xwe ya hatina Îtalyayê û bidestxistina statuya penaberiya siyasî, me yekser dest bi kar kir. A rastî, ji bo ku her tişt bê pirsgirêk bi rêve biçe û ji bo sûd bide, me hemû sazî û dezgehan lêkolîn kir û em şêwirîn. Der barê têkiliyên me yên saziyî yên li Îtalya û welatên din de ez ê nikaribim hûrgilîyên zêdetir bidim.
Ev pêvajo ji ber gelek sedeman ne hêsan bû. Tirkiye wekî ku piştî biryara parlamentoyê kir, li dijî xebatên me dê misîleme kiriba. Ji derveyî Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî ji bo Ocalan biryara girtinê ya navneteweyî hebû. Ji destpêkê ve diyar bû ku di serî de ji ber biryara girtinê ya Elmanyayê ew ê di dema hatina Îtalyayê de were girtin û divê Îtalya bi erênî bersivê bide daxwaza radestkirina Elmanyayê.
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî ku gelek zor bû, ji bo Serok Ocalan biçe Îtalyayê me şert û merc amade kirin. Herî dawî ez bi rêveberekî Kurd re çûm Moskowayê û li jêrzemîna buroyên leşkerî yên ji aliyê îstîxbarata Rûs ve li heman balafirgehê tên parastin, bi Serok Ocalan re hevdîtin kir.
Min jê re qala rewşa Îtalyayê û rewşa ku dema em çûn Îtalyayê wê biqewime kir. Ew ê bê girtin, lê ne li girtîgehê, lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyekê bê ragirtin. Piştre, di nav çend rojan da, wekî ku pratîk bû, hakîmê sulhê dê li benda daxwaza îhtîmal a radestkirinê ya ji Elmanyayê re ba û wî berdaba.
Ya rast, min jê re got ku eger hebe bila alternatîfên din li ber çavan bigire, ji ber ku me çiqasî hewl dabe jî, ji ber ku Îtalya welatekî xwedî serweriya fîîlî ya sînordar e, zexta Tirkiyeyê ya li ser DYE û Îtalyayê ku tê zanîn girêdayî DYE’yê, dikare di her demê de rê li ber rewşên nediyar veke.
Ji min re got, ku eger alternatîfên wî yên din hebin jî ew bi biryar e bê Îtalyayê, ji ber ku wî dixwest bibe firsendek ji bo destpêkirina pêşniyara xwe ya muzakereyên aştiyê, hatina welatekî mîna Îtalyayê ku di heman demê de navenda Vatîkanê ye û ji ber vê yekê li tevahiya cîhanê gelekî baş tê naskirin.
Her wiha anîbû ziman ku sûcdariyên li dijî wî bi temamî bêbingeh in û ji ber ku difikirî ku ew ê di her darizandinê de mafdar derkeve, ti pirsgirêkeke wî ya radestkirina Elmanyayê nîne.
Bi vî awayî em li balafira destpêkê ya ber bi Romayê ve diçe siwar bûn.
Di balafirê de me li ser siyasetê nîqaş kir. Min jê re behsa rewşa nû ya Îtalyayê kir, hikûmeta bi serokatiya D’Alema piştî ku hikûmeta berê ya bi serokatiya Prodî ji ber qutbûna di navbera me û hikûmetê de ket û dijberiya me ya li hemberî hikûmeta nû. Lê me behsa tiştên kêm girîng û xweş jî kir, wekî futbola Îtalî û Tirkiyeyê.
Piştre em li ser mijara piştî gihiştinê çi bikin axivîn. Min got ya herî baş ew e ku em wiha bikin: Serok, li gel sekreterê xwe û Kurdekî ku bi me re geriya û bi Îtalî diaxivî, divê biçe deriyê sînor ê ku ji bo dîplomatan hatiye veqetandin û bi daxwaza penaberiya siyasî xwe bide nasîn. Kesên din ên ku pê re (bi giştî 4 an jî 5 kes) û ez jî bi awayekî asayî di deriyê sînor re derbas dibûn. Ligel ku pasaporta min a karûbarê parlementeriyê hebû jî, ez bi Serok re heta sînorê dîplomasiyê naçim, ji ber ku ji bo ku hebûna Serok li Îtalyayê û peyama wî ya aşitiyê di bin siya polemîkên piçûk ên çoltarî ên siyaseta Îtalyayê de nemîne, me fikirî wek alîgir rolê me divê veşartî bimîne.
Her tişt wekî ku hatiye plankirin bi rê ve çû. Serok daxwaza penaberiyê kir, ji aliyê artêşeke polîsan ve bi sekretêrê xwe û Kurdekî ku weke wergêr dixebitî hate girtin û birin. Ew rakirin nexweşxaneyeke li derveyî Romayê. Du parêzerên navdar Giuliano Pisapia û Luigi Saraceni alîkariya wî kirin û piştî çend rojan serbest hatin berdan. Buroya Kurd a li Îtalyayê bi alîkariya dezgehên îstîxbarata Îtalî pirsgirêkên ewlehiyê yên ku dê derkevin holê li ber çavan girtin, li taxeke dervî Romayê vîllayek biçûk kirê kir ku heta ew derkeve dê bibe cihê jiyana Ocalan. Ev vîla li dijî êrîşên fuzeyan jî xwedî amûrên parastinê bû.
Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê Massîmo D’Alema li hemberî hatina Ocalan a Îtalyayê helwesteke çawa nîşan da? Ji ber ku hûn bi Ocalan re bûn li ser we dozek jî hatibû vekirin, sedema vekirina vê dozê çi bû?
Em dikarin bibêjin ku serokê wê demê yê Îtalyayê li hemberî Ocalan û doza Kurd sar bû û xwe ji vê yekê dûr dixist. Dema ku em pozîsyona Îtalyayê ya navneteweyî û bazirganiyên wê yên mezin ên bi Tirkiyeyê re dinêrin, bi taybetî yên di warê leşkerî de, em vê yekê fêm dikin ku têkiliyên Îtalyayê yên di vî warî de yên bi Tirkiyeyê re xurt in.
Di nîqaşeke meclîsê de, saziyên Îtalyayê bersiv da êrîşên partiyên rastgir û rastbûn û legalbûna kiryarên wan yên weke Ocalan ji ber bi biryara girtinê ya Elmanyayê dihat şopandin û ew binçav kir û di binçavkirinê de daxwaza penaberiyê berçav kirin û parastin.
Lê belê piştî çend hefteyan dema ku min ji dadgehê teblîxatek stend û tê de ji ber alîkariya ketina neqanûnî ez dihatim gumanbarkirin, der barê vê yekê de qala tiştên ku me dizanî nehat kirin. Rapora polîsan a der barê hatina Ocalan de xelet bû. Di raporê de dihat nivîsîn ku Ocalan hewl daye ku bi belgeyeke sexte ji sînor derbas bibe û dema ku ev yek hatiye ferqkirin, hatiye binçavkirin.
Piştre ez ji van sûcan hatim tehliyekirin, çimkî min anî ziman ku Ocalan li balafirgehê li gel sekreterê xwe û Kurdekî li Îtalyayê çûye derketina pasaportê ya dîplomatîk û ev yek nabe bu weke kiryareke neqanûnî were qebûlkirin.
Min ji dadgeran xwest ku dîmenên kamerayên ewlehiyê yên balafirgehê temaşe bikin û vê yekê piştrast bikin. Bi awayekî ecêb dadgerê mehkemeyê diyar kir ku qeydên dîmenên hatina me ya balafirgehê winda bûne û anî ziman ku ew ji min bawer dike û bi vî awayî lêpirsîn bi dawî kir.
Ev hemû nîşan didin ku Massîmo D’Alema kiryarên neqanûnî pêk tîne û her çend bi awayekî fermî ew xwedî fermana guhertina qeydên hatina Ocalan nebe jî nabe ku ji van yekan agahdar nebe.
Ger haya serokê hikûmetê ji bêqanûnîyeke wiha nebûya, dema ku ya rast hîn dibû wê mecbûr bûya ku hemû karmendên dewletê yên ku li hemberî Komara Îtalyayê neqanûnî tev digerin û ji biyaniyan re kar dikin, tesbît bike û van darizîne. Lê belê tiştekî wiha çênebû.
Dema ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê ji aliyê dîplomatîk ve çi çêbû? Li gorî we ji bo derxistina Ocalan a ji Îtalyayê zextên mezin li ser Hikûmeta Îtalyayê hebûn? Yan jî kîjan welatan rasterast li ser Îtalyayê zextên siyasî kirin?
Hikûmeta Tirkiyeyê ku wê demê di bin serokatiya Ecevît de bû, gelek peymanên leşkerî û sivîl ên bi mîlyar euroyan betal kirin, ji bo hevdîtinan sefîr vegerandin, li dijî Îtalyayê û hikûmeta Îtalyayê kampanyayek da destpêkirin û daxwaza radestkirina Ocalan kirin.
Bi dîtina min D’Alema, hem bi veşartî û hem jî li pêş raya giştî bi awayekî eşkere zext li Elmanyayê kiriye ku daxwaza radestkirina Ocalan bike. Elmanyayê tu carî ev yek nekir.
Hikûmeta Emerîkayê bi rêya Wezîra Derve Madeleîne Albrîghtê bi awayekî eşkere ji Îtalyayê dixwest ku ku Ocalan radestî Tirkiyê bike. Ev daxwaz ne ji bo Emerîkayê bes ji hêla Îtalya û Tirkîyeyê ve jî midaxeleke pir cidî bû û her wiha binpêkirina qanûnên xwe Hikûmeta Îtalyayê jî rewşeke cidî bû.
Dema ku ev zexta raya giştî bi awayekî eşkere xwe nîşan dida, ma hûn dikarin texmîn bikin ku çi bi awayekî nepenî tê kirin. Yek ji van jî derketina nûçeya min bû ku der barê serdana Serok Ocalan a Îtalyayê de bû. Yên ku eşkere kirin ku li Yewnanistanê di balafirê de bi Ocalan re parlamenterekî Îtalyayê û 2 parlamenterên Yewnanistanê hene, servîsên îstîxbaratê yên Emerîkayê bûn. Nûçeyeke rast nebû çimkî bes ez li wir bûm, lê belê wê têrê kir ku çapemeniya Îtalî aciz bibe û hewl bide ku sûcdarî peyda bike. Çend mehan beriya wê rojnameya partiya minwêneyên hevdîtinên ku me li Rojhilata Navîn bi Ocalan re kiribûn, weşandibûn û gelek rojnamevanan hewl dan ku van gumanan ji min û partiya min piştrast bikin.
Her wiha ez hatim agahdarkirin ku wê ji aliyê endamê parlementoyê yê rastgir Sîlvîo Berlûsconî ve der barê mijarên siyasî yên navxweyî de civîneke çapemeniyê wê bê lidarxistin û di vê civînê de wê min weke ku anîna terorîstekê ji Îtalyayê re û bi hinceta zirardayînan têkiliyên di navbera Tirkiye û Îtalyayê de sûcdar bikin. (PKK wê demê ne di lîsteya rêxistinên terorî ya YE’yê de jî bû)
Ji ber vê yekê di 25’ê Mijdara 1998’an de ez neçar mam ku di amadebûna Berlûsconî de civîneke çapemeniyê lidar bixim û di vê civînê de min anî ziman ku li ser daxwaza Ocalan min alîkariya wî kiriye ku were Îtalyayê û penaberiyê bixwaze, agirbesteke yekalî îlan bike û daxwaza hevdîtinên aştiyê bi Tirkiyeyê re bike.
Weke ku dihat texmînkirin, şerê her gav ê siyasî destpê kir û piraniya rojname û kanalên televizyonê anîn ziman ku min Ocalan anîye Îtalyayê ku zirarê bide hikûmetê. Cara yekem D’Alema tiştekî ku bê qebûlkirin anî ziman û got ku ‘Ocalan ne ew kes e ku ji bo min were anîn.’ Hûn çawa dikarin bi vê helwestê li nêzî Ocalan bibin! Ew serokê bi milyonan e, ji destpêka salên 1980’yî vir ve piştî artêşa Emerîkayê li dijî artêşa herî bihêz a NATO’yê derketiye û serokê şerê gerîlayan e. Lê belê li gor gelek rojnamevanên Îtalî û nûnerên partiyên rastgir û heya yên çepgir jî yên nijadperest û nezan, min ji bo hevrikiya hikûmetê Ocalan aniye Îtalyayê!
WÊ DEWAM BIKE…